Engîn: Lozan xencera lenetê ye ku li ser dilê Kurdan e

Engîn hevdîtinên Cenevre, Astana û Soçiyê şiband konferansên beriya Peymana Lozanê û got, "Kurd êdî ne ew Kurdên berê ne ku bên xapandin." Engîn ji bo pêşîgirtina li rejîma qirker, işaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn di bernameyek taybet a Stêrk TV de bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç. Engîn diyar kir ku bi yekîtiya neteweyî pêşî li rejîma qirker dikare were girtin û got, "Divê em wan Kurdên ku xwe nadin ber yekîtiyê ji nava xwe derxînin. Em wan hewaleyî dagirkeran bikin. Em wan ji Kurdistanê derxin û bêjin 'ha ji te re Erdogan, ev Kurdên te ne. Bila li cem te bisekinin ku em bizanin ên vê kirî di eniya pêş de li hember me şer dikin'. Pêwîst e em hemû Kurd, vê bikin. Yê ku dibe dostê dagirkeran em rêkin cem dagirkeran. Yên din hemû li eniyê bibin yek ku em karibin bi rastî jî wê peymana bêyom û xencera li ser dilê Kurdan faşil bikin."

Engîn, destnîşan kir ku piştî 95 salan jî hewldana berdewamkirina rejîma Lozanê heye, ji bo kurmên darê gotina Tirkan a "Marê ku bi min venade bila hezar salan bijî" bi bîr xist û wiha xîtab kir: "Piştî hezar salan be jî wê li te vegere. Hinek îro difikirin ku ji bo ew mar bi wan venede diçin Hîtlerê demê pîroz dikin. Ji bo faşîzma xwe di aliyê destûrî de ava kiriye."

Engîn pêvajoya konferans û peymanên ku bûne bingeha Peymana Lozanê şiband pêvajoya civînên Astana, Cenevre, Soçî û ev anîn ziman: "Xeterî tam dişibin hev, tenê ferqek heye, Kurd guherî ne. Niha her çiqasî hêza wan parçeyî be jî bi hêz in. Li Rojhilata Navîn Tevgera Azadiya Kurdistanê pir bi hêz e. Di vî warî de ne, lê wekî din tam dişibe wê. Ji Kurdan re gotine dengê xwe nekin, em ê we bibînin. Heta 1923'an dema ku Kurd pê dihesin, êdî rewş derbas bûye. Niha Soçî, Astana, Cenevre hene. Li van deveran ji Kurdan re dibêjin 'bêdeng bin, em we dibînin.' Ji Başûr re dibêjin, 'hûn eyb dikin ma çawa çêbû! Em ê we bibînin. Em ê teqez ji we re dewletekê çêbikin.' Van ji Rojava re dibêjin, Başûr re dibêjin, ji hemû Kurdan re jî dibêjin. Pêwîst e gelê me vê bizanibe, ev jî mîna yên berê, giştî xapandin e."

Hevpeyvîna ku bi endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn re hatiye kirin wisa ye:

ÊRÎŞA 24'Ê TÎRMEHA 2015'AN TÊKILDARÎ HEVPEYMANA LOZANÊ YE

Lozan çi ye, bingehê wê çawa hatiye danîn, çi bi xwe re anî?

Lozan bi yek hevokê xencereke lenetê ye li ser dilê Kurdan. Rêya 4 parçekirina Kurdistanê ye. Yek jî vekirina rêya qirkirina Kurdan e. Lê bêguman eger em Lozanê ji nû ve bigirin dest ew nexêriya ku anî ser Kurdan lazim e em şîrove bikin. 24'ê Tîrmeha 2015'an dewleta dagirker a Tirk êrîşek mezin anî ser Kurdistanê. Ne tenê êrîşeke li ser qadên medyayê çêbû. Di 24'ê Tîrmehê de li vir pêk anî, dûvre di 16'ê Cotmehê 2017'an de li ser Başûr, vê dawiyê jî zivistanê li ser Efrînê pêk anî. Ji kirinên wan diyar e ku bi demografyayê dilîzin. Ango tam di roja Lozanê de ev pêk anîn. Ji bo fêhmkirina vê dîrokê, lazim e 24'ê Tîrmeha 1923'yan bê fêhmkirin.

