'Em ê timî li ser rêya Rêberê xwe bin'
Rewşen Abdullah: Tevî dayîna ewqas şehîdan, eger em hê jî bi serbilindî li ser piyan e, ev yek ji ber tiştên Rêbertî daye hînkirin e. Em amade ne ji bo azadiya wî canê xwe feda bikin.
Rewşen Abdullah: Tevî dayîna ewqas şehîdan, eger em hê jî bi serbilindî li ser piyan e, ev yek ji ber tiştên Rêbertî daye hînkirin e. Em amade ne ji bo azadiya wî canê xwe feda bikin.
Rewşen Ebdullah jineke welatparêz e ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Dêrikê dixebite. Du xwişk û birayên wê, hevserê wê û birayê hevserê wê di salên 1990'î de weke gerîlayên PKK'ê di dema têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Rewşen ji aliyekî ve keça xwe bi tena serê xwe mezin kir, li aliyê din jî ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd di dawiya salên 1980'î de xebitî.
Rewşen Ebdullah mîna gelek Kurdistaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, derfet dît ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne. Ebdullah ku di sala 1991'ê de Ocalan dît, destnîşan dike ku ew hêza xwe ji nêrîn û têkoşîna Ocalan digire. Rewşen Ebdullah dibêje, hevser û birayên wê jî di nav de ti tiştî bi qasî dîlketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor lê nekiriye û destnîşan dike, ku heta dawiya emrê xwe ew ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û serketina têkoşînê bixebite.
'JI BER DÎTINA RÊBERTÎ, EM GELEKÎ BI COŞ BÛN'
Rewşen Ebdullah, bi malbata Reşîd re di salên 1980'î de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Hevser û xwişka hevserê wê di wê demê de tevlî PKK'ê bûn. Bi naskirina têkoşîna azadiyê re, milîtanên PKK'ê diçin mala wan. Rewşen Ebdullah ji milîtanên PKK'ê li nêrînên Ocalan guhdarî dike. Rewşen Ebdullah dibêje, "Ez gelekî heyranê Rêbertî bûm" û di 15'ê Tebaxa 1991'ê de tevlî civîna gel a li Akademiya li Lubnanê bû.
Rewşen Ebdullah wiha dewam dike: "Min dixwest Rêbertî bibînim, lê guhdarî bikim. Bi malbatî, em bi coşeke mezin çûn akademiyê. Ji Cizîr, Efrîn, Kobanê û Helebê bi qasî 15 hezar mirov ji bo dîtina Rêbertî hatibûn Lubnanê. Em şevekê li wir man. Ji bo dîtina Rêbertî em gelekî kêfxweş bûn. Der dora saet 11 ê şevê Rêbertî hat û axivî. Li ser gel û têkoşînê axivî. Li hin pirsan guhdarî kir û bersiv da. Wê şevê civîn saet di 03:00 de qediya û em razan. Roja din, me bi Rêbertî re wêne kişand. Dûre Rêbertî em hemû li hev civand û axivî. Piştre yek bi yek xatir ji me xwest. Min hevserê xwe û xwişka xwe jî li wir dît. Li wir, li akademiyê perwerde didîtin. Min ji wan re got, 'Xwezî ez li şûna we bûma'.
'MIROV HÊZÊ JÊ DIGIRIN'
Rewşen Ebdullah bi vî rengî qala bandora Rêberê Gelê Kurd kir: "Vegotina wî cihî zehmet e. Em bi hezaran mirov ji bo dîtina Rêbertî li wir bûn. Roja 15'ê Tebaxê hatibû û axivî bû. Heval li wir bûn, li her derê alên partiyê hebûn. Mîna ku Kurdistan ava bû bû. Hestên min geş bûbûn. Ez ewqasî kêfxweş bûbûm, ku ji min hebû serê min digihêje ezmanan. Nirxandinên wî ewçendî xurt û xweş bû, mirovan ji aliyê manewî ve gelekî hêz jê digirtin. Timî dixwestin lê guhdarî bikin.
Ez gelekî fikirîm û min dua dikir: 'Xwedê te Rêberekî ewçend bedew daye me. Em Kurd çiqasî bi şens in. Mirovekî ewçend bi bedewî daxive, bi bedewî difikire, bi bedewî dijî, bûye Rêberê me'. Min wê rojê soza xwe dubare kir û got, ez ê weke welatparêzekê her tim dilsoza têkoşînê bim û çi ji destê min bê ez ê bikim."
'DEMA MIN KOMPLO BIHÎST CÎHAN BI SERÊ MIN VE RÛXIYA'
Rewşen Ebdullah der barê roja dîlketina Rêberê Gelê Kurd de wiha axivî: "Hevaleke jin li mala me dima. Min nîvro rûyê wê dît, zer bûbû. Min jê pirsî bê çi bû. Wê jî got, 'Agahî ji Rêbertî nayê girtin' û bi lez çû. Em jî li ber televîzyonê rûniştin ji bo agahiyê ji Rêbertî bigirin. Di nûçeyan de dihat gotin, Rêbertî bi şev saet di 3'an de ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin. Mîna ku cîhan tev bi serê min ve rûxiya. Welê li min hat ku ez mirî me. Mîna ku jiyana min qediya ye, bêhn li min çikiya. Piştre hevalek hat mala me. Dema rewşa min fêhm kir got, 'Bi vî rengî li xwe neke. Eger Rêberê me dîl hatibe girtin, bi hezaran mirovên me hene, bi hezaran şagirtên wî hene, ku li ser şopa wî ne. Em ê cîhanê bi serê wan ve birûxînin û li ser rêya Rêberê xwe bin'. Min jî ji bo Rêbertî hewl da bi hêz bim."
Hevser û xwişka Rewşen Ebdullah di salên 1994 û 1997'an de di nava têkoşîna PKK'ê de jiyana xwe ji dest da. Ebdullah got, "Ez ewqasî li ber şehadeta wan neketibûm. Min digot, 'ew ji bo welat, ji bo zarokên me, ji bo azadiyê şehîd bûne' û bi serbilindî sekinî bûm." Rewşen Ebdullah wiha dewam kir: "Girtina Rêbertî ewçendî bandor li min kir, êdî min îsyan ji Xwedê re dikir. Min digot, 'Xwedê çima Rêberê me dîl hat girtin, te çima ew neparast'. Demeke dirêj ji ber vê nerazîbûnê min nimêj jî nekir. Ya rast, demeke dirêj ez ne li ser hişê xwe bûm. Mîna ku nedijiyam.
Heval timî bi min re daxivîn. Digotin, ku divê em jiyana Rêbertî biparêzin, têkoşîna xwe xurt bikin û layiqî wî bin. Ez li gotinên Rêbertî fikirîm û min xwe komî ser hev kir. Rêbertî timî digot, 'Ez rojekê ne di nava we de bim, ez perspektîfê nedim we jî divê hûn xwe îdare bikin. Divê hûn li ber xwe bidin'. Min soza xwe ya li Rêbertî û şehîdan dubare kir. Bi hemû hêza xwe ez ê ji bo Rêbertî û têkoşînê bixebitiyam. Ji wê rojê ve bi vê gotinê dijîm û dixebitim. Min hewl da keça xwe bi nêrîna Rêbertî mezin bikim. Ew jî ji bo vê şoreşê dixebite."