'Em ê rêyên siyasetê yên hatine xitimandin vekin'

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan got, ew ê rêyên siyasetê yên ji aliyê AKP'ê ve hatine xitimandin vekin, karê ronakbîriyê bikin û di rêya xweseriya demokratîk de siyasetmedaran amade bikin.

Mehmet Arslan, ku di kongreya asayî ya hefteya bihurî de tevî Sebahat Tûncel ji bo Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê hate hilbijartin, ji ANF'ê re qala kar û siyaseta xwe ya ji niha û pê ve kir.

Arslan diyar kir, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), projeyeke ji bo bicihanîna xweseriya demokratîk a li Kurdistanê ye û destnîşan kir, DBP partiyeke ku hem stratejiya giştî ya têkoşîna statu û azadiya Kurdan diyar bike, hem jî feraseta rêveberiya demokratîk a li herêman pêkan bike.

Arslan bibîr xist, ku bi qezençkirina 106 şaredariyan re gelên Kurdistanî nîşan dan ku dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe, lê ji sala 2014'an û vir ve zext û gelek pêkanînên antî demokratîk li dijî wan tên kirin.

Arslan got, "Di nava 4 salan de me 4 kongre pêk anîn. Sedema vê yekê jî operasyonên qirkirina siyasî yên desthilatdariya antî demokratîk bûn. Ji bilî kongreya me ya 9'ê Hezîranê, hemû kongreyên me awarte bûn."

Arslan diyar kir, li pêşberî êrîşên tên kirin wan bi têrkerî bersiv nedane daxwaza gelê xwe û di vî warî de rexnedayina xwe didin gel.

Arslan destnîşan kir, ku ji niha û pê ve mîna her kongreyê ew ê bikevin nava hewldana xurtkirina têkoşînê û anî ziman, zext û zordariya hikumeta AKP'ê li gelê Kurd dike, biryardariya wan a ji bo têkoşînê mezintir kiriye.

'ÇAWA KU DAIŞ JI HEV HATE XISTIN, AKP JÎ WÊ JI HEV BIKEVE'

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan ragihand, ew ê rêxistinbûna xwe ya li Kurdistanê geş bikin û got, "Ji bo nîşandana hişmendî û vîna Kurdan em ê karê ronakbîriyê bimeşînin. 

Mehmet Arslan da zanîn, DBP'ê ji bo aştî azadî û demokrasiyê berdêlên gelekî giran daye û ji bo gelên Kurdistanî û Tirkiyeyê hê bêhtir rondikan nebarînin, divê hemû gel dest bidin hev. Arslan got, "Çawa ku barbaren DAIŞ'ê li pêşberî vîna ji pola ya ciwanên Kurd ji hev ketin, em bawerin wê AKP a ku faşîzmê li ser gelê me ferz dike, ji hev bikeve. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê dest ji meşa xwe ya azadiyê bernedin. Em zanin ku karê me ne hêsan e. Di vê pêvajoyê de ku her qada siyasî hatiye girtin, siyaseta demokratîk hatiye tevizandin, DBP bi bar û berpirsyariyeke giran radibe."

Hevserokê DBP'ê Arslan da xuyakirin, ku wan di vê pêvajoyê de 9 herêmên pîlot li Kurdistan û Tirkiyeyê destnîşan kirine û ragihand, ew ê di destpêkê de karê xwe yê akademîk û rêveberiyên herêmî li van herêman bimeşînin. Arslan got, "Lê belê em ê li tevahiya bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi şiyara 'Bi civaka zanebûyî ber bi siberoja azad ve' karê akademîk bikin. Aliyekî vî karî wê karê ronakbîrî û perwerdeyê be. Aliyê din jî afirandina kadroyan ji bo siyaseta demokratîk be."

'DIVÊ EM RÊYÊN SIYASETