Emîne Şenyaşar a ku daxwaza edaletê dike, hate destgîrkirin

Emîne Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "edaletê" çalakiya rûniştinê dike, ji aliyê polîsên Tirk ve hate destgîrkirin.

Emîne Şenyaşar 7 roj bû ku li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "edaletê" çalakiya rûniştinê dikir.

Şenyaşar ji bo hevserê xwe û zarokên xwe yên ku sala 2018'an hatin qetilkirin, daxwaza edaletê dikir.

Polîsên Tirk di roja heftan a çalakiya Şenyaşar de bi îdîaya ku "heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ji bo Şenyaşar got, "Li ser îdîayekê ji bo wergirtina îfadeya wê destgîr kirin. Ez ê şopdarê vê bûyerê bim."

Çalakiya Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber edliyeyê dewam dike.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartinên giştî yên 2018'an, di 14'ê Hezîranê de di dema serdana wekîlê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz a li esnafan, parêzvan û xizmên wî êriş birin ser kargeha malbata Şenyaşar û piştre li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî ev êriş dewam kirin. Di encamê de jî Haci Esvet Şenyaşar (67) û kurên wî Adil (36) û Celal Şenyaşar (41) qetil kirin.