Endamê Konseya Biryargeha HPG'ê Egîd Civyan hate veşartin

Endamê Konseya Biryargeha HPG'ê û Fermandarê Qada Botanê Vahiyettîn Karay (Egîd Civyan) ku li Wanê şehîd bûbû, li Geverê bi dorpêça leşkerên Tirk hate veşartin.

Cenazeyê Endamê Konseya Biryargeha HPG'ê û Fermandarê Qada Botanê Vahiyettîn Karay (Egîd Civyan) ku li Wanê şehîd bûbû, ji hêla malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Wanê şevê dî hate standin. Cenazeyê Karay bi anîne gundê Civyan a Geverê ya Colemergê.

Beriya ku cenaze were veşartin bi sedan leşkerên Tirk gund dorpêç kirin.

Leşkeran tenê hiştin ku ji malbatê 3 kes cenaze veşêrin.

Cenazeyê Karay bi dorpêça leşkerên Tirk ên dagirker hate veşartin.