Encamên fermî yê referandûmê hate eşkerekirin

Encamên fermî yên referandûma ku di 25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê hatî kirin, hate eşkerekirin. Rêjeya tevlîbûna referandûmê ku 72 ji sedî bû, hilbijêran 92,73 ji sedî gotin ‘erê’ û 7,27 ji sedî jî gotin ‘na’.

Encamên fermî yên referandûma 25’ê Îlonê ya Başûrê Kurdistanê hate eşkerekirin. Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartinê rêjeya tevlîbÛnê 72 ji sedî ye. Her wiha 4 mîlyon 581 hezar hilbijêrên ku qeyda wan heyî 3 mîlyona 305 hezar û 925 kesan deng bikar aniye.

3 mîlyon 85 hezar û 935 deng hate qebûlkirin û 21 hezar û 180 deng jî nehatin qebûlkirin.

Li gorî vê 92,73 ji sedî hilbijêran dengê ‘erê’ û 7,27 ji sedî jî dengê ‘na’ bikaranîne.