'Em ê serî li ber êrîşan netewînin'

Rêveberên HDP'ê û welatiyên li Amedê ketin greva birçîbûnê, berî bên destgîrkirin ji ANF'ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetê ya li hemberî çalakiya Leyla Guven dan. Çalakgeran gotin, wê serê xwe li ber êrîşan netewînin.

Rejîma AKP-MHP'ê ji bo şikandina çalakiyên greva birçîbûnê yên ku li girtîgehan û li avahiyên HDP’ê yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine destpêkirin, zext û zordariyê dike. Di vê çarçoveyê de di serî de li Amed, Êlih û Wanê bi tevlîbûna bi hezaran polîsan bi dehan endamên TJA, Dayikên Aştiyê û welatî hatin destgîrkirin. Lê tevî vê yekê jî kesên hatin destgîrkirin dest ji çalakiya xwe bernadin. Piştî destgîrkirina 25 endamên TJA û Dayikên Aştiyê yên ku li Amedê di dema greva birçîbûnê de bûn hatin destgîrkirin, HDP'ê duh bi tevlîbûna 50 kesan greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan hatiye destpêkirin dewr girt. Lê belê hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê xwe li biryardariya rêveber û welatiyan ranegirt û tevî bi hezaran polîsan bi maşîneyên zirxî dora avahiyê girt û 50 rêveber û welatî destgîr kir.

Rêveberên HDP'ê û welatiyên tevlî grevê bûn, berî werin destgîrkirin axivîn û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetê ya li dijî çalakiya Leyla Guven dan. Çalakgeran diyar kirin ku daxwaza Leyla Guven daxwaza gel e û wê serê xwe li ber êrîşan netewînin.

'EM MAFDAR IN, DIVÊ TECRÎD RABE'

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Sûrê ya Amedê Mehmet Alî Altinkaynak bi bîr xist, 36 roj in Hevseroka KCD'ê û wekîla Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dawî de ye. Altinkaynak got, "Tecrîd di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li gelê Kurd tê kirin. Daxwaz Leyla Guven daxwaza gel e, divê tecrîd rabe. Hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê ji bo şikanda çalakiyên li welêt belav dibin bişkîne êrîş dike û welatiyan destgîr dike. Bi êrîş, destgîrkirin û girtinê, gel serî natewîne. Li cihê zext û zordarî lê hebe, berxwedan jî heye. Gelek wekîl, hevşaredar û bi hezaran siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Li aliyê din wateya van êrîşan hilbijartinên herêmî ne. AKP baş dizane ku gelê Kurd wê di hilbijartinê de şaredariyan ji qeyûman paqij bike. Ji ber vê yekê jî dixwaze hêza HDP'ê bişkîne û bi çavsorî êrîş dike. Dayikên Aştiyê di erdê re kaş dikin û destgîr dikin. Ev yek nîşan dide ku dawiya AKP'ê hatiye. Em mafdar in, em ê bi ser bikevin."

'EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BELAV BIKIN'

Welatiyê bi navê Hecî Hasan Uyan da xuyakirin ku wê çalakiyên xwe li her derê belav bikin û got, "Îro em 50 kes ketine greva birçîbûnê, sibe wê 70 kes tevlî çalakiyê bibin. Ti hêz û zext nikare çalakiyên me bişikînin. Em gelekî mafdar in û dawî li me nayê. Heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wekîlên me hebe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Hêzên dewletê çiqas bi ser me de werin em ê ewqas xurt bikin."

'EM BI ÊRÎŞAN KÊM NABIN'

Hevserokê HDP'ê ya navçeya Farqînê ya Amedê Mehmet Taş jî da zanîn ku 19 sal in bi rêk û pêk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û got, "Tecrîd çiqasî kûr dibe kaosa li Rojhilata Navîn jî ewqas kûr dibe. Heta tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî nebe Rojhilata Navîn nagihêje aramiya xwe. Rojek berî rojekê divê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan rabe. Aştî û aramî ji bo hemû gelan pêwîste. Çiqas êrîş bikin, çiqas destgîr bikin em ê li ber xwe bidin. Heta ku em bigihin armanca xwe em ê çalakiya xwe bidomînin. Daxwaza Leyla Guven û daxwaza hemû dîlên azadiyê daxwazên me ne. Em bi êrîşan kêm nabin, her ku diçe em zêde dibin, ji ber ku em mafdar in."

'EM BI FIKARIN'

Hevserokê HDP'ê yê navçeya Licê ya Amedê Niyazî Erdogan jî ev tişt got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî girankirî hatiye tecrîdkirin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi parêzerên xwe re, ji 5'ê Nîsana 2015'an ve jî bi heyetê re, ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Ti agahiya me ji Rêber Ocalan nîne û em ji rewşa Rêberê xwe bi fikarin. Tecrîd di şexsê Rêber Ocalan de li dijî tevahiya gelê Kurd tê kirin. Eger îro Rêber Apo azad bibe wê tevahiya gelê Kurd jî azad bibe."

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Hevseroka DBP'ê ya navçeya Sûrê ya Amedê Sakîne Karadenîz jî nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û em bi dil û can li gel Leyla Guven in. Em li vir in û em ê bibin dengê qîrîna Leyla Guven."

'DESTKETIYÊN JINAN HATINE TECRÎDKIRIN'

Jina bi navê Medya Kartal jî anî ziman ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çiqas kûr dibe qirkirina li jinan jî zêde dibe û ev tişt got: "Li dijî êrîşan em ê ti carê serî netewînin. Armanca sereke ya tecrîdê destketiyên jinan e û jin wê tecrîdê bişkînin."

Welatiyê bi navê Mehmet Yeman jî da zanîn ku li gerdûnê mînakeke din a weke tecrîdkirina Ocalan nîne û got, heta ku tecrîd bi dawî nebe wê bi çalakiyên cuda li ber xwe bidin.