Êrîşên çeteyan hate şikandin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, êrîşa çeteyan a li bakurê rojhilatê Balefirgeha Tebqayê şikandin, di şer de 8 çete hatin kuştin.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, êrîşa çeteyan a li bakurê rojhilatê Balefirgeha Tebqayê şikandin, di şer de 8 çete hatin kuştin.
Operasyona rizgarkirina bajar û Bendava Tebqayê di roja xwe ya 12’an de bi şerên dijwar berdewam dike.
Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk (QSD) êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku piştî nîvro ji bakurê rojavayê bendavê dabû dest pê kirin, bi berxwedaneke mezin şikandin. Di êrîşa ku di saet 16.00’an dest pê kir, çeteyên DAIŞ’ê dîsa derbên giran xwarin.
Di pevçûnên dijwar de şervanên QSD’ê tirimbêleke çeteyan a ku doçkaya 12.5 lê barkirî rûxandin. 8 çete jî hatin kuştin.
Hat zanîn ku di şer de şervanekî QSD’ê jî birîndar bûye. Hat ragihandin ku dijwariya şerên di van kêliyan de kêm bûye, lê li hin nuqteyan dem bi dem şer çêdibe.