Nûçeya Lezgîn: KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Ensarîoglû fermanê dide, qeyûm bi cih tîne!

Wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglû bi taybetî bi girtin û derxistina ji kar a karkerên li Şaredariya Peyasê ya bi qeyûm re eleqedar e, kesên ji aliyê rêxistina AKP'ê ve tên pêşniyarkirin, bi muçeyekî gelekî zêde li kar tên bicihkirin.

AKP, şaredariyên DBP'yî yên nekarî bi hilbijartinê bi dest bixe, bi rêya qeyûm desteser dike. Wezareta Karên Hundir û Walîtiyên Tirk, di nava rewşeke derveyî hiqûqê de qeyûm li 54 şaredariyan bi cih kirin. Gelek Şaredarî jî bê erk hatin hiştin û erkê wan radestî qeymeqaman hatin kirin. Heta niha 76 Hevşaredar ji wezîfeyê hatine kirin û hatine girtin. Li Şaredariyên Amedê, ku hikûmet bi 'taybetî' li ser disekine, gotina wekîlê AKP'ê Galîp Ensarîoglû derbas dibe. Qeyûmên weke paravan tên bikaranîn, bêyî agahiya Ensarîoglû mohra xwe danîne binê biryareke biçûk jî. Ensarîoglû ku piraniya dema xwe bi gera li nava şaredariyên li Amedê derbas dike, di çarçoveya fermanên wî de bi sedan xebatkar bi hincetên pûç ji kar tên avêtin.

Li Şaredariya Peyasê ku timî bi pêş dikeve û yek ji navçeyên herî buha yên Amedê ye, di çarçoveya telîmatên Ensarîoglû de qeyûmê hatiye tayînkirin, ji 8'ê Kanûnê û vir ve 92 personel ji kar derxistiye. 17 ji van ji Midûriyeta Karên Fenê bi hinceta 'peymanên wan qediya ne' hatin derxistin. Li şûna van jî endamên AKP'ê yên bajar, navçe, baskê jin û ciwanan ên ku Ensarîoglû ji wan re bûne referans, li şaredariyê hatine bicihkirin. 30 personelên li ewlekariya taybet jî dixebitin bi îdîaya "dibe ku nêzî rêxistinê bin" ji kar hatin kirin.

Qeymeqamê Tirk Mûstafa Kiliç ê ku weke qeyûm dest daniye ser şaredariyê, Midûrê xwe yê taybet ê li qeymeqamtiyê Nazim Memîş jî ji xwe re kiriye Alîkarê Şaredar.

5 personelên li Midûriyeta Park û Bexçeyan dixebitîn jî, bi hinceta ku 'berê li girtîgehê mane' ji şaredariyê hatin derxistin. Tevî ku hikum li van perrsonelan nehat birîn jî, li gorî raporên emniyetê ji kar hatin derxistin.

MUÇEYEKÎ GELEKÎ ZÊDE DIDE

Di vê navberê de derket holê, ku alîgirên AKP'ê li asta herî bilind a xebatên şaredariyê tên bicihkirin û herî kêm 4 hezar 500 TL mehane muçe ji wan re tê dayîn.

Di vê navberê de, bîrdariya ku Şaredariya Peyasê ya DBP'yî ji bo bîranîna 34 kesên li Roboskî di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn li Dîclekentê hat çêkirin, duh ji aliyê qeyûmê Tirk ve hatibû parçekirin û rakirin.