'Em xwe bi rêxistin bikin, kongreya neteweyî pêk bînin'
Ciwanên beşdarî konferansa 'Di kongreya neteweyî de rola ciwanan' bûn, dan xuyakirin ku ew ê hê bêhtir xwe bi rêxistin bikin û zextê li partiyên siyasî bikin ji bo kongreya neteweyî pêk bînin.
Ciwanên beşdarî konferansa 'Di kongreya neteweyî de rola ciwanan' bûn, dan xuyakirin ku ew ê hê bêhtir xwe bi rêxistin bikin û zextê li partiyên siyasî bikin ji bo kongreya neteweyî pêk bînin.
Ciwanan diyar kirin, kongreya neteweyî ji bo Kurdan ji her tiştî bêhtir pêwîst e û gotin, "Parçebûyîn qeder nîne. Bi avakirina yekîtiya xwe re em dikarin pêşî li parçebûnê bigirin."
Yek ji van ciwanan Aşevan Omer got, "Weke ciwanên Kurd em bawer in, kongreya neteweyî di vê demê de ji bo Kurdan zarûrî ye. Di vî warî de em hewl didin bi erk û berpirsyariya xwe rabin." Omer bibîr xist, ku Kurdistan bi peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê re bûye çar parçe, lê belê ev yek qeder nîne.
Aşevan Omer got, "Em dixwazin êdî ev yek bê guhertin. Em dixwazin nîşan bidin ku ev yek qeder nîne. Ji bo em tevlî vê banga KCK'ê ya ji bo kongreya neteweyî bibin û weke ciwanan nêrînên xwe hevpar bikin, em îro di vê konferansê de li hev civiyan e. Ji niha û pê ve jî xebatên me wê dewam bikin."
ÎBRAHÎM: BI RÊYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ PIRSGIRÊK DIKARIN BÊN ÇARESERKIRIN
Rebûwar Îbrahîm, ku li ser navê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Kurdistanê tevlî konferansê bû got, "Kurd îro di nava xwe de hin pirsgirêkan dijî û di rewşeke parçebûyî de ye. Lê belê em bawerin ev pirsgirêk ancax bi diyalogê çareser bibin. Kongreya neteweyî jî em dikarin ancax bi vî rengî pêk bînin.
Pirsgirêkên ku em îro li panelan tînin ziman bêguman girîng in û partiyek bi tena serê xwe nikare çareser bike. Lê belê bi rêya yekîtiya neteweyî dikarin bên çareserkirin. Bi rêya konferansên bi vî rengî û nîqaşê, em dikarin rêyên çareseriyê peyda bikin."
ADIL: CIWAN DIKARIN BI ROLEKE GIRÎNG RABIN
Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Telar Adil jî destnîşan kir, ku divê ciwan di nava siyasetê de xwedî bandor bin û got, "Eger ciwan dixwazin di nava siyasetê de bi bandor bin, divê xwe bi rêxistin bikin. Divê zextê li partiyan bikin ku li hev bicivin. Bi têkoşîneke çalak ev yek dikare bê kirin. Weke jinên ciwan em dixwazin alîkariyê li xebatên ji bo kongreya neteweyî bikin. Ciwan dikarin bi taybetî ji vî alî ve bi roleke girîng rabin. Ji bo vê jî lazim e em xwe bi xurtî bi rêxistin bikin, zextan li partiyên siyasî bikin û rê li ber pêkanîna kongreya neteweyî vekin."