Şerê ku wekî Şerê Cîhanê yê Yekemîn tê binavkirin, di esas de şerê parvekirinê ye ku li ser Rojhilata Navîn hatiye meşandin. Di vî şerî de her du enî jî eniyên Ewropî ne. Ango şerekî parçekirinê yê aîdî Ewropayê ye.

Li ser nakokiyên xwe pev diçin, lê şerê wan li Rojhilata Navîn e?

Eynî welê. Di vî şerî de gelek mirov tên kuştin, birîndarkirin, windakirin. Piraniya vê hejmarê ji gelên Rojhilata Navîn e. Wekî mînakên vê em dikarin behsa qirkirina Ermen, Ereb, Rûm, Asûr, Keldananbidin. Her wiha li ser Kurdan jî pêk hatiye. Ango, tevî gelên din trajediyek mezin li Rojhilata Navîn pêk hatiye.

Sala 1916'an hêzên emperyal ên mîna Fransa, Îngilîstan, Rûsyayê, di navbera xwe de peymana bi navê Skyes-Pîcotê îmze kirin. Li gor vê hevpeymanê, Rojhilata Navîn di mabeyna xwe de parve kirin.Iraq, Mûsil, hinek bakurê Kurdistan ket para Îngilîstan. Rewandûz, Rojhilatê Kurdistan ket para Rûsyayê.

Ew cihê ku wekî Mûsil tê pênasekirin jî ne Mûsila îro tenê ye ne wisa?

Em wekî bajar behsa Mûsilê nakin. Giştî Iraq wekî 3 eyaletên Osmanî bû. Yek jê Mûsil e ku wekî Kurdistana Başûr a îro em dikarin fêhm bikin. Wisa parve kirin. Beriya ku Şerê Cîhanê biqede Osmanî teslîm bibû. Bi hevpeymana Mondrosê di 1918'an de radest bibû. Li gor vê kê kû derê girtibe, li cihê xwe wê bisekine. Wê demê Îngilîz li ser Mûsilê hemleyê dikin û vê derê dikin destê xwe. Li vir jî wekî hincet dibêjin li gor hevpeymanê tevgeriyane, ji ber ku xeterî hebe dikare xwe biparêze, wan jî wisa kirine qaşo. Dûvre ewqas nîqaş, şer bi dehan salan wê li ser vê mijarê pêş bikevin. Yanî wê Mûsil, bi gotinek din, Başûrê Kurdistanê wê di destê kê de bimîne?

Piştî ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn qediya jî Konferansa Yekemîn wekî San Ramo tê zanîn. 30 dewlet tevlî dibin û nîqaşên pir balkêş hene. Wekî mînak, kîjan dever wê ji kê re bimîne tê gotûbêjkirin. Lê belê, ya ku di nav Kurdan de herî tê zanîn, Konferansa Sewrê ye. Di nav Tirkan de jî xwedî navekî wisa ye.

Navê Kurdistanê eşkere derbas dibe?

Erê, dibêje bila Kurd xweser bijîn eger ku bixwazin bibin xwedî dewlet, lazim e xwe bikin yek, serî li Neteweyê Yekbûyî bidin. Heta dibêje, eger ku Kurdên Mûsilê bixwazin ew jî dikarin bi vî şiklî tevlî bibin. Her wiha piraniya bakurê Kurdistanê wekî Ermenîstanê binav dikin.Dîsa ji bo Yewnanan behsa Trakyayê, Îtalyanan jî Deryaspî dikin. Ji Mereşê ber bi Sêwasê ve dikin para Fransayê, hinek beşên Kurdistanê didin Îngilîstanê. Bi gotinek din Tirkiyeyê parçe parçe dikin.

Lê belê, pir balkêş e îro jî hin Kurd hene ku behsa Sewrê dikin. Dibêjin gerek Sewr pêk were. Heman tiştî Ermen, Yewnan û ji neteweyên din jî hin kes dibêjin. Piştî vê di 1919-1921'an de piştî Konferansa Sewrê, bi navê Parîsê konferansek tê lidarxistin. Di vê konferansê de biryarên Sewrê jî tên erêkirin. Dûvre Konferansa Londonê tê lidarxistin ku ev jî dibêje ji biryarên Konferansa Sewrê re erê. Bi gotinek din ji Kurdistan, Ermenistan û hwd. re dibêjin erê. Lê pir balkêş e, di dema Konferansa Londonê de hin diplomat hene ku dibêjin ev konferans Kurdan dixapînin. Yekî Emerîkî vê dişibîne xançerekê. Ango di wê demê de hin kes tespît dikin ku xefikek e. Lê mixabin, tevî vê hin Kurd hê îro jî behsa vê Sewrê dikin.

