Erdal: Ezmûna şer a gerîla xurt e, em artêşa li hemberî xwe nas dikin

Erdal diyar kir, ku civîna salane ya Konseya Fermandariyê ya HPG'ê wê bandoreke erênî li performansa şer a gerîla bike û got, "Li şûna 40 balafirên şer eger 4 demokrat û aştîxwaz şandibûna wê meseleya êsîran bi hêsanî çareser bibûya."

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Bahoz Erdal beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û hem civîna asayî ya salane ya Konseya Fermandariyê ya HPG'ê ku meha derbasbûyî pêk hat, hem jî serketina Garê nirxand.

Hevpeyvîna bi Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Bahoz Erdal wiha ye:

Serketina Garê wê ji aliyê siyasî û leşkerî ve bandoreke çawa bike?

Gerîla li Garê derbeke gelekî mezin li dijmin xist. Hêza gerîla careke din derkete holê. Dewleta Tirk salên dawî timî propagandayê dike û îdîa dike ku ji ber çekên teknolojîk ên di destê wan de gerîla êdî nikarin şer bikin, nikarin li ber xwe bidin, gelê Kurd jî nikare doza azadiyê bimeşîne. Lê belê li Garê şehîd Şoreş û hevalên din bi berxwedana xwe propagandaya dewleta Tirk pûç kirin. Ji aliyê manewî û psîkolojîk jî gelek encam bi xwe re anî. Dagirkeran careke din fêhm kirin ku hatina çiyayên Kurdistanê welê hêsan nîne. Her gava ku li çiyê avêtin wê berdêla wê bi rengekî giran bidin. Careke din ji bo operasyoneke bi vî rengî wê ne 10 caran, lê 40 carî bifikirin. Vê serketinê coşeke mezin da gelê me.

Gerîla careke din xwedî li hêvî û baweriya gelê me derket. Çi li Bakur çi jî li Başûr gerîla careke din nîşan da ku wê parastina vî gelî, vî welatî bike. Bi rastî jî li derdora serketina Garê ruhek neteweyî, ruhek welatparêzî çêbû û serketina Garê bû ya hemû Kurdan. Em di nav de ne em dibînin, yên ku herî kêfxweş û serbilind bûn gelê Başûr û bi taybeytî gelê Behdînan e. Eger rêveberiya Başûrê Kurdistanê destûr bida, wê gelê me li Akrê, li Amediyê û Sersingê şahiyên mezin li dar bixistana. Ev yek nîşan dide ku bi rastî jî êdî gelê me li Başûr ketiye wê ferqê ku êrîşa dewleta Tirk li ser hemû Kurdistanê ye, berxwedana gerîla jî ne tenê a PKK'ê ya hemû gelê Kurd e.

'LI ŞÛNA 40 BALAFIRAN EGER 4 AŞTÎXWAZ ŞANDIBÛNA WÊ MESELE BI HÊSANÎ ÇARESER BIBÛYA'

Ji bo ew 13 êsîrên hatin kuştin gelek tişt hatin gotin. Ez dikarim vê bêjim; ji xwe eşkere ye ku ew 13 kes ji alî artêşa Tirk ve hatin kuştin. Fermandariya Biryargeha me jî bang li saziyên navneteweyî kir ku herin li cihê bûyerê lêkolînan bikin. Ji xwe kesek ji îdîayên dewleta Tirk bawer nekir. Ji ber ku herkes nêzikatiya hêzên me ji bo dîlên şer ji berê ve dizane. Ew kes 6 sal in li cem me bûn. Eger nêteke me ya cuda heba, 6 sal in teqez me yê pêk bianiya. Nêzikatiya me ji bo êsîran pir eşkere ye. Ew dîl dikaribûn werin rizgarkirin. Eger bi rastî jî dewleta Tirk bixwesta wan rizgar bikira, pêwîst nedikir 40 balafir bişîne ser Garê; 4 kesên demokrat û aştîxwaz ji Tirkiyê bihatana, tevî malbatên wan esîran, ev mesele dikaribû bi hêsanî were çareserkirin.

