Encu: Divê bi lezgîn dev ji van kiryaran berdin

Parlemterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, li pêşiya Girtîgeha Kandira ya ku bê hiqûqî lê hatibû girtin daxuyaniyek da. Encu diyar kir ku hê jî hevserokên HDP’ê, parlemeter û rêveberên partiyê girtîne û got: “Divê bi lezgîn dev ji van kiryaran berdin.

Encu wiha got:

"Beriya her tiştî em ji ber vê berdanê ne kêfxweş in. Du hevserokên me yên giştî û hevalên me yên din rehîn tên girtin, nêzî 70 hevşaredarên me, rêveberên partiya me û gelek hevserokên me yên bajarm bi biryareke siyasî hîn jî di hudnur de ne ku ev jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê pergala huqûqê bê çi qasî girêdayî desthilatdariyê ye û bê em bi biryareke siyasî ya çawa hatine girtin. Hele di pêvajoya referandûmê xwestina wan a nexebata me, bi çewisaninên li ser gelê me, bi girtinan eşkere ye ku dixwazin di referandûmê de 'Erê' der bixin. Divê demildest dawî li van kiryarên bêserûber bê û hevalên me bên berdan, da aramî, aştî li welat peyde bibe. Em ji bo vê têdikoşin.

Bi taybetî jî di pêvajoya girtîgehê de ji bo hemû kesên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê me bi tenê nehiştin û peyamên piştevaniyê şandin spasiyên xwe pêşkeş dikim.Em spasiya gelê xwe, saziyên civaka sivîl ên xwedî li me derketin dikin. Berxwedana wan li girtîgehê bû berxwedana me. Ji bo her kesî spas."

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya li pêşiya girtîgehê Encu pêşwazî kir, diyar kir ku derketina Encu buyerekî xêrê ye. Kaya wiha got: “Pêwîstiya welatê me bi bûyerên bi vî awayî yên bi xêr heye. Hevserokên me, wekîlên me û hemû hilbijêrên me niha girtî ne. Di wê hêviyê de me ku di demekî pir kin de ew jî bên berdan. “