'Encamên referandûmê wê di nava 72 saetan de bên eşkerekirin'
Desteya Hilbijartinê ya Bilind û Komîsyona Referandûmê ragihandin, ku rêjeya tevlîbûnê ya li referandûmê 72 ji sedî ye û encamên referandûmê jî wê di nava 72 saetan de bên eşkerekirin.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind û Komîsyona Referandûmê ragihandin, ku rêjeya tevlîbûnê ya li referandûmê 72 ji sedî ye û encamên referandûmê jî wê di nava 72 saetan de bên eşkerekirin.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind û Komîsyona Referandûmê, li ser referandûma li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat raighandin ku rêjeya tevlîbûna li referandûma li Herêma Kurdistanê û cihên li derveyî îdareya wê hate kirin, 72 ji sedî ye.
Berdevkê Komîsyona Referandûmê û Desteya Hilbijartina Bilind Şîrwan Zîrar li Hewlêrê daxuyanî da û got, "Bi giştî 3 mîlyon û 985 hezar û 120 hilbijêr xwedî mafê dengdanê ne."
Li gorî medya PDK'ê, Zîrar anî ziman, ku encamên referandûmê wê di nava 72 saetan de bên eşkerekirin.