Heya niha me gelek caran êsîr berdan. Çi yên 2013 bin, çi yên 2007 ên Oremarê bin, me bê mûqabele, bê şert heya niha êsîr berdane. Vê carê jî dikaribûn werin berdan, rêya vê vekirî bû. Derfet hebû. Lê hikûmeta AKPê xwest van esîran ceza bike. Nêzikbûn ev bû. 3 kesan ev operasyon bi rêve birine. Ji alî îstîxbarat û agahî ve Hakan Fîdan e, ji alî plansazî û pêkanîn ve Hûlûsî Akar e, yê ku biryara vê da jî Erdogan e. Berpirsên kuştina van eskeran ev kes in. Eger li Tirkiyê qanûn û edalet heba, diviyabû malbatên van êsîran doz li wan vekirana.

Demeke kurt beriya êrişên li ser Garê, Konseya Fermandariyê ya HPG'ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist. Girîngiya vê civînê çi ye û encamên wê çawa dikarin bên nirxandin?

Civînek têr û tijî me pêk anî û zêdeyî 9 rojan dewam kir. Daxuyaniya wê jî hat dayîn. Êrîşên dagirkeriyê, rêbaz û teknîka êrîşan, ev hatin analîzkirin. Berxwedana gerîla ya sala 2020'an hate nirxandin, di mijara taktîk û rêbazê de nirxandinên pêwîst hatin kirin. Bi taybetî jî mijarên kêmaniyê di eniya me de hatin nirxandin. Kêmaniyên ku di alî me de derdikevin, bi cîdiyetek mezin li ser hate sekinandin. Em bawer in ku hinek windahiyên ku çêdibin di encama kêmaniyên me de çêbûn. Eger dîsîplîneke xurt hebe windahî jî çênabin û gerîla dikare encamên hîn xurtir bi dest bixe. Bi taybetî mijarek rexne ya ji bo gerîlayê Kurdistanê ev e; heval pir zêde ji xwe bawer in û ev yek caran dibe sedem ku dijminê xwe biçûk bibînin. Ev yek dibe sedem di dîsîplîn û ewlehiyê de lewazî rû bidin.

Civîna me li ser ezmûna şer a 37 salan ev mijar hemû nirxandin. Em xwedî ezmûnekî şer a mezin in. Em artêşa li hember xwe baş nas dikin. Em hêza xwe jî baş nas dikin. Di vî milî de em bawer in ku encamên civîna me wê bandorek erênî li ser performansa gerîla ya sala nû bike. Encamên civîna me bikevin pratîkê, wê di salên pêş me de ne Garêyek, Garêyên nû jî rû bidin. Pirsgirêka hêzên me ê ruh, fedaîtî û qehremanî nîne. Di vî alî de ruhek mezin ê êrîş û fedakariyê di nava hêzên me de heye. Heta xwîngermî heye. Tişta kêm hinek dîsîplîn û tedbîrên pêwîst bû. Em bawer in ev civîna me wê di avakirina gerîlayê nû û rêbazê şer û xuliqkar de bandorek xwe hebe. Gerîlayê Kurdistanê bi pratîka van salên borî de jî ev yek nîşan da. 

Hinek dibêjin ev serdema nû, serdema teknolojiya GPS û koordînatan de şansê tevgerên gerîla zêde nîne. Ezmûnên gerîlayê Kurdistanê berovaj vê îspat dike. Di pratîkên Heftenîn û Garê de me dît ku gerîlayek nû pêkan e. Medya Şerê Taybet û rayedarên dewleta Tirk vê yekê ji xwe re serkeftin dihesibînin. Ti aliyê vê yê serkeftî nîne. Gêrîla li gor pêşketin û nûbûnan xwe nû dike û taktîk pêş dixe. Ev ne serketina wan e, berovajî ev yek jêhatîbûn û xuliqkariya gerîla nîşan dide. Du roj berê jî dibejin; 'me li bakûr operasyon kirine, li Garzan operasyon kirine û hwd.' Dibêjin; 'me kampên hevalan û alavên jiyanê dîtine.' Lê di rastî de ew tişt kampên kev ên depo ne, çûne çopên hevalan ên 5 sal berê dîtine û bi wê propagandayê dikin û wek serketin nîşan didin. Ji ber wê civîna me û pratîka Garê nîşan da ku gerîlayek xwe nû kirî, xwe guhertî û serdema nû baş xwendî, dikare bibe misogerkirina serketinê.

Piştî êrişa li ser Garê rewşa Başûr kete rojevê. Helwesta gelê Başûr a li dijî van êrişan û helwesta li qada siyasî divê çawa bê nirxandin?

