BI DÎMEN

'Em ê sala 2017'an bikin sala şoreşa mezin'

Gerîlayên li herêma Kerkûkê, komploya 15'ê Sibatê bi tundî şermezar kirin û gotin, "Em ê sala 2017`an bikin sala şoreşa mezin."

Li hemberî Komploya Navneteweyî ya ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de  di 15`ê Sibata 1999`an de li hember Gelê Kurd hat kirin di serî de çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê li her derê nerazîbûnên tûj xwe raber dikin. Di 18. salvegera Komploya Navneteweyî de gerîla ji ajansa me re û gotin, "Em ê sala 2017`an bikin sala şoreşa mezin." 

Gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ku ji bo destwerdanê û parastinê çûne Qada Kerkûkê gotin, "Weke gerîlayên HPG û YJA STAR em careke din dubare dikin ku di sala nû de û di pêngava nû de em ê bi ruhê Apogerî xwe tevlî şer bikin û Komploya Navneteweyî bi temamî têk bibin."

'RÊBER APO SEDEMAHEBÛNA ME YE'

Gerîlaya bi navê Avent Şkefta, piştî ku sedemên derketina Komloya Navneteweyî nirxand gotinên xwe wiha domand, "Sedama hebûna me Rêber APO ye. Di salvegera Komploya Navneteweyî de em careke din dibêjin ku em ê bi ruhê Zîlan û Viyan li rêbertiya xwe xwedî derbikevin. Li ser vê bingehê sala 2017`an wê bibe sala berxwedanî û şerê mezin. Ji ber vê jî weke gerîlayên HPG û YJA STAR em careke din dubare dikin ku di sala nû de û di pêngava nû de em ê bi ruhê Apogerî xwe tevlî şer bikin û ji hevkarên Komploya Navneteweyî hesap bixwazin."

'BI GIYANA MEHMET TÛNÇ Û MAHSÛM KORKMAZ WÊ HESAB JI KOMPLOKERAN BÊ XWESTIN'

Gerîlayê bi navê Egîd Têkoşer bal kişand ser pêvajoya 15`ê Sibatê û wiha pêde çû, "Komploya Navneteweyî ya li hember Rêber APO di 9`ê Cotmeha 1998`an de bi rengekî şênber dane destpêkirin û di 15`ê Sibata 1999`an gihandin encamê. Bêguman bi tenê li hember kesayeta Rêber APO nîn bû. Di kesayeta Rêber APO de gelê Kurd û mirovahiya bipêş dikeve hedef girtin. Ji ber vê jî her gava vê koployê pir birêxistinî û biplan bû. Di girtîgehê de jî qonaxên vê komployê berdewam kir. Destpêkê xwestin bi dardakirinê rêbertî bitirsînin. Piştre xwestin bi tunekirina fîzîkî ve rêbertî çavtirsandî bikin. Û herî dawî jî weke îro jî dimeşe dixwezin bi tecrîda ziravkirî û kûrî ve encam bigirin. Jixwe Rêber APO bi sekna xwe ve ev her sê qonaxên tecrîdê vala derxist."

Têkoşer wiha dawî li gotinên xwe anî,  "Divê dijminên Kurd û dewleta tirkan vê baş bizanibe heta ku di gelê me de giyana Mehmet Tunçan hebe, heta ku di gerîla de giyana fermandar Egîdan û giyana Apogeriyê hebe ev têkoşîn dê geştir bibe. Ji ber vê jî em di wê baweriyê de ne sala 2017`an dê bibe sala azadiya Rêber APO û sala azadiya gelê Kurd."

'EM Ê BI RUHÊ VIYAN SORAN XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE DERKEVIN'

Gerîlaya jin a bi navê Nesrîn Dêrik jî bal kişand ser çalakiyên li derdora Ocalan û got, "15 Sibatê rojeke reş e. Ya rast berî Komploya Navneteweyî jî di sala 1996`an de hewldanên dijimin bibûn. Lê belê sekan şehîd Zîlan destûr neda ev komploya biser bikeve. Li hemberî 15`ê sibatê jî bidehan hevalan bedana xwe xistin gilokeke ji agir û destûr nedan ev komplo biserbikeve. Em jî weke gerîlyên YJA STAR dibêjin emê birihê Viyan Soran ve li rêbertiyê xwe xwedî derbikevin. Li ser vê jî em dibêjin wê sala 2017`an bibe sala fînalê û sala serketinê."

'EM Ê BI ÇALAKÎ Û ŞERÊ XWE BIBIN BERSIV'

Gerîlayê bi navê Rêber Andok jî nirxandin li ser rewşa Kurd a berê û bandora keseyata Abdullah Ocalan a li ser gelê kir û gotinên xwe wiha domand,  "Kurd berê di rewşa rizînê de, li ser doşeka mirinê bû û rêbertî hat ew sax kir. Bi zanista xwe, bi felsefeya xwe li ser hemû cîhanê bandorî çêkir. Kurdê mirî zindî kir. Ji ber wê jî dijminên kurdan û dewletên hegemonîk ji vê re tehemûl nekirin. Ji lewre Komploya Navneteweyî bi pêş xistin. Di seranserî dîroka kurdan de rêbertiyeke wiha derneketiya li ser dika dîrokê. Weke mîlîtanên rêbertiyeke wiha, niha li Îmraliyê di bin tecrîdê de bûyîna Rêber APO ji bo me tiştekî pir biêş e. Ji ber vê jî di vê sala nû de emê jî bi çalakî û bi şerê xwe ve ji vê rewşê re bibin bersiv." 

Weke dawî gerîlayê bi navê Soro Faraşîn jî bal kişand ser şerê li bajaran û ezmûna derketî holê.

Faraşîn diyar kir ku wan di şerê bajaran de ezmûneke mezin girtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Di vê wateyê de ezmûnên mezin ên sala 2016`an hene û emê li ser vê bingehê vê salê bi şerekî destane ve vegerînên sala şoreşa mezin. Em di vê baweriyê de ne ku emê incax wiha karibin ji berxwedana bêhempa ya Rêber APO re bibin bersiv."