ESP: Ya ku hate bomberdûman kirin siberoja gelê me ya hevpar e

ESP’ê têkildarî êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser Şengal û Rojava daxuyaniyek da û got: “Çawa me li dijî polîtîkayên şer ên rejma yek kesî gotin NA, divê em bi heman awayî xwedî li siberoja xwe ya hevpar derkevin.”

Partiya Sosyalîst a Hejaran (ESP) a ku daxuyaniyek nivîskî da, bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser Şengal û Rojava bibîr xist û got: “Ev êrîşa ku sivîlan têde jiyana xwe ji dest da li dijî nirxên hevpar û siberoja me hatiye lidarxistin. Armaca vê êrîşê ji bo şikandina vîna gelê Kurd a li gel gelê herêmê di nava şert û mercên azad de bijî ye.

Gelê me di referandûmê de tevî hemû zext û çewisandina di heman demê de jî li dijî polîtîkayên şer got e ‘NA’ Wisa xuya dike ku faşîzam AKP-MHP’ê li Rojhilata Navîn dev ji kiryarên xwe yên rijandina xwînê û dev ji êrîşên xwe yên dijminane yên li dijî gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Êzidî bernade.

Ti guman nîne ku ev êrîş di nava Tirkiyeyê de jî serî hilnede. Rêveberiya Barzanî jî ji van êrîşan berpiryar e. Bi peymanên li Enqerê hatine mohrkirin, piştî êrîşa 3’yê Adarê û şûnde ev bû cara duyemîn.

Ev êrîşa ku piştî pêngavên serkeftinê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li ser Reqa, Tebqayê û tinebûna DAIŞ’ê ya li Mûsilê li ser Şengal û Rojava pêk hat dide nîşan dan ku çiqas têkiliya DAIŞ- AKP/Qesrê bi hev re heye . Ev êrîşa li ser herêmê hewl dide çeteyên DAIŞ’ê yên tengav bûne nefesek hildin. Lê ti piştgirî nabe asteng ku lihevkirina DAIŞ-AKP’ê li Rojhilata Navîn ji windakirinê rizgar bibe.

Parastina Rojava û Şengal a ji bo gelên herêmê bûye hêviya bi awayekî azadî wekhev û demokratîk bi hev re bijî, her kesên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê be berpiryar e. Çawa me li dijî polîtîkayên şer ên rejma yek kesî gotin NA, divê em bi heman awayî xwedî li siberoja xwe ya hevpar derkevin. Em ê li dijî kesên ku bi hîle xwestin vîna me bidizin, çawa ku li kolanan li ber xwe didin, em ê li dijî yên ku biratî û gelan bomberdûman dikin jî li ber xwe bidin.

Partiya me, li dijî êrîşên li ser Şengal û Rojava bang li gelê xwe û hemû hêzên demokratîk dikin ku li dijî şer û faşîzmê aştiyê û jiyana bihevre biparêzin dikin.