Helwesta gelê Başûrê Kurdistanê pir hêja û pîroz e. Gelê me yê Başûr xwedî ruhek welatparêziyê ya mezin e. Gel fêm kiriye êdî PKK tenê hincet e. Gel dizane ku PKK nebe jî wê dijmin hincetek din peyda bike. Gel dizane PKK nebe jî wê dijmin rêveberiya Hewlêrê bi PKK’yîbûnê sûcdar bike û êrîş bike. Di vî milî de gel rastiyê fêm kiriye û peywendiyek pir baş di navbera gerîlayê azadiya Kurdistanê û gelê Başûr de heye.

Ji bo rêveberiya Başûr du tiştên esasî hene. Ya yekê, gelê me û tevgera me helwestek erênî ji wan dixwaze, vê hêvî dike. Rêveberiya me ya KCK’ê bi awayek eşkere got ku em rêzê li rêveberî û pêşmergeyên Başûr digirin û em nas dikin. Di vî milî de helwesta me diyar e. Pêwîst e rêveberiya Başûr jî derkeve bêje em rêzê li têkoşîna PKK’ê û gelê Bakur re digirin, em rêzê li rêveberiya xweser û gelê Rojavayê Kurdistanê re digirin. Ev yek erkekî Kurdistanî û neteweyî ye li ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê.

Ya duyemîn, divê ev xeterî bê dîtin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûr e jî. Di fikra dewleta Tirk de ev heye; dibêjin ji ber ku li Başûr rêveberiyek fermî heye, li perçeyên din jî tevger û têkoşîna Kurdan berdewam dike. Sedem ev dibînin. Armanca stratejîk a hedefgirtina Garê, Şengalê, Xakûrkê, dagirkirna Başûrê Kurdistanê ye. Niha rayedarên Başûrî, bu taybetî yên PDK dibêjin ku gundî li hinek herêman bi rehetî nikarin biçin gundên xwe. Ger dewleta Tirk bikeve van herêman, kes nikarê li Hewlêr û Dihokê jî bi rehetî bimîne. Artêşa Tirk tenê ji bo me nayê, divê hatibe fêmkirin ku ji bo wan e jî û li gor wê helwest bigirin. Daxwaza tavgera me ji rêveberiya Başûr tenê ev e. Ev xeterî û metirsiya heyî li ser doza Kurd hemû ye. Li gor gelê me fêm kiriye, rêveberiya Başûr jî em difikirin ku vê rastiyê dizane.

Wezîrê Berevaniya Tirk Hûlûsî Akar di civîna NATO de axivî û got ku PKK dijminê NATO ye, li pêşiya projeyên NATO astengî ye. Hûn li ser vê mijarê çi dibêjin?

Li gor Hulusî sedemê hemû xirabiyên ku li cîhanê diqewimin PKK ye. PKK kutuya Pandora ye li gor wan. Dibêjin sedema rewşa Iraq û başûrê Kurdistanê PKK ye, sedema aloziya Sûrî PKK ye, sedema qeyrana aborî a li Tirkiyê PKK ye, sedema tevlîheviya li Qerebax PKK ye. Herî dawî ew mabû ew jî gotin ku sedeme êrîşa li ser Kongresa Emerîkî PKK ye. Psîkolojiya wan psîkolojiyek pir tevlîhev e. Lê heqîqet ne wisa ye. PKK ne li dijî berjewendiyên tu dewletan e.

Eger ne ji PKK'ê bûya wê çi bibûya? Wê Tirkiyê destdirêjî li nav Îranê bikira, tevlîhevî li Qafqasan derxista, wê her roj terorîstên DAÎŞ’ê bişanda Ewropa bixwesta bi terora wan Ewropa teslîm bigire. PKK nebûya wê Tirkiyê li hember Emerîka bi bertekên hîn tundtir, plan û berjewendiyên Emerîka li herêmê bixista xeteriyê. Lê ji ber ku PKK bi hebûn û têkoşîna xwe dewleta Tirk tengav û lewaz dike. Erdogan niha nikare van tiştan bike. Ger îro Erdogan hinek hesabê DYE dike, ev ji ber têkoşîna PKK ye. Têkoşîna PKK Erdogan mecbûr dike ku muhtacî DYE bibe. Têkoşîna PKK’ê dihêle ku Erdogan hinke hesabê Rûsya û Îran û dewleyên din bike. Zirara DYE, Rûsya û tu kesek din di têkoşîna PKKê de nîne, berovajî berjewendiyên wan hene. 

