Emîn: Mafê mirovan bi tenê ji bo parastina berjewendiyên welatên hegemonîk tê bikaranîn

Şarezayê qanûnên navnetewî Dr. Huner Emîn bal kişande ser dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Destwerdana ji derve sedemê xirabbûyîna rewşa siyasî û aborî ya Iraqê ye.

Profesor Huner Emîn Hesen ku Cîgirê Serokê Zanîngeha Çermo ye û di beşa qanûnên tawanên navnetewî de xwedî doktora ye, di hevpeyvîna xwe ya taybet bi ANF’ê de destwerdana welatên hegemonî û yên herêmê di nav kar û barên Iraqê, tengasiyên ku Iraq pêre rû bi rû ye, êriş û binpêkirinên berdewam ên Tirkiyê li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

‘PIRSGIRÊKÊN LI IRAQÊ JI BER DESTWERDANA HÊZÊN BIYANÎ YE’

Di derbarê bandora destwerdanên welatên biyanî li meydana siyasî ya Iraqê, Dr. Huner Emîn wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ew hemû pirsgirêkên li Iraqê heyî, beşek ji wan girêdayî berjewendiyên siyasî yên navnetewî ye ku dewletên hegemon berjewendiyên xwe tê de dibînin lewma destwerdanê li proseya siyasî ya li Iraqê dikin. Wate sedemê hebûna hemû tengezariyên li Iraqê di dereceya yekemîn de ji ber destwerdana welatên hegemonîk e û piştre jî ber destwerdanên welatên herêmî ye. Ji ber vê em dikarin bibêjin pirsgirêkên li Iraqê heyî di encama destwerdana welatên hegemon û yên herêmî ye; lewre rolê welatan bandoreke rasterast li ser rewşa Iraqê heye.”

“ÊRIŞKIRINA LI SER KAZIMÎ ENCAMEK BÛ”

Emîn bal kişande ser êrişa ku beriya niha li ser Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêk hat û got, “Dema encamên hilbijartinekê tê ragihandin, hin bi ser dikevin û hin jî serkeftinê bi dest naxînin; di vê hilbijartinê de hin hêzên siyasî ku di hilbijartina berê de piraniya kursiyan bi dest anîbûn, di vê hilbijartinê de bin ketin ku xwedî hêzên leşkerî be û xwe di hilbijartinê de amade kiribûn ku bibin xwedî hêzeke mezintir. Dema ku parlementoyê pêşiya xwepêşanderan sekinî, vêca ew aliyên ku li pişta xwepêşanderan bûn ketin nava hewldanê û ew êriş li ser Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî pêkanîn.

Hêvîdar im ku tengezariyên heyî zêdetir nebin ku bibin sedemê şerê navxweyî yê mezhebî biqewime. Ji ber wê bi nêrîna min êrişkirina li ser Kazimî encamê hilbijartinê bû, hêvîdar im ku ew tengasiyane mezintir nebin, ji ber ku wê bandoreke xwe yê xirab li ser meydana siyasetê û rewşa aborî ya li Iraqê bike.”

“TIRKIYE BI HINCETA METRISÎ LI SER EWLEHIYA NETEWÎ HEYE ÊRIŞÊN XWE REWA DIKE”

Dr. Emîn îşaret bi parastina sînor û serweriya welatan li gorî qanûnên navnetewî kir û wiha êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker girte dest: “Her welatê ku dibe endamê Neteweyên Yekbûyî, sînoreke erdnîgarî ji bo wê tê diyarkirin ku rê nede ti welatekî din wê sînorê derbas û serweriya vî welatî binpê bike.  Di qanûnên navnetewî de çend xal hene ku welatên heyî bi rêya wan dikarin sînorê welatekê din derbas bikin.

Di qanûnên navnetewî de yek ji wan xalên ku rê dide welatên heyî sînorên hevdu derbas bikin ev e ku dema di nav xaka welatekê de êrişî welatên din bê kirin, ku me dema bihorî jî dîtibû ku Tirkiye bi domdarî sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê binpê kiriye. Tirkiye bi hinceta metirsî li ser ewlehiya netewî heye êrişên xwe yên dersînorî yên li nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê rewa dike. Ev hinceta tenê di demekê de dikare bê bikaranîn ku dewlet bi xwe nekaribe pêşî li wan êrişên ku ji xaka wê li ser welateke din tê kirin bigire. Û erkê dewleta Iraqê jî ev e ku bi rêya civaka navnetewî pêşî li binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser serweriya Iraqê bigire.”

“LI GORÎ QANÛNÊN NAVNETEWÎ PÊWÎST E KU MAFÊN GIRTIYAN WERIN PARASTIN”

Şarezayê qanûnên navnetewî Dr. Huner Emîn Hesen di derbarê rewşa mafê mirov ya derheqê girtiyên li Başûrê Kurdistan û Iraqê de jî axifî û got: “Li gorî destûrnameya Neteweyên Yekbûyî, ‘parastina mafê girtiyan’ yek ji bingehên serekeyî yên mafê mirov e ku pêwîst e were parastin. Eger kesek bê girtin û ew kes çi welatî be, çi serokê welatekê yan jî fermandarek be li gorî qanûnan pêwîst e mafên wê/î werin parastin.”

“MAFÊ MIROV NIHA TENÊ JI BO PARASTINA BERJEWENDIYÊN WELATÊN HEGEMONÎK TÊ BIKAR ANÎN”

Dr. Emîn di dawiyê de bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln û wiha axaftina xwe bi dawî kir, “Di demekê de ye ku rêberekî gelê Kurd di girtîgehê de tê girtin, pêwîst e hemû maf ji bo wî werin dabînkirin, lê mixabin ya niha di asta navnetewî de tê kirin eve ku mafê mirov tenê ji bo parastina berjewendiyên welatên hegemonîk tê bikaranîn. Bi vî rengî jî welatên herêmê çi wextê bixwazin li dijî netewa Kurd xwe dispêrin hibceta ji bo parastina ewlehiya netewî. Axaftina welatên herêmê jî di civaka navnetewî de zêdetir ji ya rêberekî Kurd tê berçavgirtin.”