Eceba ji ber vê ye Îngilîz Kurdan wekî aîdî xwe dihesibînin? Ango cihek di dest Kurdan de be, li gor hesabên wan, rêveberî di dest Îngilîzan de ye?

Ez nizanim çiqasî welê ye, lê piştî vê Konferansa Londonê, Îngilîz ji bo Mûstafa Kemal telgirafekê birê dikin. Dibêjin eger hûn dest ji Mûsilê berdin û tengavên Çanakkale û Stenbolê ji bo me bihêlin, em ê Sewrê betal bikin. Ev hê di 1921'an de ye. Mana vê çi ye? Sewr, dereweke pir mezin e! Piştî Konferansa Sewrê, konferansên Parîs, Londonê tên lidarxistin û biryarên Sewrê tên erêkirin. Lê piştre Mûstafa Kemal Ataturk re name diçe, dibêjin hûn tengavên Stenbol û Çanakkale û Mûsilê bidin me, em ê Sewrê îptal bikin. Bi kurtasî derewek e ji bo Kurd, Ermen, Asûr, Keldan û hwd. Ev konferans tenê hêviyek pûç e, ji bo bêdengkirinê hatiye kirin.

Em vê çawa dizanin? Di 1919'an de di bin rêveberiya Kamûran Bedirxan de rêxistinek tê avakirin. Rêxistina Rizgarkirina Kurdistan. Li Sûriyeyê diçe cem birayê xweCeladet. Li vir Celadet, wî dibe gel fermandarekî Fransayê. Di hevdîtinê de ku bîranînên Kamûran Bedirxan in, fermandar ji wan re dibêje, we rêxistin ava kiriye, lê bisekinin, hûn planên me xirab dikin. Em jixwe Kurdan difikirin, bi van hevdîtinan ve em dixwazin Kurdistanê ava bikin. Lê tevgera we dibe ku zirarê bide planên me, hûn xwe bêdeng bikin, em ê hel bikin. Li vir jî diyar e ku bi hêviyekê ve bêdeng dikin. Ji bo Tirkan wateya vê çi ye? Tehdîdeke pir mezin e. Her aliyê Tirkiyeyê li hinan parve dikin. Tenê Analyoya Navîn ji wan re dihêlin. Wisa jî çavê wan ditirsînin. Ji Tirkan re dibêjin Tirkiye çû, ji Kurdan re dibêjin em mijara Kurdistanê hel dikin, hûn bêdeng bibin. Di wê navberê de jî dixwazin Tirkan qeneh bikin ku Mûsil, Kerkûkê bigirin.

Konferanseke din heye ku navê wê Qahire ye. Biryarên vê Konferansê veşartî ne, belgeyên wê tinene.

'DI ENCAMA LIHEVKIRINÊN QIRÊJ DE GELAN QIR DIKIN'

Birêz Abdullah Ocalan têkildarî vê dibêje, biryara çaresernekirina pirsgirêka Kurd, avanekirina Kurdistanê…

Biryar wiha ye, "em ti carî nahêlin Kurdistan çêbibe." Wisa soz didin Tirkan. Lê ji bo Kurdên li Başûr behsa îhtîmala mafê otonomiyê tê kirin. Lê Tirk hîleyan dibînin û ji vê bawer nakin.

Di wê demê de berxwedanên Kurdan heye. Li Rojhilat Simko, Bakur Koçgirî, li Başûr Şêx Mahmût Berzencî. Îngilîz bi van serhildanên Kurdan ve hewl didin çavê Tirkan bitirsînin û îqna bikin. Mînaka Şêx Mahmût Berzencî li vir balkêş e. Bi xwe digirin, sirgûnî Hindistanê dikin, dûvre ji bo li hember Tirkan şer bike dîsa tînin. Lê diyar e ev têrê nake. Di wê demê de Komara Qersê heye. Ji bo ku Îngilîz karibin Tirkan îqna bikin, hevdîtinê bi Rûsan re dikin û wê Komarê law dikin. Tirk careke din qeneh nabin. Peymana Fransa û Tirkan heye ku sînorên mabeyna wan xet dike. Ango, wekî dibêjin, "em soz didin Tirkiyeyê belav nakin."

Cotmeha 1922'yan Mutarekeya Mudanya heye ku beriya Lozanê ye. Bi wê ve Trakya, Îzmîrê ji dest Yewnanan digirin û teslîmî Tirkan dikin. Ev hemû xebat, tenê ji bo wan îqna bikin ku eger Mûsil û tengavan bidin, Îngilîz jî ew ê dest ji wan karên Kurd, Ermenî û hwd. bi giştî berdin.

Xuya ye hevdîtinên pir qirêj di navbera Cotmeha 1922'yan û 24'ê Tîrmeha 1923'yan de hene û di encama vê de vê sozê didin Tirkan ku eger dest ji Mûsilê berdin, ew ê jî Ermen, Kurd, Yewnan, Pontûs, Çerkez ji wan re bihêlin. Jixwe divan dîrokan de komkujî û qirkirinên pir mezin pêk tînin. Ev jî di encama van li hevkirinên qirêj de pêk tên. Ev bingehê Lozanê ne.

Lazim e ev jî bê gotin. Di Lozanê de Şerîf Paşa wekî nûnerekî Kurdan diçe ser maseyê. Vê wekî tehdîdeke ji bo Tirkan bi kar tînin. Li hember vê jî Îsmet Înonu dibêje, "Em Tirk û Kurd birayên yek in."

Şerîf Paşa jî di wê demê de Kurdekî nûnerê Osmaniyan ê li Swêdê ye.

Dîplomatê wan e. Îngilîz jê re dibêjin biçe Kurdistanê, dişibe hin bûyerên îro, Kurdan bike yek ku em karibin temsîla wan bi xurtî bikin. Şerîf Paşa jî tê li van deran digere, lê nikare Kurdan bike yek. Vedigere dibêje "min nikarîme Kurdan bikim yek." Di wê navberê de jî têra xwe Tirkan tehdîd dikin. Îsmet Înonu jî xwe dispêre hin daxuyaniyên Mûstafa Kemal Ataturk û nûnertiya Kurd û Tirkan li xwe digire. Kengî Îngilîz û Tirk li hev dikin, wekî tê zanîn Şerîf Paşa di hevdîtina Lozanê de nikare cih bigire. Lozan di esas de ev e. Ji bo ku Îngilîz karibin petrolên Kerkûk û Mûsilê bigirin. Hemû çîrok ev e.

Di peymana Lozanê de bi awayekî fermî çarparçekirina Kurdistanê tineye. Kirina çar parçe di esas de di 5'ê Hezîrana 1926'an de mabeyna Îngilîstan, Iraq û Tirkiyeyê li Enqereyê ye. Lê di bingeh de Lozan, rewakirina parçekirina Kurdistanê ye.

Di wê demê de mebûsên Kurdan yekgirtineke Kurd û Tirkan li meclîsa Tirkiyeyê diparêzin. Refleksên pir balkêş û li cih nîşan didin. Dibêjin ku çima Rojava û Başûrê Kurdistanê tên berdan. Tevî ewqas helwestan jî çima ev yekgirtin pêk nehat?

Mesela dibêjin Mebûsê Kurdistan. Mebûsê Lazîstan jî heye. Ev xwe dispêre Destûra Bingehîn a 1921'an. Çima dijderketin çêdibe? Ji ber ku ev rewş parçekirina Kurdistanê ye. Ew li hemberî parçekirina Kurdistanê û biratiya gelan derdikevin. Tenê ne mebûsên Kurdan, hinên Tirk, Lazîstanê jî dij derdikevin. Dibêjin, lazim e em Mûsilê nedin ti kesî.

Lê, yên ku wekî nûner diçin yekî mîna Riza Nûrî ye. Riza Nûrî jî, Yusuf Kemal heye ku bi eslê xwe Abaza ye, pêşniyarî Ataturk dike ku nekeve nav şandeyê. Ji ber ku ne Tirk e. Piştre Îsmet Înonu dikin berdevk. Dûvre Riza Nûrî poşmaniyên xwe tîne ziman. Dibêje, "min nizanîbû ku ew jî Kurd e." Lê ew bi xwe jî yekî Arnawût e. Yanî li vir feraseta rejîma qirkirinê tê avakirin. Mesela we behsa peymana 5'ê Hezîrana 1926'an kir. Birêz Ocalan dibêje "teqez lazim e ev dîrok wekî destpêka rejîma qirkirinê ya ku li ser Kurd tê ferzkirin bê bidestgirtin."

