‘Encama zewaca bi zorê, hevberdan e!’

Ji ber nîşandana qertek a nexşeya Kurdistana mezin li ser, Wezareta Derve ya Tirkiyê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku daxuyaniyekê bide, her wiha êrîşî rêveberên Hikûmeta Herêmê dike û ji wan re dibêje; ‘Hedê xwe nizanin’.

Partiya Demokratî Kurdistanê (PDK) li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tiştek nemaye ku radestê Tirkiyê bike, ji dahata petrolê bigre heya hevkartiya ji bo dagirkirina piraniya xaka Başûrê Kurdistanê, parastina baregehên leşkerî yên Tirk, alîkarîdayîna îstîxbaratî ya derbarê gerîlayên azadiya Kurdistanê û her wiha radestkirina penaberên siyasî ji bo dewleta Tirk a dagirker. Lê ev hemû têra Tirkiyê nekirin û tenê li ser nîşandayîna qerteke ji Papa re ku nexşeya Kurdistana mezin li ser, îro her yek ji berdevkên AKP’ê Omer Çelîk û Wezareta Derweya ya Tirkiyê daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku derbarê wê de daxuyaniyekê bidin.

Di daxuyaniye dewleta Tirk de tevî heqaret û bê rêziyên li hemberî rêveberên Hikûmeta Herêmê kirin dibêje: “Hin rêveberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên hedê xwe nizanin di dema serdana Papa ya ji bo herêma Kurdistanê qerteke  nexşeya Kurdistanê li ser hatiye nîşandan ku hin bajarên me di nava nexşeyê de hene, ev jî cihê metirsiyê ye ji yekparetiya dewletên cîran ên Iraqê.” Mebesta wan bajarên Bakurê Kurdistanê ye.

Di heman demê de Wezareta Derwe ya Tirkiyê heqaretên xwe yên li hemberî rêveberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê didomîne û dibêje: “Ev nêzîkatiyê berpirsên Herêmê, karên binkeftî yên me yên berê tînin bîra me. Di heman demê de Tirkiye di daxuyaniya xwe daxwaza daxuyaniyek lezgîn ya derbarê nîşandayîna wê qertê ji berpirsên Herêma Kurdistanê dike.”

Çalakvan Mihemed Casim di derbarê vê daxuyaniya Wezareta Derwe ya Tirkiyê dibêje: “Dema nexşeya Kurdistana mezin tê holê, Tikiye û desthilata wê ji Barzanî hesab dixwazin ango çawa şaşitiyek wiha kiriye û nabe ku ji bilî Başûr, Kurdistana mezin li ser ti maseyekî danustandinê û cihekî din hebe. Ew jî rastiyekî dîrokî ye ku Tirkiye û desthilata wê ya faşîst di ti dem û qonaxekê de naxwazin Kurdistanek mezin hebe û fermî bibe. Ji ber wê PDK û Barzanî baş bizanin ku Tirkiye dijminê hemû Kurdan e û dest ji wê hevkariya xwe ya bi wê dewletê dagirker berdin.”

Li ser heman mijarê rojnamevan Şoreş Benek jî got: “Ji niha ve carekî din metirsî li ser Şengal heye û dibe ku ev lîstoka di navbera Tirkiye û PDK’ê de ev e be ku rojeva Şengalê biguherin û bi hêsanî planên xwe li ser gelê Êzidî birêve bibin û bi şêweyekî bêdeng fermanekî din li ser gelê Êzidî pêk bînin.”

Benek wiha domand: “Ev gefê ku Tirkiye li Herêma Kurdistanê dike, sedemê wê binketina dewleta Tirk ya li Garê ye. Bi vî rengî dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixe nava planên xwe yên li dijî Tevgera Azadîxwaziya Gelê Kurd û tewîzên zêdetir ji Herêma Kurdistanê dixwaze.”

Hêjayî bibîrxistinê ye di referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê ya 25’ê Îlona 2017’an de heman nêzîkatî Tirkiye li hember rêveberiya Başûr û dîsa hikûmeta Başûrê Kurdistanê kiribû.

Berê jî bi dehan car şarezayên siyasî û partiyên siyasî daxwaz ji PDK’ê kiribûn ku dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk berde, ew dewlet dijminê xedar ê gelê Kurd e, lê her ku diçe PDK zêdetir diçe hembêza Tirkiyê. Ev jî encamê wê bû ku îro me dît, weke gotinek yê pêşiyên me heye ku dibêje; “Encamê zewaca bi zorê, hevberdan e!”