Erdogan niha derewan dike û dibêje; ‘alikariya min bikin em PKK’ê çareser bikin,’ ji Rûsan re dibêje; “Piştre hûn çawa dixwazin em meseleya Sûrî çareser bikin,’ ji DYE re dibêje; ‘Hûn çawa dixwazin em meseleya S400 çareser bikin.’ Ji Ewropa re dibêje; ‘Em DAÎŞ’ê bi hev re tasfiye bikin’, ji rejîma Sûrî re dibêje; ‘Wê demê pirsgirêk di navbera min û te de namîne.’ Lê ev ne rast e. Ger PKK ji holê rabe, wê ev hişmendiya Osmanî-Tûranî a faşîst û nijadperest, weke hirçeke ku bikeve dikanekê, wê bibe sedema hemû tevlîhevî û aloziya li herêmê û cîhanê hemû. Wê Erdogan wê demê weke Hîtler an jî Sedamekî nû bibe belaya serê cîhanê. Ger ku niha Erdogan hîn zêdetir nabe bela û zirar nade NATO û DYE û Rûsya, ji ber ku PKK hinek bi hevsarê wî girtiye.

DYE BI HEVKARIYA BI KURDAN RE NEXISIRÎ, LÊ FÊYDE JÊ DÎT

Em dixwazin bêjin ku, niha li DYE rêveberiyek nû li ser kar e. Siyaseta wan a herêmê hîn bi temamî eşkere nebûye. Lê divê ji bo meseleya Kurd xwedî siyasetek hevpar bin. DYE bi Kurdan re kar kir, jê feyde dît, zirar nedît. PKK li Kurdistanê û li Rojhilta Navîn hêzeke mezin e. Li ser hevsengiyan xwedî bandor e. PKK ji bo diyalogê vekirî ye ku xizmeta aramî û aştiya herêmê bike. Siyasetê heya niha encam neda. Çi hesabên ku PKK’ê li derve bihêle heya niha encam negirt û wê negire jî. 

Ev bang ne tenê ji bo rêveberiya DYE, ji bo hemû hêzên herêmî û navdewletî derbasdar e. Bi PKK’ê re diyalog ji bo feydeya wan e. Hûn ne mecbûr in weke Tirkiyê li meseleya Kurd binêrin, weke Erdogan li meseleya PKK’ê binêrin. Bi rastî jî êdî wext hatiye, raya giştî jî vê yekê dixwaze. Bi milyonan mirov li Brîtanya, li Îtalya û li her derê cîhanê, ji bo Serok Apo daxwaza azadiyê dikin. Xistina PKK’ê ya lîsteya terorê ji bo dewleta Tirk hinceta êrîş û rewakirina dagirkeriyê ava dike. Xebatên derxistina PKK’ê ji lîsteyên terorê heya astekê hatiye. Ev welatên Ewropa jî hemû deyndarê PKK’ê ne.

Niha koalîsyonek li dijî DAÎŞ’ê heye. Bi dehan dewlet û hêz têde hene. Yê ku li dijî DAÎŞ’ê herî zêde şer kir PKK ye. Ji Şengalê, Mexmûrê, Kerkûk û heya Rojava, yê herî zêde fedakarî kir û şehîd û brîndar da PKK ye. Ev deyndariya xwe divê bibînin. PKK divê ji lîsteya terorê were derxistin û dikarin wisa deyndariya xwe pêk bînin. Astengiya planên herkesî û ê ku bûye belaya serê herkesî Erdogan e û em bawer in herkes vê dibîne.

Li Başûr, Rojava û Bakur hin kes hene ku îdîa dikin, sedema her êriş û kaosê PKK ye. PKK'ê sûcdar dikin. Hûn vê meseleyê çawa dinirxînin?