Dibe ku niha ev nîqaş çarçoveya gotûbêja me derbas bike. Eger welê be, dê pêwîst bike ku em dakevin nav daneyên dîrokê. Mesele, Tirkên Spî hene, Îtîhad Teraqî heye û hwd. çîrokek pir dirêj e. Hin kes hene pir eşkere behsa qirkirina neteweyan dike ku karibin rejîmek tek reng ava bikin. Hemû projeya avakirina tek rengekî ye. Projeyeke Tirkên Spî ye. Ev jî dibe ku vê mijara me derbas bike.

Lê, hatina peymana, konferansa Lozan, nenaskirina Kurdan, tinehesibandina Kurdan, rêvekirina ji bo trajediyeke li ser Kurdan, hemû tehdîd û lîstokên Îngilîzan e ku karibin Mûsilê desteser bikin. Bala xwe bidin êrîşên dawî yên 24'ê Tîrmeha 2015'an jî desteka herî mezin Îngilîstan e. Beriya niha bi çend mehan, dema ku di hilbijartinan de tengav bû, xwe avêtin ber lingê xanima Îngilîz. Ji berku yê xwedî vê projeyê Îngilîz in. Lê mixabin, hê îro em tevahî Kurd vê nizanin.  Ev trajediya îro li ser Kurdan hatiye ferzkirin projeya Îngilîz û Fransiyan e.Berpirsiyariya vê jî dikeve ser milên van hêzan. Ango sererastkirina vê aîdî wan dibe.

Di roja me de Kerkûk hat valakirin, dagirkirin. Li Bakur di weşanên zindî de mirov hatin şewitandin, qetilkirin. Herî dawî Efrîn hat dagirkirin. Gelo em dikarin bejin ku peymana Lozanê di roja me de jî di meriyetê de ye?

95 sal in Lozan di dewrê de ye. Ango ev 95 sal înkara Kurdan e. Hin rêxistinên Kurdan ên ku ji aliyê sîstema navdewletî de tên qebûlkirin hene, wekî YNK, PDK. Lê beriya niha bi çend salan jî di lîsteyên terorî de hatibûn bicihkirin. Sîstemeke ewqasî qirêj e ku Kurdên herî nêzîkî wan jî qebûl nakin. Lê ruxmî van hemûyan, ew têkoşîna dijwar a ku hatî meşandin, hişt ku ew perdeya li ser Kurdan hatiye danîn hinekî were çirandin. Têkildarî vê berxwedana Kobanê pir girîng e. Beriya niha bi 3-4 salan ên mîna Henry Berklay, Hamîlton digotin, Skyes-Pîcota li ser Kurdan hêdî hêdî radibe. Ango, bi vê têkoşînê ve ew Lozana hatî ferzkirin diçere. Yanî Kurd di qada navdewletî de êdî hêdî hêdî tên pejirandin. Giştî ranebibe jî Kurd hêdî hêdî vê diçerînin. Rêyeke vebûye, qelîştokek vebûye. Em biçin em ê karibin bi giştî biçerînin. Dewleta faşîst, rejîma qirker ev dît. Ji bo vê Kobanê, giştî Rojava nimûyên baş in. Li Başûr û Bakur jî nimûyên baş hene. Li vir dîtin ku ew Lozan diçere. Piştî vê ji bo nûkirinê, ew êrîşên 24'ê Tîrmehê dan destpêkirin. Êrîşî Efrînê kirin. Piştî 16'ê Cotmeha 2017'an êrîşî Başûr kirin. Maneya van êrîşan ev e. Kurd dixwazin van peymanan derbas bikin, hêzên navdewletî ji vê re rê vedikin, dewleta faşîst qirker a Tirk dibêje ez rê nadim vê û êrîş dike. Eger ku Kurd vê nebînin, bi rastî jî ev xeteriyeke pêşdatir e.

Niha du aliyên vê hene. Di aliyekî de rejîma AKP-MHP'ê jî Lozanê qebûl nakin û dibêjin ew ê Osmanîtiyê pêş bixin. Li aliyê din jî Kurd dibêjin em ê vê qedera bêyom a Lozanê ji ser xwe biavêjin. Niha wekî şênber ji bo Efrînê gelo mirov dikare çi bêje, dawî li Lozanê tê yan jî Lozan tê nûvejînkirin?

