Ereb û Êzidî li Şengalê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Di pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê de gelên Êzidî û Ereb bi dirûşma ‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Şengalê ye’ meşek lidar xistin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê bi daxwaza azadiya Rêberê Apo, îro bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe yên ji civaka Êzidî, Ereb pêk tên meşeke girseyî li dar xist. Ji derveyî pêkhateyên Êzidî û Ereb, serokeşîr, kesayet, nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê jî beşdarê meşê bûn.

Girseya gel ya di saet 09.00’an de li ser rêya gundê Xelef a girêdayî Xanesorê kom bû, pankarta bi zimanê Kurdî û Erebî ya ‘Azadiya Serok Apo, azadiya Şengalê ye’ hildan, heya gundê Barê meşiyan.

Welatiyên Ereb û Êzidî bi berzkirina dirûşmeyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gihiştin gundê Barê.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên, ‘Bê serok jiyan nabe’, ‘Bi can bixwîn, em bi te re ne ey Serok’ hatin berzkirin. Meşa girseyî piştî ku gihîşt gundê Barê, li wir têkildarî armanca meşê de daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn.

‘SÎSTEMA HATIYE AVAKIRIN ENCAMA KED Û HEWLDANA RÊBER APO YE’

Li ser navê girseyê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê Nayîf Şemo daxuyanî xwend. Di daxuaniyê de hate diyarkirin ku nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê îro beşdarî meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne û wiha hate gotin: “Ev sîstema ku li vir hatiye avakirin, di encama ked û hewldaneke mezin a Rêber Apo de çêbûye û hemû pêkhate di nav de cihê xwe digirin. Armanca esasî ya Rêber Ocalan azadiya gelan, bihevre iyankirin û azadiya jinê ye. Daxwaza me jî heman tişt e. Pêwîst e em jî fikrên Rêbertî di qada civakî, leşkeri û siyasî de jixwe re esas bigirin û li her derê belav bikin.

LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ NERAZÎBÛN

Ji ber Rêber Apo daxwaza mafê gelekî dike û xwedî dozeke mezin e tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin. Ya li hember Rêber Apo tê kirin, ne şexsî ye, ji bo astengkirina azadiya gelan vêya dikin.”

‘ŞAGIRTÊN RÊBER APO GEL JI QIRKIRINÊ RIZGAR KIRIN’

Piştî daxuyaniyê, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî Şemê Remo jî axivî û vê peyamê da: “Ji ber şagirtên Rêber Apo pêşî li şerê DAÎŞ’ê girtin û civaka Êzidî ji qirkirinê xilaskirin, tecrîda li ser girantir kirin. Em ê weke jinên Êzidî ji bo azadiya Rêbertiya xwe timî di nava têkoşînê de bin. Em weke xelkê Şengalê û bi taybet jî jin komploya li ser Rêbertiyê şermezar dikin û ya li Îmraliyê diqewime bi ti awayî qebûl nakin. Ji bo azadiya Rêbertiyê û şikandina tecrîdê bang li hemû jinan dikin rabin ser piyan.”

Şemê Remo bal kişand ser destkeftiyên jinên Êzidî û wiha dewam kir, “Me weke jinên Êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo rêxistin kiriye. Bi saya fikrên Rêbert Apo di nava civaka me de pêşketinên mezin çêdibin. Di dîrokê de gelek ferman hatine ser gelê me, lê hemû ferman hatine jibîrkirin. Lê bi saya Rêbertî ev ferman li her dera cîhanê hatiye bihîstin.”

Endama rêveberiya TAJÊ Şemo Remo diyar kir heya agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê girtin, ew ê di nava têkoşînê de bin û bang li CPT’yê kir ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

'GELÊ EREB DAXWAZA AZADIYA RÊBER OCALAN DIKE'

Ji rêveberiyên meclisên gel ên pêkhateya Ereb a Şengalê jî Xideyîr Saleh axivî û diyar kir, ew ji bo bihevre jiyan bikin, sîstema netewa demokratîk li Şengalê esas digirin û got: “Ji ber sîstema netewa demokratîk me karî piştî êrîşên 2014’an vegerin ser warê xwe û bi hev re daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber vê em weke gelê Ereb daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin û tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin.”

Piştî peyamên pêkhate û rêxistinên Şengalê, meş bi dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.