Engîn û Îsmet Gezîcî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Cenazeyên Îsmet Gezîcî û biraziyê wê Engîn Gezîcî yên ku li Farqînê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin di bin dengê çekan de hatin definkirin.

Cenazeyên Îsmet Gezîcî û biraziyê wê Engîn Gezîcî yên ku li Farqînê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin di bin dengê çekan de hatin definkirin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî ku cara 6'emîn rêveberiya awarte hate îlankirin Engîn Gezîcî (24) yê bavê 3 zarokan e û meta wî ya dema xwest wî biparêze hate qetilkirin Îsmet Gezîcî (55) piştî ku otopsiya li Amedê hate kirin anîn Farqînê. Cenazeyên ku li gundê Qurtê hatin pêşwazîkirin bi konvoya ji sedan wesayîta pêk tên anîn Goristana Taxa Bahçelîevlerê. Lİ vir cenaze bi dirûşmên "şehîd namirin" ve hatin definkirin.

Dayika Gezîcî, Seviye Gezîcî ev tişt got: "AKP me dikuje. Tiştên ku bi me didin jiyandin bila kur û xwîşk û birayên wan jî bijîn. AKP li vir gelê me bi tank û topan gulebaran dike. AKP qatil e, wê dawiya wî jî bê."

Serokê MEYA-DER'ê yê Amedê Hasan Pençe jî di axaftina xwe de got ku li Farqînê de 3 rojan de 4 kes hatin qetilkirin û wiha axivî: "Tansu Çîllerê jî gotibû wê gelê Kurd tine bike. Lê gelê Kurd bi kuştinê tine nebûn, zêde bûn. AKP jî wê wekî Çîller nekaribe gelê Kurd tine bike ew ê tine bibin."

Parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel jî diyar kir ku dema ku li Farqînê cenaze tên definkirin jî êrîş didomin, li dijî êrîşên AKP'ê welatiyên Farqînê wê dev ji berxwedanê bernedin.

Ji ber ku êrîş zêde bûn hevsera Gezîcî nekarî beşdarî merasîmê bibe. Li Mala Şînê ya Bahçelîevlerê sersaxî wê bên qebûlkirin.

...