Divê însaf hebe. Erdogan bi şev û roj dibêje ku di vê Rojhilata Navîn de ‘ez ê rê nedim ku Kurd bibin xwedî statû,’ dibêje li ku derê be jî ew ê hedef bin. Rastî ewqas eşkere ye. Bi hinceta PKK’ê, vê rastiya dagirkeriyê nedîtin şaşiyek pir mezin e û divê were sererastkirin. Berovajî vê, heya niha kê ji PKK’ê alîkarî negirtiye? Di rojên tengav de PKK bi alîkariya kî de neçûye? Di wan rojên ku Erdogan digot; ‘Kobanî ket, wê bikeve,’ kî çû alîkariya Kobanî? Li Şengalê dema ku gelê me yê Êzidî li ber komkujiyek mezin bû, kî çû Şengalê? Li Mexmûrê dema DAÎŞ nêzî Hewlêrê dibû, kê pêşiya wê girt? Li Kerkûrê kî bû? Li Bakur niha PKK tune ba, navê Kurd jî tune bû. 

Li Rojava kengî tengavî û pêwîstî çêbûye, PKK fedakariya herî mezin kiriye. Ne PKK ba wê niha li Rojava tiştek heba? Li Başûr jî wisa. Ger PKK neba dewleta Tirk wisa bi tahemûl nêzî rêveberya Başûr jî nedibû. Wê wan li Enqerê pêşwazî nekira û li Hewlêrê wisa nediçû ziyareta wan. PKK nebe dijmin Başûr nas nake. Her Kurdekî bi wijdan divê bizanibe li her derê Kurdistanê pêşketinên ku çêbûne bi saya PKK’ê ye û van pirsê ji xwe bike. 

PKK nebûya wê li Kobanî çi bibûya? PKK nebûya wê li Şingalê çi bibûya? PKK nebûya wê li herêmê çi biqewimiya? Xebat û têkoşîna PKK’ê cihê serbilindiyê ye. Hemû mîlîtan û kadroyên PKK’ê serbilind in ku PKK’yî ne. Di jiyana wan de, di exlaqa wan de, di felsefe û fikr û qehremanî û cesareta wan de ti qisûrek nîne. Zêdeyî heye kêmanî nîne. Ev propagandaya dewleta Tirk e ku dibêje PKK nebe pirsgirêka min bi dewleta Kurdan re nîn e. Di milekî de jî rast dibêje ji ber ku PKK nebe doza Kurd nîn e. Herkes divê vê heqîqetê bibîne. Ên ku nizanin divê li dîroka nêz û dûr a miletê Kurd binêre, PKK wateya xwe çi ye wê bibînin.

Li Rojavayê Kurdistanê pêşketinên girîng hene lê di dema nêzîk de çareseriyek siyasî naxuyê. Pêvajoyên Astana jî pêvajoyên Cenevreyê jî xitimîne. Hûn rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûrî, helwesta rejîmê çawa dinirxînin?

Niha aloziya li Sûrî berdewam e. Pêvajoyên Cenev ê Soçî xitimîne. Di rewşa heyî fe jî ne pêkan e ku çareseriyek siyasî pêş bikeve. Em wek PKK xwedî bandor in. Bandora Rêber Apo li ser Rojava û Sûrî giştî, li ser Kurd û Ereban heye. Me pêşniyarê xwe ji bo pirsgirêkên Sûrî jî û yên giştî herêmê jî kirin. Em wek PKK wiha difikirin. Çareserî Şam e. Modelek siyasî a Sûriyek demokratîk, rêveberiyek ne navendî li gor rastiya demografîk û siyasî a Sûrî çareserî ye. Em bi yekîtiya xaka Sûrî re ne. Kurdên Rojava yekîtiya xaka Sûrî nakin pirsgirêk. Ev yek.

Ya duyemîn, ala dewletê ne pirsgirêk e. Lê hişmendiya Baas a şoven û antî-demokratîk nabe. Demokratîkbûnek bingehîn ji bo Sûrî pêwîst e. Li ser vê esasî divê pirsgirêk werin çareserkirin. 
Projeya Netewa Demokratîk ji bo Sûrî projeyek wekhevî ye. Projeya Netewa Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Sûrî çareseriyek e. Hinek şovenên xwedî hişmendiya Baas difikirin ku mafên Kurdan werin qebûlkirin wê Sûrî parçe bibe. 
Di nav sazî û ragihandinên wan de hinek propagandaya vê yekê dikin ku ger em serê ta berdin, wê bi demê re Sûrî perçe bibe. Pêşeroja gelê Ereb bikeve xeteriyê. 

