Êvarê piştî ku konferansa Êzidî-Feylî ya bi dirûşmeya “Ber bi Pêkanîna Bingehê Edalet û Wekheviyê” bidawî bû, encamnameya wê ji raya giştî re hat parvekirin.
Encamname ku ji 17 xalan pêk dihat bi giranî balê dikişînin li ser pêwîstiya xebat û têkoşîna zêdetir ya hevbeş a ji bo parastina pêkhateyên resen ên li Iraqê û dabînkirina mafên wan.
Xalên di encamnameyê de hatinî diyarkirin bi vî rengî ne:
- Têkoşîn ji bo bihêzkirina hebûna siyasî, civakî û çandî ya herdu pêkhateya Faylî û Êzidî.
- Yekgirtin û serbixweyiya gotar û biryara siyasî.
- Bi fermî komkujiya Êzidiyan were naskirin.
- Êrêşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û derdora wê weke berdewamiya êrişên DAIŞ’ê û dewleta Osmaniyan ya ji bo komkujiya pêkhate û binpêkirina serweriya Iraqê were naskirin.
- Îradeya pêkhateyan li ber çavan were girtin û li hemû saziyan nûnertiya wan bê cudahî were garantîkirin.
- Ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya hejmara 43 ku di 22’yê Sibata 2022’yan de derketiye rêz were girtin. Di heman demê de, di warê ji rê derxistina vê biryara dîrokî de hişyariyê didin.
- Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo parastina Çand, bîrûbariya, coxrafiya Êzidiyan were naskirin û bike hîmê siyasî û civakî ya Êzidiyan. Ji bo pêşkeftin û pêşveçûnê û xweparastina ji bo îradeya xwerêveberiyê derfet werin afirandin.
- Rê were girtin ku sîstema Xwerêveberiya Şengalê sûd ji alîkariya navneteweyî bigire. Hikûmeta Iraqê bûdceya taybet ji bo veqetîne, ji bo ku sûdê bide mijarên fêrkirin, xizmetguzarî û afirandina derfetên kar.
- Karkirina li ser hîmê herêmên wêranbûyî yên Faylî û Êzidî û vegera koçberan li ser warê xwe. Dûrxistina pêşbaziyên hizbî û rêxistinên siyasî yên navnxweyî û derve.
- Redkirina lihekvirina di navbera Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û were itirafkirin ku ev lihevkirin bi ti awayî nûnertiya îradeya Êzidiyan nake.
- Ji bo vegerandina jin û zarokên Êzidî yên hatine revandin û avakirina navendekî ji nû ve perwerdekirinê hewl were dayîn.
- Li hemberî hewldanên ji bo guhertina şûnwarên Êzidî û Fayliyan rawestîn û herwiha her sê serokên Iraqê çavdêriyê bikin.
- Di çarçoveya bihêzkirina sîstemekî nemerkezî de rê were dayîn ku Komelgeha Kurdên Faylî li Bexda û herêmên din ên Iraqê xwe rêxistin bikin.
- Wê ev konferans bibe hîmê bingehîn ê ji bo karê hevbeş ê di navbera pêkhateyên resen ên Iraqê de.
- Karkirina ji bo parastina çand û zimanê tevahiya neteweyan ku bi hemû awayî di destûra Iraqê de heye.
- Pêwîste em hemû bizanibîn ku azadiya jin, ji bo her guhertinek civakî û çespandina ewlehî û asayişê û aramiyê rolek sereke ye. Ji bo vê jî pêwîste jin li tevahiya karûbarên de rola xwe zêde bikin. Daxwazê ji tevahiya jinên pêkhateyan dikin ku têkoşîna jinan rêxistin bikin û sûd ji ezmûna hev bigirin.
- Avakirina lijneyek ji herdu pêkhateyen ji bo çavdêrkirina biryarên konferansê.