Encamnameya civîna Meclîsa Damezrêner hat ragihandin
Di encamnameya Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de hate destnîşankirin ku Bakur parçeyek ji Sûriyeya Federal û demokratîk e.
Di encamnameya Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de hate destnîşankirin ku Bakur parçeyek ji Sûriyeya Federal û demokratîk e.
Di encamnameya Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de hate destnîşankirin ku Bakur parçeyek ji Sûriyeya Federal û demokratîk e û bang li hemû hêzên Sûriyeyê yên siyasî û civakî hat kirin ku bi awayekî aktîf beşdarî avakirina sîstema demokratîk bibin.
Piştî ku belgeya siyasî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hat avakirin, encamnameya civînê bi civînekê çapemeniyê bi beşdariya bi dehan dezgehên çapemeniyê yên xwecih û derve, ji aliyê Endama Meclîsê Elizabeth Koreyî ve hat xwendin.
Encamname wiha ye:
″Di çarçoveya geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û herêmê û di encama xebat û amadekariyên ku ji dema avakirina Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk de ji 17′ê Adarê ve dest pê kirine, civîna duyemîn di 27-28-29′ê Kanûna 2016′an de li bajarokê Rimêlan bi beşdariya 165 endamên ji hersê Kantonan û herêma Şehbayê hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Damezrêner der barê rewşa heyî de nirxandin kir. Her wiha bi navê Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê axaftin hat kirin û rewşa dawiyê ya Sûriyeyê hat nirxandin.
Paşê Endamên Meclîsê rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriyeyê û bi taybet herêmên Bakurê Sûriyeyê nîqaş kirin û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Cerablûsê, çavberdana wê ya dagirkirina bajarê Babê, gefxwarina wê ya li hember bajarê Minbic û Efrînê û guherînên demografî ku Ii herêmê pêk tîne, her wiha hedefkirina sivîlan nirxandin û pêwîstiya rawestandina dagirkeriya Tirkiyeyê a li axa Sûriyeyê hat destnîşankirin.
Beşdaran geşedanên leşkerî yên li bajarê Helebê û Palmêra û encamên wê di guherîna dengeya hêzan de, her wiha bandora wê ya li qonaxên pêş vegotin û bal kişandin ser girîngiya nîqaşên der barê agirbestê de ku niha tên kirin û pêşxistina danûstandinên siyasî û pêwîstiya beşdariya hemû hêzên sereke.
Beşdaran destkeftiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD′ê di hemleya rizgarkirina Reqayê de nirxandin.
Piştre rapora Desteya Rêveber hat xwendin û tê de hemû çalakiyên ku komîteyan ji civîna destpêkê heta dîroka lidarketina civîna duyemîn a meclîsê hatin vegotin. Her wiha xala bingehîn a civîn (Hevpeymana Civakî) hat nîqaşkirin û hin xalên wê hatin sererastkirin û hinên din hatin zêdekirin û bi vî awayî bi dengê piraniya endaman hat erêkirin.
Her wiha Meclîsa Damezrêner belgeya siyasî ku nêrîna wê ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê vedibêje esas girt. Meclîsê diyar kir ku Federaliya Bakurê Sûriyeyê parçeyek sereke ji Sûrieyeya Federal û Demokratîk e. Federalî çareseriya demokratîk ji Sûriyeya pêşerojê re ye û dê Sûriyeyê ji aloziya heyî derxe û rê li pêşiya rûxandina civakê bigire. Her wiha pêkhateyên ku şoreşa 19′ê Tîrmehê pêk anîn û xebatên xwe li ser bingehê jiyana hevbeş û li gorî pîvanan Neteweya Demokratîk saz kirin û bingehê çareseriyê pêş xistin, her wiha gelek proje û berjewendiyên li dijî gelê Sûriyeyê vala derxistin. Tecrubeya di rêvebirina pêvajoyê de bû nimûneyek ji tevahiya Sûriyeyê re.
Em bang li hemû hêzên demokratîk û niştîmanî yên baweriya wan bi çareseriya siyasî heye (ku berê xwe bidin herêmên ferderaliya demokratîk ên li Bakurê Sûriyeyê hatine rizgarkirin) dikin ku em bi hev re û bi yek destî Sûriyeyeke Federal û Demokratîk ku hemû gelê herêmê cihê xwe di nav de bigire ava bikin. Her wiha bang li hemû hêzên siyasî û civakî yên li Bakurê Sûriyeyê dikin ku bi awayekî çalak tevlî Sîstema Demokratîk bibin û xurt bikin.
Ev serkeftina ku bi xwîna şehîdan hat bidestxistin, bi boneya cejna sersalê diyariya me ji hemû gelê Sûriyeyê re ye.”