Ev 3 meh in daristanên Dersimê têne şewitandin

Bi îdîaya operasyonê ev 3 meh in daristanên Dersimê dişewitînin, heta niha bi qasî 700 hektarî bû xweşî, ajal hatin qelandin.

Welatî li dijî şewata ku ev 3 meh in didome helwest nîşan dan û gotin, ‘em ditemirînin, ew dişewitînin. Dewlet dijminê Dersimê ye, bila hesab ji wan kesan were pirsîn ku Dersimê dişewitînin.

Şewata daristanan a li Dersim, herêma Deşkê ya Nazimiyê, Geyîksu, Sîn, Halvorî, Rengul, Muşkuerek Xaçelî, Mezrabalî, Şixmeran, Derê Arê û deşta Baliyê ajan û nebatên endamîk qelandin. Li Mazgirt, Pulumur û Nazimiyê dûxan bilind dibin, li nêzî deşta Periyê jî şewat gur dibe. Li Duzgun Baba û Kutudere, li Hagaopîlê nahêlin ku şewat were tefandin, bi roj gundî ji bo ku şewat berbelav nabe şewatê ditemirînin lê bi şev dîsa agir berdidin daristanê.

Destûrê nadin tîmên agirkuj ên Kargeriya Daristanê û ev jî yek ji sedema gurbûna şewatan e, gundiyên ji her temenî, aktîvîst, welatî li derdora Geyîksûyê ji bo ku agir bitefînin têne cem hev. Ji bo ku şewat ber bi aliyê Ovacikê ve neçe, xebatên agirkujiyê têne kirin, di nav xebatan de Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş û Şaredarê Ovacikê Mehmet Fatîh Maçogulu jî hene.

700 HEKTAR QAD ŞEWITÎ

Aktivîst dibêjin heta niha li Tirkiyê bi vê mezinahiyê şewat derneketiye û li Dersimê ji Tîrmehê ve nêzî 550 hektar erazî şewitiye û ev hijmar nêzî 700 hektarî dibe. Di dîmenên şewatê de, ne tenê nebatên ku Walitiya Dersimê jê re ‘bin daristanê’ dibêje, lê darên berûyan jî dişewitin.

 ‘EM DITEFÎININ, EW DIŞEWITÎNIN’

Gundiyan gotin li herêma Geyîksuyu û Konaklar a Çemê Sînê talokeya şewatê li ser 5 gundan heye û dibe ku şewat ber bi Ovacikê ve biçe û wiha domandin: ‘’Em ditefînin û ew dişewitînin. Çareseriya vê ne ev e. Divê dewlet êdî dev ji vê helwesta xwe berde. Niyeta wan ew e ku çiyayên Dersimê bi temamî bişewitînin, gelî jî bi avê tije bikin. Dixwazin bêyî daxwaza gel bendavê çêbikin. Ji yên ku van tiştan dikin divê hesab were pirsîn.’’

 ‘DEWLET DERSIMÊ JI XWE RE WELAT Û ME JÎ WELATÎ NABÎNE’

Gundiyan gotin: ‘’Ev wiha nabe. Divê ev bi dawî bibe. Li ber çavan daristanên me dişewitînin, kî li dij derdikeve jî ceza dikin. Dibe ku dewet van xakan ji xwe re welat nebîne. Me jî welatî nabîne. Li çiyayên me darên me dişewitînin û dixwazin me jî di nav bendavê de bihêlin.’’

YÊN KU DAXUYANÎ DAN HATIN CEZAKIRIN

Tîrmehê welatiyan xwestin ku şewatê bitefînin lê destûr nedan. Li ser vê welatiyan li Kuçeya Hunerê daxuyanî dabû. Diyar bû ku her yekê 227 lîre ceza li wan kesan hatiye birîn, ku tevlê daxuyaniyê bûne.