Eşkere bû ku cenazyê li Sûrê hate dîtin ê Hakan Arslan e

Hate tespîtkirin ku hestiyên piştî 5 salan di dema kolandina li Sûrê de hatin dîtin ên Hakan Arslan e.

Cenazeyê ku piştî 5 salan ji navçeya Sûrê ya navendî ya Amedê ku cihê şer di dema qedexeyên derketina derve yên navbera salên 2015-2016’an de rû dan, hatibû derxistin, hat teşhîskirin. Tîmên ku di navbera Dera Katolîk û Mizgefta Hasirli yên Taxa Hasirli ya navçeyê kolandin, di 7’ê Sibata 2021’an de rastî hestiyên ku di bin axê de hatibûn veşartî hatin. Hat diyarkirin ku hestiyên ku birine Saziya Tiba Edlî (ATK) dibe ku aydê Hakan Arslan ê ku di 22’ê Çileya 2016’an de jiyana xwe ji dest dabû be. Hin agahî hebûn ku Arslan li cem Mizgefta Hasirli hatibû veşartin.

Malbata Arslan a li Erziromê dijî, bi hêviya ku cenaze aydê zarokên wan be serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dabûn û bav Alî Riza Arslan ji bo testa DNA’yê xwîn dabû. Xwîna ku di sala 2016’an ji bav Arslan hatibû girtin û mînaka DNA’ya Arslan ji sedî 60 hev girt. Lê ji bo tespîtkirina nasnameya teqez di çarçoveya fermana Serdozgeriyê di serê meha Cotmehê de ji dayik Melîke Arslan jî ji bo testa DNA’yê xwîn hatibû girtin.

Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin ku hestiyên hatine dîtin aydê Hakan Arslan in. 

Piştî tespîtkirina nasnameyê, hat hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ji ber hebûna berkê fîşekê ya di serê Hakan Arslan de daxwaza otopsiyê kiriye. Piştî otopsiyê wê hestiyên Arslan radestî malbata wî bên kirin.