Ev çirandin, vekirina qelîştokekê, rêyekê ye. Kurd tine hatine hesibandin, vê Lozanê qebûl nakin. Tirkên faşîst jî qebûl nakin. Bi gotinek Ahmet Kaya, ev çi nakokiyek dijwar e. Nakokiyek balkêş e. Osmaniyan di dema xwe de 22 mîlyon kare zapt kiribûn, dagir kiribûn. Heta Mexrîb, ta Viyanayê, Yemenê çibûn. Parçeparçekirina Ereban yek jî ji ber vê rewşa Osmaniyan bû. Ev Osmanî ku qira gelan anîbû, bi demê re xwe ji van qadan kişand heta 1920'an. 28'ê Cotmeha 1920'an îcar sondeke wan heye navê xwe Mîsakî Mîllî ye. Li wir behsa 3 mîlyon km kare xakê dikin. Dema ku em tên Lozanê, vê carê xakek 780 hezar km kare dimîne. Niha ev rejîma faşîst dawa vê 3 km kareyan dike. Dibêje ji Mûsil heta Kerkûk heta Batûma Gurcistan, Selanîk, ta Heleb hemû coğrafya min e. Yanî behsa qada dagirkirî dikin. Lê dema ku em behsa Lozanê dikin em dibêjin ku em behsa welatê xwe dikin, warê kal û bavê xwe dikin. Yanî di vî warî de ferqeke pir mezin heye. Rêber Apo got "jinûvekirina Lozanê". Lozanê, gel înkar kirin, bû sedema şerê bênavber. Kurd divê rewşê de her dinav şer de ne. Ti sûda wê ji bo gelên Rojhilata Navîn nîne. Tenê ji bo lepek hêzên emperyalan dibe amûr.

XETERIYÊN ÎRO DIŞIBIN ÊN WÊ DEMÊ; TENÊ FERQEK HEYE

We behsa Skyes-Pîcot, Konferansa San Remo, Qahîrê, Lozanê û hwd. kir. Îro jî hin kes dibêjin ew ji bo rêya çareseriyê li Soçî, Astana digerin. Me di van giştî de dît ku tenê di Sewrê de wekî nav Kurd derbas bûn wekî din Kurd tinebûn. Niha jî xetereyek wisa heye? Yanî mimkûn e ku careke din sîstemeke bê avakirin û Kurdan li derve bihêlin? An jî em nebêjin tenê Kurd, gelan li derve bihêlin?

Xeterî tam dişibin hev tenê ferqek heye, Kurd guherî ne. Niha herçiqasî hêza wan parçeyî be jî bi hêz in. Li Rojhilata Navîn Tevgera Azadiya Kurdistanê pir bi hêz e. Di vî warî de ne, lê wekî din tam dişibe wê. Ji Kurdan re gotine dengê xwe nekin, em ê we bibînin. Heta 1923'yan dema ku Kurd pê dihesin êdî rewş derbas bûye.  Kurdan xwestin di bin rêbertiya Xalidê Cibrî de vê telafi bikin. Li ser vê rêxistina Azadî çêkirin. Em Şêx Saîd jî bi bîr bînin. Di wê dema Sewrê de, Lozanê de Kurdan xwestin telafi bikin, lê qirkirinên mezin anîn serê wan domahiya 10 salan. Niha jî tam rewşek wisa ye. Niha Soçî, Astana, Cinew hene. Li van deveran ji Kurdan re dibêjin "sakîn bibin, em we dibînin." Ji Başûr re dibêjin, "hûn eyb dikin ma çawa çêbû! Em ê we bibînin. Em teqez ji we re dewletekê çêbikin." Van ji Rojava re dibêjin, Başûr re dibêjin, ji hemû Kurdan re jî dibêjin. Pêwîst e hemû gelê me vê bizanibe, ev jî mîna yên berê, giştî xapandin e. Eger ku em naxwazin tiştên beriya sed salan li ser me hatibûn ferzkirin bên dubarekirin, ji bo derbaskirina van xeteriyan, lazim e tiştê ku beriya sed salan me nekir em pêk bînin. Çi ne ev? Divê Kurd xwe bikin yek.

'DERMAN YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE'

Hûn dibêjin derman ev e?

Derman ev e. Ewil, lazim e Kurd xwe bikin yek. Siyaseta xwe bikin yek, hêza xwe ya leşkerî, dîplomasiya xwe bikin yek. Nekevin pey berjewendiyên piçûk ên malbatî. Ji bo vê pêşniyara mine, em bîranînên Şerîf Paşa bixwînin. Şerîf Paşa hatiye, li Kurdistanê geriyaye. Bi malbatên mezin ên Kurdan re hevdîtin kiriye. Bi eman yeman ji Kurdan daxwaz kiriye ku bi yekbûyînekê tevlî van konferansan bibin. Dûvre Şerîf Paşa çi dibêje? "Mixabin, mixabin, mixabin. Min hezaran caran hewl da, lê Kurd nebûn yek." Di vî milî de eger Kurd nebûn yek, mîna Cîgerxwîn gotî, ew ê biçin yek bi yek. Ango, piştî sed salî jî careke din xeterî heye.

Bila ti kes nebêje ku ev rejim ne tenê li dijî hin Kurdan e. Ev rejîm li dijî hemû Kurdan e. Dema ku em van gotinan dikin, hin dibêjin hêzên navdewletî, rejîma faşîst a Tirk tenê PKK'ê qebûl nakin. PKK, ev çil sal in derketiye, lê beriya wê? Tenê di bin lîdertiya birêz Molla Mustafa Barzanî de çiqasî têkoşîn hatiye dayîn heta ku PKK derketiye? Şerê çekdarî yê PKK'ê ji 1984'an ve dest pê kiriye. Molla Mûstafa Barzanî ji 1930'î û vir ve têkoşîn kir. Çend sal? Pêncî sal! Ma wê demê PKK hebû? Dema destwerdana Cezayîrê de ma PKK hebû? Dema mûdaxele li Ebdulkerîm Qasim kirin, ma PKK hebû? Tiştekî welê tineye. Di vê manê de ev rejîm ne tenê li dijî PKK'ê ye, li dijî giştî Kurdan e, gelên din jî tê de ne. Ev rejîma qirkirinê ji bo ku em karibin biçirînin giştî bi hev re, yekîtî lazim e.

Yanî yekîtiya Kurdan tenê têrê nake?

Tenê yekîtiya Kurdan jî têr nake, yekîtiya gelan lazim e. Di serî de Kurd, pê re gelê me yên Ermen, Ereb, Keldan, Suryan, Çerkez û hwd.Li ser zêde nayê axaftin, lê yên ku wekî Kurdan ji yên herî zêde zirar dîtine yek jê Ereb in. 22 dewletên Ereban çêkirin, hemû Ereb bera pêxîra hevûdu dan, gelê me yê Ereb parçe parçe kirin. Wekî din em vê jî nabînin, an jî hinek nabînin. Qaşo dewletek Tirk ava kirin, ajotin ser Kurdan, Kurd û Tirk kirin dijminên hev. Ma gelo niha Tirk pir rehet in? Tirkiyeyeke ku Kurdan qir dike, ma dikare bibe demokratîk? Ma dikare di milê wijdanî de rehet bibe? Ev ji her dem karanînê re vekirî ye. Heman tişt ji bo Îranê jî derbasdar e. Her axaftinek Amerîka tê Îran radibe rûdinê. Ji ber ku potansiyeleke belavkirina Îranê heye. Ji ber ku Îran li ser gelan zextê dike. Yê ku dibêjin "bekaya Tirkiyeyê" ma em in? Bînalî Yildirim negot, "an îstîklal an mirin." Me negotiye, ew dibêjin. Dema ku tu gelên herêmê qir bike, tu nikarî rehet bijî. Her roj tu yê bêjî "an îstîklal an mirin." Xulase, ev konferansa Lozanê giştî bêbextiyek an jî komployek li ser gelê Rojhilata Navîn e. Pêwîst e gelên Rojhilata Navîn vê biçerînin. Rêya vê çi ye? Rêber Apo dibêje rêbaza Neteweya Demokratîk, rêbazaKonfederalîzma Demokratîk. Her miletek di warê siyasî de karibe xwe îfade bike. Rê ev e. Her kî xwe wekî endamke/î Rojhilata Navîn dibîne, lazim e li dijî vê projeya Îngilîstan, Fransayê derkevin da ku ev rejîma qirker bê astengkirin. Ji bo vê jî têkoşîn lazim e. Wekî berê nabe. Gotinek Tirkan heye dibêjin, "Marê ku bimin venade bila hezar salan bijî."Piştî hezar salan be jî wê li te vegere. Hinek îro difikirin ku ji bo ew mar bi wan venede diçin Hîtlerê demê pîroz dikin. Ji bo faşîzma xwe di aliyê destûrî de ava kiriye.

Demekê Hîtler jî pîroz dikirin.

Kirin tabî.  Ji bîr nekî, îro hinek Kurd sibe tu. Tu yê vê ji bîr nekî. Ev Kurdên îro dibe ku derbê bixwin, sibê tu yê zêdetir zirarê bibînî. Ji ber ku ewqas madiyata te heye. Herî kêm Kurdên dîtir madiyata xwe tinene. Îro mal û milkên xwe qasî yên te nînin.

'JI BO WAN FAŞÎSTEK LAZIM E'

Em dikarin bêjin rejîmeke wekî AKP/MHP ji sîstema cîhanî re lazim e? Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de şer hebû, lê di esas de li welatan faşizm pêş xistibûn. Di Şerê Cîhanê Yê Duyemîn de jî faşîstên mîna Hîtler derxistibûn pêş. Vê carê jî yên mîna Erdogan lazim e yan na?

Ev rejîma faşîst şansekî xwe heye. Li cihekî pir stratejîk e. Ji ber vê jî kes ji çav dernaxin. Di dema xwe de Osmanî jî ji ber vê li ser lingan girtibûn. Niha jî ji bo wan faşîstek lazim e. Ji Kurdan, Ereban û gelên din re ji bo ku karibin bêjin "binêrin faşîstek heye, li gor wê. Em nebin hûn nikarin bijîn." Wekî tehdîdekê bi kar tînin ku karibin rizaya gelan bigirin. Duyemîn jî, ji bo ku ji wan faşîstan re bêjin, "binêrin em nebin, Kurd, Ermen û hwd. hene. Em nebin dê we parçe parçe bikin." Ev rejîma wisa dike. Li gor berê ferqek heye; rejîmeke ku li gor berê diranê wê hinekî ketî ji wan re lazim e.

Ev rejîma faşîst ma me çêkiriye? Ev Enwerê faşîst ma me derxistiye? Ev Erdoganê faşîst, ma ez çûm Amerîka, min erêkirin girt û ez hatim? Yên ku avakirine ew bi xwe ne. Dema ku behsa DAÎŞ'ê tê kirin em pir caran dibêjin hêzên rojavayî bi xwe kirine. El-Qaîde ji aliyê hêzên rojavayî hatiye afirandin. Yê ku hêzên rojavayî herî zêde derxistiye meydanê Erdogan e. Ew Cuneyt Zapsû heye, digot wê vî ehmaqî têra xwe bi kar bînin, dûvre biavêjin ser sergo. Ma ev gotinên min in?

YEKÎTIYEK BÊYÎ HIRDEVIRDE

Em dikarin peyama we ya herî dawî bigirin?

Peyam tenê ev e; em di sala 95'emîn a Lozanê de ne, dikevin sala 96'an. Lazim e Kurd vê bizanin, sed sal in êşên herî giran di serî de me kişandine. Ji bo ku ev êşan dewam nekin, ji ber ku gelê me bi rastî jî vê heq nake, gerek Kurd teqez xwe bikin yek. Bêyî hirdevirde. Di milê siyasî, dîplomatîk, leşkerî de, di milê hemû tiştan de xwe bikin yek. Kurdên ku nayên yekîtiyê jî divê em ji nav xwe derxînin. Em wan hewaleyî dagirkeran bikin. Em wan ji Kurdistanê derxin û bêjin "ha ji te re Erdogan, ev Kurdên te ne. Bila li cem te bisekinin ku em bizanin ên vê kirî di eniya pêş de li hember me şer dikin." Pêwîst e em hemû Kurd, vê bikin. Yê ku dibe dostê dagirkeran em rêkin cem dagirkeran. Yê dîtir hemû di eniyê de bibin yek ku em karibin bi rastî jî wê peymana bêyom û xançera li ser dilê Kurdan faşil bikin.