BI DÎMEN

Endamên Konseya Neteweyî ya Ereb: Dewleta Tirk wê têk biçe

Endamên Konseya Neteweyî ya Ereb, êrîşên li Şengal û Rojava şermezar kirin û gotin, "Li dijî van êrîşan, em ê teqez axa xwe biparêzin û serketin wê ya me be."

Endamên konseya Neteweyî ya Ereb, ku di bin sîwana MSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de ne, êrîşên dewleta Tirk ên nîvê şevê li Şengal û Rojava kir, şermezar kirin.

HAMOÛD: SERKETIN WÊ YA ME BE

Endama Konseya Niştimanî ya Ereb û Seroka Komîsyona Jinên Ereb Kahnsa Hamoûd:

"Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojava şermezar dikin. Ev êrîşên dewleta Tirk, qelsiya dewleta Tirk radixe pêş çavan. Tirkiye, rêveberiya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê weke gefekê li dijî xwe dibîne. Dixwaze dest deyne ser van serketinên gelê Rojava. Gelê Rojava ev serketin, ev sîstema rêveberiyê bi xwîna şehîdan afirand û bi vî rengî hebûna xwe îspat kir. Em ê li dijî van êrîşan, axa xwe heta dawiyê biparêzin. Li dijî êrîşên terorî yên dewleta Tirk a faşîst em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

MÛHAMMED: DIVÊ GELÊ EREB JÎ RABE SER PIYAN

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Neteweyî ya Ereb Casim Mûhammed:

"Piştî serketina hêzên QSD'ê ya li hemberî DAIŞ'ê, hikumeta Erdogan a faşîst careke din bi wan re hevkariyê dike. Dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe ya li ser axa Rojava re dixwaze zexta li ser DAIŞ'ê qels bike. Ji ber ku nikare xwe li serketina Rojava rabigire. Em weke nûnerên gelê Ereb ê li Rojavayê Kurdistanê, êrîşên li ser Rojava û Şengalê şermezar dikin. Em ti êrîşên dewleta Tirk ên li axa Rojava qebûl nakin. Weke gelên Rojava em ê li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Bang li tevahiya gelê Ereb ê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dijî dikim, ku li dijî êrîşa faşîzan a dewleta Tirk rabin ser piyan."