Encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya DBP'ê

DBP’ê encamnameya civîna xwe ya Meclîsa Partiyê ragihand. Di encamnameyê de hilbijartina bi dek û dolab û destketiyên gel hatin destnîşankirin.

Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li Amedê civîna xwe pêk anî û encama hilbijartina 24'ê Hezîranê  nirxand. Meclîsa DBP'ê diyar kir ku tevî hemû zext, tundî, lîstik û astengiyan tifaqa gelan bi ser ketiye. Meclisa DBP'ê da zanîn ku hebûna HDP'ê ya li meclîsê ji bo nûnertiya jin, ciwan û rengên cuda yên gelên Tirkiye eniyek herî girîng a li hemberî rejîma yek zilamî ye. 
 
Meclîsa Partiya Herêmên demokratîk (DBP), di serokatiya Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr de di navbera 7-8'ê Tirmehê de li Salona Konferansê ya Rêxistina Bajar a Amedê pêk anîn. Meclisa DBP'ê encama hilbijartina 24'ê Hezîranê nirxand û encamnameya giştî aşkere kir. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku tevî hemû zext, tundî, astengî, lîstik û hîleyan tifaqa gelan di hilbijartinê de bi ser ketiye. Meclîsa DBP'ê di encamnameyê de diyar kir ku AKP-MHP'ê biryara hilbijartina zordest girtiye û ji ber vê yekê hilbijartina 24'ê Heziranê di şertên asayî û demokratîk de pêk nehatiye. Meclîsê di encamnameyê de wiha got: "Erdogan û yekîneyên xwe bi qanûnên Rewşa Awarte di serî de kurt û hemû beşên çepgir, sosyalîst û demokratîk, binçav kirin û girtin. Xwestin bi operasyonên girtinê wan belav bikin. Bi taybetî li dijî Efrîn operasyon pêk anî û bajarê kurdan bombe kir. Niha jî dixwaze li dijî Minbiçê pêk bîne. Bi rêbaza dagirkirinê hewl dide hestê nijadî yê gelê tirk sor bike. 
 
QEYÛMAN XIZMETA ÎKTÎDARÊ KIR
 
Di şertên ne wekhev de hilbijartin pêk hat. Medya bû dengê îktîdarê. Qeyûm ji îktîdarê re xebitî. Hemû rê û rêbazên medya civakî li pêş muxaletefê hat girtin û hilbijartin li Kurdistanê di bin Rêveberiya Rewşa Awarte de pêk hat. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de Qeyûman hemû derfetên şaredariyan xist xizmeta îktîdara AKP'ê.  Bi destê AKP'ê gelek lîstik û hile hatin kirin. Zext û zor pêş xistin. Ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêlin serî li hemû rê û rêbazan dan. Lê tevi her tiştî HDP'ê bend derbas kir. Namzetê HDP'ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş li dijî hiqûq, Qanûna Bingehin û pîvanên gerdûnî bi awayekî girtî ket pêşbirga hilbijartinê. Bi vî rengî di nava şert û mercên ne wekhev de hilbijartin pêk hat." 

Meclîsa DBP'ê di berdewama encamnameyê de bal kişand ser komkujiya li Pirsûsê û wiha lê zêde kir: "Bi destê AKP'ê li Pirsûsê komkujiya li dijî mirovahiyê pêk hat. Bi vê yekê peyam da beşên demokratik. Îtîfaqa AKP-MHP'ê ji bo zêdebûna meclîsê têxe destê xwe hemû derfetên dewletê seferber kir. Ji bo gel neçe ser sindoqan serî li hemû rê û rêbazan dan. Li bajarên Kurdistanê polîtîkayên pir alî pêş xistin. Lê tevê hemû zor û zextan dîsa îtîfaqa gelan be ser ket. Gel eleqeyek mezin nîşan dan û çûn dengê xwe dan. Tevî hemû zextan gel li cem HDP'ê cihê xwe girt. HDP'ê ji sedî 11.70 derbas kir û 67  wekîl derxist. Di şertên ne rewa de hilbijartin pêk hat. Di şertên mijarperestî, mezhebperestî, zayendîperestî pêş ket de hilbijartin pêk anîn. Tevî her tiştî HDP ket meclîsê. Hebûna HDP'ê ya li Meclisê ji bo nûnertiya jin, ciwan, rengê gelan pir girîng e. Hebûna HDP'ê ya li meclîsê ji bo nûnertiya jin, ciwan û rengên cuda yên gelên Tirkiye eniyek herî girîng a li hemberî rejîma yek zilamî ye. Ji ber vê yekê bi serketina HDP'ê gelên Tirkiye bi ser ketine.

Divê bê zanîn ku armanca AKP û Erdogan ne rejîma yek mirov e. Armanca wan hemû hêzên muxalif bi temamî bêdeng bike û vîna wan têxe kontrola xwe. Dixwazin her dem di nava civakê de bê heviyê pêş bixin. Dixwazin rê li pêş siyaseta demokratîk bigirin. Çareseriya li dijî vê yekê Neteweya Demokratîk e. Ji bo Tirkiye ji nava vê qiriza siyasî û civakî rizgar bibe, çareserî neteweya demokratîk e. Divê hemû reng û baweri di nava hevde bi hevre wekhev bijîn. Divê gelê Tirkiye li dijî faşizmê têbikoşin. Ev têkoşîna pir çandî, pir nasnameyî û azadiya jinê û ekolojiyê ye. Li dijî rejima Yek Zilam Erdogan û AKP'ê têkoşîna demokratîk pêwist e. Ji bo mezinkirin û belavkirina vê têkoşînê erka me ya sereke ye. Ji bo vê yekê jî divê em beri her tiştî li Kurdistanê li dijî îtîfaqên faşist yekîtiya neteweya kurd pêş bixin. Di avakirina Neteweya Demokratîk de Yekîtiya Neteweyî esas e. Gelê me bi têkoşîna xwe ya demokratîk, azadîparêz û wekhev, ku tevî hemû astengî û hileyan di 24'ê Heziranê de bû bersîv. Em spasdarên gelê xwe ne."