Encu: Edalat di binê bîrê de be jî em ê derxin

Velî Encû yê ku di encama bombebaran balafirên Tirk de 33 xizmên wî hatî kuştin diyar kir ku wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Encu got, “Edalet di binê bîreke kûr de be jî, em ê ji wir derînin.” 

28’ê Kanûna 2011’î li navçeya Qileban a Şirnexê di encama bomberbarana balafirên şer ên atêşa Tirk a dagirker de 19 jê zarok, 33 gundiyên Roboskiyê hatibûn kuştin. Ligel ku ev 7 sal li ser vê komkujiyê re derbasî bûne jî kiryarên bûyerê hesap nedane û dernexistine li pêşberî edaletê. Hemû hewldanên hiqûqê yên xizmên qurbaniyan bêencam man. 

Heta niha ne DMME’yê di derbarê komkujiyê de biryareke adîlane daye, ne jî parêzerên dosyayê şopandina pêwîst kirine ku encama pêwîst derkeve. 

'NE KUJER; QURBANÎ HATIN SÛCDARKIRIN'

Encu diyar kir ku ji komkujiyê û heta niha malbatên Roboskîyê li rastî gelek zext û êrîşan hatine û ev jî girêdayî têkoşîna wan a dixwazin berpirsyarên vê komkujiyê yên leşkerî û siyasî derxin holê ye. Encu got, “Doza ji dadgeha qaşo sivîl girtin dan dadgeha leşkerî. Bi vî awayî xwestin doz bê encam bimîne û zor û zehmetiyan derxin pêşiya me.” 

'DIXWAZIN ROBOSKIYÊ BIDIN JIBÎRKIRIN’

Encu da zanîn ku rayedarên demê yên leşkerî û siyasî, ji bo bûyerê manîpule bikin, ser binixumînin û ji raya giştî veşêrin, daxuyaniyên berovajîkirinê dan. Encu got, “Xwendekarên ku tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiyê bûne ,girtin û avêtin zindanan. Rojnameger, rewşenbîr û nivîskarên ku xwestin komkujiyê bînin ziman, bêdeng kirin.”
 
BANGA BIBÎRANÎNÊ 

Encu got ku ji ber kêmasiya parêzerên dosyayê, mafê malbatên Roboskiyî yên lêpirsîna edaletê ji destê wan hat girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Niha dosya kîlît bûye. Me dîsa tevî îhmalên parêzeran û biryara DMME’ê ya neyînî, dibêjin ku heke edalet di binê bîreke kûr de be jî, em ê wê bigirin û ji wir derînin.” 
Lewre em bang li her kesî parazvanên mafê mirovan û hiqûqnasan dikin ku tevkariya me bikin. Dîsa em bang li her kesî xwedî wijdan dikin ku di 7. salvegera komkujiyê de li ser gorî her kes tevlî merasîma bibîranînê bibe. Ez vê bangê ji bo her kesê ku hêviya xwe ji edaletê birî dikim.”