'Em ê têkoşîna hevrê Arjîn û Şîlan bibin serî'

Koordînasyoan YPS-JIN'ê diyar kir ku ew ê alaya têkoşînê ya ku Arjîn Amed, Şîlan Zeryan û Merwan Amed hilgirtine, ku di êrîşa hewayî ya Bestayê de jiyana xwe ji dest dane heta serfiraziyê bibin.

Koordînasyona Giştî ya YPS-JIN'ê ji bo  Arjîn Amed, Şîlan Zeryan û Merwan Amed ku li Bestayê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dane, di serî de malbat, sersaxî da gelê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em sond dixwin ku alaya têkoşînê ya ku hevalên me Arjîn Amed û Şîlan Şirnak dewrî me kirine bildin bikin û bibin serketinê."

Daxuyaniya YPS-JIN'ê wiha ye:

"Şehîdên me sedema jiyana me ne. Wan bi gorîkirina jiyana xwe li ber me rêya azadiyê vekirin û di vê rêyê de jiyanake ku nirxên civaka wekhev, azad diyarî me kirine. Ev 40 sal in di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bi hezaran dilêr û leheng sînga xwe dane ber faşîzmê, qirkirinê, rê nedana wan û di vê rêyê de çi berdêla hewce dike bi rengekî bi rûmet dane. Em baş bi vê dizanin ne gelê Kurdistanê yê niştimanperwer û ne jî berxwedêrên leheng ku îro li qadên berxwedanê têdikoşin wê ti caran van canên ku di ber azadiyê de dane ji bîr bikin.

Îro jî hevrêyên me Arjîn Amed, Şîlan Zeryan û Merwan Amed li dîroka têkoşîna me ya azadiyê zêde dibin. Em Koordînasyona YPS Jinê li ber berxwedêrên mezin ên gelê me yê Kurdistanê, li ber van fermandaran û hevrêyên xwe bejna xwe ditewînin, bi hurmet û minet wan bi bîr tînin û sond dixwin ku em ê dilsozê bîranînên wan bin. Û di serî de malbata hevrêyên me Arjîn, Şîlan û Merwan em sersaxiyê didine hemû gelê xwe yê Kurdistanê.

Hevrêya me Arjîn Amed ji mêj ve ye ku di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de bûye. Di pêvajoya dawî de jî di berxwedana dîrokî ya xwerêberiye de li Şirnexê bi risteke mezin rabû. Şirnex ji destpêka têkoşîna azadiyê ve heta niha bi berxwedaniya xwe bûye navendeke pêşeng. Li Şirnexê ku di têkoşîna azadiya jinê de diyarê Azîme, Bêrîvan, Binevşan e, di dema dawî de bi pêşengiya YPS-JIN'ê bi hezaran jinên Kurd li dijî hêzên faşîst berxwedaneke tund nîşan dane. Hevrê Arjîn Amed ku di berxwedana dîrokî ya xwerêveberiyê ya Şirnexê de bi asta rêveberiyê tê de cih digirt û peywira xwe bi pêşengî û bir biryar bi cih anî, li dijî hêzên faşîst û gemarî yên şer bi Şehîd Zeryan re mil bi mil bûye xwedî berxwedaniyeke mezin. Hevrê Arjîn bi fedakarî û wêrekiyeke mezin di şerê dij dagirkeriyê de bûye semboleke jinên Kurd ê berxwedêr  û bûye semboleke têkoşîna Rizgariya Jinê.

Hevrêya ma Şîlan Zeryan jî li her qada ku lê bû, bi rasteqîniya jina şerker rista xwe ya pêşeng bi hemû fedekarî û dilsoziya xwe bi cih aniye. Hevrê Şîlan di têkoşîna azadiyê de, di meşa xwe ya domdirêj de, dem deman bûye fermandareke bêhempa, bûye sembola dilsoziya bi nirxên me û bûye xwedî ked û xwêdaneke zêde. Hevrê Arjîn û Şîlan bi lehengiya xwe nîşan dane, jinên xwedî vîn û hêz ti caran têk naçin.

Em jî bi dilsoziya bi şehîdan, sond dixwin ku em ê alaya têkoşînê ya ku hevrêyên me Arjîn Amed û Şîlan Şirnax dewrî me kirine hildin û bibin serketinê. Li ser vê bingehê di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd Arjîn, Şîlan û Mervan em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê."