Di demên dawî de ji hêla YPG/YPJ û Asayîşê ya Kantonên Cizîr û Kobanê ve li ser endam û rêveberên ENKS'ê operasyon hatibû destpêkirin, gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Derket holê ku ev 35 endam û rêveberên ENKS'ê bi îdeaya qaçaxçitiya mirovan, agahiyên îstîxbaratê ya didin MÎT û kiryarên rûreşî dikin tên sûcdar kirin.
Di hemû hevpeymanên navneteweyî de qaçaxçitiya mirovan û îstîxbarat dayîna derve sûc e
Di hevpeymana Neteweyî Yekbûyî (NY) û hevpeymanên saziyên mafê mirovan ên navneteweyî de, qaçaxçitiya mirovan, çek û tiryakê (hişberiyê) wek sûc tê dîtin û divê li gor qanûna navxweyî ya bi hevpeymana navneteweyî ve girêdayî bê ceza kirin.
ENDAMÊN ENKS'Ê QAÇAXÇITIYA ÇEK Û MIROVAN DIKIN
Endamên ENKS’ê yên aktîf li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Tirbêsiyê û Kantona Kobanê ku ji hêla Asayîş û YP/YPJ’ê ve hatine girtin, darizandina wan berdewam dike. Derket holê ku ev endamên ENKS’ê ne ji ber çalakiyên ji hêla ENKS’ê ve hatî kirin tên darizandin, berevajiyê wê bi qaçaxçitiya mirovan, çekan, agahiyên îstîxbaratî didin Parastin a PDK’ê, dewleta Tirk û opozîsyonê tên darizandin.
Navên endamên ENKS’yî yên girtî ku bi qaçaxçitiya mirov, çek û agahiyên îstîxbaratî didin PDK’ê û dewleta tirk wiha ne: Sebah Ehmed Umer, Umer Îbrahîm Umer, Mîzer Hemad Xidan, Mihemed Mustefa Şikrî, Berekat Hacî Keleş, Cafer Bekir Hesam, îsa Yusif Hisên, Ferhad Sebrî Umer, Hozan Ibrahîm Silêman, Yûsif Ibrahîm Ebîd El-Rehman.
Navên ên li Kobanê girtî ne û agahiyên îstîxbaratî didin dewleta tirk û opozisyonê yên li Cerablûsê jî wiha ne: Feyad Mihemed Emîn Miho Zada, Feysel Ebdurehman Miho Zada, Mihemed Remedan Mihemed, Mihemed Salih Şahîn, Fewaz Derwêş Misko Zada, Mahmûd Salih Elî.
DIXWAZIN ROJAVA VALA BIKIN!
Ji bilî van 20 kesên girtî ku alîgirên ENKS’ê ne û bi dewleta tirk re hevkariyê dikin, bi Qaçaxçitiya mirovan, çekan a li Tirkiyê û başurê Kurdistanê re dixwazin Rojava ji mirovan vala bikin.
Navê 20 kesan wiha ye: Tîrêj Ebdurehman Seyîd Îsa, Cebir Reşît Silo, Zozan Kinan îbrahîm, Şêxo Feysel Xelîl, Evdirehîm Sebrî Igêlî, Ednan Casim Hesen, Kanîwar Hesen Xilêf, Kanîwar Yahya Îbrahîm, Mihemed Hisên Elî, Mihemed Somê Rebîa, Mûrad Ebdilezîz El Seyîd, Mihemed Kinan Îbrahîm, Necdet Mihemed Emîn Îsmaîl, Mesûd Mihemed El Ebo, Yasîn Remazan Mihemed, Cinah Salih Keleş, Hesen Mihemed Selîm Ecac, Rifeayî Hesen Hesen, Remedan Elî El Ehmed e.
Hat gotin ku ev endamên ENKS'yî ku kaçaxçitiya çekan dikin, yek bi yek di ser dewleta tirk de ji Cebhet El Nûsra re tên şandin. Hat ragihandin ku gelek çekên Elmanya ji pêşmergeyên PDK'ê re hatine şandin, piraniya wan winda ne. Tê gotin ku Elmanya dest bi lêkolînan kiriye.