Endamê Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan li Erdîşê hate veşartin
Cenazeyê Endamê Tabûra Nemiran Ozkan Şahîn bi nasnav Rojhat Zîlan ku 1'ê Cotmehê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kir, li navçeya Erdîş a Wanê hate veşartin.
Cenazeyê Endamê Tabûra Nemiran Ozkan Şahîn bi nasnav Rojhat Zîlan ku 1'ê Cotmehê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kir, li navçeya Erdîş a Wanê hate veşartin.
Yek ji du endamên Tabûra Nemiran ku li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin cenazeyê Ozkan Şahîn ji aliyê polîsan ve hate revandin û bi şev birin Erdîşê.
Cenazeyê gerîla piştre li taxa Qeredoganê bi amadebûna ferdên malbatê hate veşartin.
Polîs û leşkerên ku dor li taxê girtin, nehiştin ku ji bilî ferdên malbatê kes tevlî merasîma cenaze bibin.