Di rastiyê de demokratîkbûna Sûrî û qebûlkirina gavek azadiya Kurd ji bo yekîtiya xaka Sûrî bingeh e, ji bo parastina sînorên Sûrî bingeh e, ji bo pêşeroja Sûrî bingeh e. Ji bo Sûrî ewle bibe divê Kurd azad bibin. Ne tenê Kurd, divê Durzî jî, Elewî jî, Ermen jî, Çerkes jî azad bibin. 
Kurd li Sûrî azad bibin û bibin hêzek siyasî, ev ne xeteriyek e ji bo pêşeroja Sûrî. Berovajî vê azadiya Kurdan xurtbûna Sûrî ye, kolebûna Kurdan lewazbûna Sûrî ye. Em wek PKK wisa difikirin û pêşniyara me ji bo hemû pêkhateyên Sûrî ev e.

LI ROJAVA KURD PÊŞENGIYÊ JI TÊKOŞÎNÊ RE DIKIN

Niha ev jî eşkere bû ku dewleta Tirk ne tenê dijminê Kurdan e, dijminê Ereban e jî, dijminê Ermenan e jî. Dijminê herkesî ne. 

Li Qerebaxê ev eşkere bû. Yanî ev hişmendiya Tûranî ye. Xweranagirin ku çawa 600 sal Osmanî hebû û niha nîne. Baweriya wan ew e ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Ereb û Kurd û Ermen û hemû pêkhateyan xiyanet li wan kir û di piştê de li wan da. Dixwazin tola xwe ji herkesî rakin. Siyaseta wan a li Lîbya, Misir û Kendavê hemû li ser vê esasî ye. 

Eniyek objektîf a Kurd û Ereb li hember vê zîhniyeta êrîşker û dagirker ava bûye. Yê ku pêşengiya vê dikin Kurd in û PKK pêşengiya vê dike. 

Li Rojava jî wisa ye, Kurd pêşengiya têkoşînê dikin. Helbet gelê Ereb û dewletên Ereb jî xwedî helwest in. Gelê Sûrî jî êşa vê dîtin. J ber vê pêwîst e dewletên Ereb di vê mijarê de xwedî nêzikatiyek cesaret bin. Dewleta Tirk dixwaze tirsa împaratoriya Osmanî ya 400 salan li ser dewletên Ereb ava bike û komkujiyên kirin dubare bike. 

Divê rêveberiyên dewletên Ereb bibînin ku pêwendiya ku bi PKKê re ava bikin wê di vê mijarê de jî bi bandor be. Di nav rewşenbîr, welatparêzên Ereb de jî vê rastiyê dîtin heye. Ji ber vê di nav wan de jî sempatiyek, dilxwaziyek û dilgermiyek ji bo doza Kurd û Serok Apo çê bûye. 

Ew jî êdî dibînin ku Kurd di eniya pêştirîn de li hember vê zihniyetê têkoşîn dikin. Ger ne wisa ba dewleta Tirk van welatên Ereban hemû ji zû ve dagirkiribû. Ê ku wî dide sekinandin gel û têkoşîna me ye.

Di vê demê de rastiyek derket holê, ew jî rastiya rûhê Garê ye, serkeftine Garê ye. Ev ji bo hemû gelê Kurd kêfxweşiyek mezin e. Ev ne bi hêsanî çê dibin, bi zor û zehmeiyên mezin çê dibin. Dijminê li hember me dijminek xerab e. Hemû îmkanên di destê xwe de li hember me bikar tîne. Em jî bi ruhê Garê li ber xwe didin. Divê ruhê Garê bibe ruhê hemû gelê me. Hemû mirovên azadixwaz û demokrat. Bi taybet ên ciwanan. Divê ciwan bi ruhê Garê tevbigerin. Dewleta Tirk wisa efsaneyek ji derewan û ji tirs û xofê ava kiriye. Divê ciwanên me ev perdeya tirsê biçirînin. Ciwanek bikeve zîndanê, tê wê wateyê ku ew ciwanek bi rûmet e loma rastî êrîşan tê. Ciwanek xwedî rûmet e loma dijmin wan hedef digire. Ew mirovên welatparêz û xwedî keramet in. Di destê dijmin de tenê terora wî û zîndanên wî hene. Di destê me de rûmeta me heye. Ciwanên Kurd divê bi ruhê Garê tevbigerin û berê xwe bidin jor.