'Em name û pirtûkan ji Fadil Şenyaşar re bişînin'

Fadil Şenyaşar ê ku xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz birayê wî û bavê wî qetil kiribûn, piştî bûyerê hatibû girtin. Şenyaşar a niha di hucreyê de ye. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol ji bo ji Şenyaşar re name û pirtûk were şandin, bang kir.

Fadil Şenyaşar ê ku ji aliyê xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz 2 birayên wî û bavê wî hatibû qetilkirin, piştî ku ew jî di êrîşê de birîndar bûbû li nexweşxaneyê hatibû destgîrkirin. Parêzera Şenyaşar, Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku rewşa fizîkî û derûnî ya muwekîlê wê ne baş e.

‘BAWERIYÊ BI HÊZA RAYA GIŞTÎ TÎNE’

Ozbîngol diyar kir ku tendirustiya fizîkî û derûnî ya Şenyaşar ne baş e û ji dêvila nexweşxaneyê ew birine girtîgehê. Ozbîngol got ku, “Piştî girtinê, ew şandine Xarpêtê da ku ji malbat û parêzerên wî were dûrxistin. Fadil Şenyaşar dema ku ketibû girtîgehê birînên wî pak bûbûn. Lê bandora neyînî ya bûyerê hê jî li ser wî ye. Êşeke wî ya gelekî mezin heye û dibêje ku ew ê edalet rojekê pêk were. Şenyaşar diyar kir ku baweriya wî bi hêza raya giştî heye û ew ê teqez rojekê ceza li sûcdaran were birîn. Dizane ku ev dosye ne edlî ye, lê siyasî ye. Ji ber vê jî girtina xwe bi vî awayî dinirxîne. Fêm kiriye ku ew ê darizandin dirêj biajo, ji ber vê jî xwe ji vî tiştî re amade kiriye.”

‘JI BO MORAL DIVÊ PIRTÛK Û NAME WERE ŞANDIN’

Ozbîngol diyar kir ku televîzyona Şenyaşar tune û ew di hucreye de ye. Parêzer Ozbîngol got ku, “Li ser ev qas tiştan, hewl tê dayîn ku wî bi tenê bihêlin. Li gorî min divê her kes name û pirtûkan ji wî re bişîne û jê re diyar bike ku em bi te re ne. Ev tişt ew ê moral û motîvasyona wî baştir bike. Bi şandina pirtûkan re bawer im ew ê piştgiriya civakî di hucreya xwe de hîs bike.”

NAVNÎŞAN

Ozbîngol diyar kir ji bo şandina name û pirtûkan navnîşana Fadil Şenyaşar ev e:
2 Nolu T Tipi Kapalı Ceza İnfaz Kurumu E-66 Koğuşu / Elazığ.