'Em neçarin bibin bersiva gelê xwe'

Serokê KKP'ê Sînan Çîftyurek anî ziman ku li Rojhilata Navîn daxwazên neteweya demokratik û hebûna Kurdan tê tunekirin û got: "Ji bo em bibin yek ev sedema sereke ye. Em bi vî rengî li yekîtiya neteweyî dinerin."

Li ser Yekîtiya Neteweya Kurd nûner û rêveberên partiyên Kurd demek dirêj in niqaşan dikin. Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek li ser girîngî û xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd axivî. Çîftyurek anî ziman ku ji ber Kurdistan mêtinger e û gel di bin zextan de ye heta niha Kurd nebûne yek.

‘DIVÊ HEDEF YEKITÎ BE’

Çîftyurek da zanîn ku yekitiya neteweyî ji bo gelê Kurdistanê û siyaseta Kurd gelek girîng û pêwîstiyek herî lezgîn e. Çîftyurek da zanîn ku şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn berdewam dike û wiha axivî: “Şer duh li ser Iraqê giran bû û îro jî li Idlîbê berdewam dike. Di navbera vî şerî de erdnîgariya Kurdistanê heye. Di her awayî de Kurd para xwe ji vî şerî digirin. Li Rojhilata Navîn daxwazên neteweya demokratik û hebûna Kurdan tê tunekirin. Ev ji bo em bibin yek sedema sereke ye. Em wekî partî ji bo yekîtiya neteweya Kurd di vê pencereyê re dinêrin. Divê partiyên Kurd êdî nakokî û pirsgirêkên navxweyî danîn aliyekî û bên li cem hev bigirin. Em neçarin bibin bersiva gelê xwe. Divê armanca sereke yekîtî be.”

HEVPYEMANA MOSKOWA

Çîftyurek bal kişand hevpeymana li Moskowayê û wiha pê de çû: “Divê çar parçeyên Kurdistanê baş peymana Moskowayê bixwînin û binirxînin. Deshilatdar li ser axa Kurdistanê plan û projeyên xwe çêdikin. Hîna Erdogan û şandeya xwe li Moskowayê bû, Beşar Esad daxuyaniyek da û got, ‘Li Sûriyeyê pirsgirêka Kurd tuneye.’ Bi vê axaftina xwe peyamek da Erdogan û got, ‘Bila tu rehet bî ez di her alî de ji bo hevdîtinê amade me.’ Dema mijar dibe pirsgirêka Kurd hemû dagirker şûrê xwe tûj dikin û li ser Kurdan polîtîka di afrînin. Em dizanin ku her çar dewletên dagirker dixwazin îro deskeftiyên Kurdan li her çar parçeyan tune bike. Me hemû ceribandina yekemîn li Kerkûk, Komanê û em îro li Serêkaniyê dibînin. Ev yek jî bangê li siyaseta Kurd dike ku rojek berî rojekê li hev kom bibin û yekitiya xwe ava bikin dike.”

‘LI DORA XALÊN HEVPAR EM BICIVIN’

Çîftyurek destnîşan kir ku divê em li ser esasê yekîtiya neteweya Kurd nêzî hev bibin û got: “Divê li dijî êrîşên derve û hundir em yekîtiya xwe xurt u bi hêz bikin. Di dîrokê de Kurt bi peymana Kasr-i Şirin kirin du perçe. Piştre Kurdistan bi peymana Lozanê kirin 4 perçe. Piştî Kurdistan kirin çar perçe ev bû trajediya dîrokî ya Kurdistanê. Duh li ser cudahiya Şîî-Sunnî Kurd di navbera Osmanî û Farsan de kirin du perçe. Piştre kirin çar perçe. Divê em vê yekê li ber çavan bigirin û helwestekê nîşan bidin. Niha dixwazin barê dij- emperyalist li ser pişta Kurdan bar bikin. Divê Kurd hemû barê dij-emperyalîst red bike. Divê hem herêm û hem jî 4 perçeyên Kurdistanê em berjewendiyên neteweya Kurd dînin pêş. Divê em xalên hevpar dinin holê û li dor van xalan bicivin. Sibê dibe direng be divê demildest em yekitiya xwe ava bikin û daxwazên gelê Kurd binîn bi cih.”

‘DIVÊ EM LINGÊ YEKITYÊ XURT BIKIN’

Çîftyurek anî ziman ku nêzî du salane li Bakûrê Kurdistanê xebata tifaqa neteweyî berdewame û wiha got: “Em weke 12 partiyên Kurd di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de gavên girîng avêtin. ‘Îtifaqa hilbijartinê pêş xistin’ Ev îtîfaq di hilbijartina 31'ê Adarê de jî berdewam kirin. Me navê Xebata Îtîfaqa Kurdistanê li xwe kir. Ji bo îtîfaqa mayinde em hemû dildar in. Em hemû bi biryar in. Li ser me berpirsiyariya gel û axê heye. Divê di nava partiyan de xeta sor hebe. Divê em hemu partî xeta xwe ya sor a hevpar biparêzin. Divê em 10 partî xetên hevpar diyar bikin û li ser wan xetan bibin yek. Li Amedê ji bo xebata yekitiya neteweyî me komxebatek li dar xist. Divê komxebatê de me du komsiyon ava kir û me gelek xebat dane pêşiya xwe. Komsiyonek model yek jî ya gel me ava kir. Ev komsiyon li gorî nêrîn û xebatên komxebatê wê xebatên xwe bidinmeşandin. Divê em li lingê vê tifaqê xurt bikin û hemû partî û rêxistinên xwe tevlî bikin.”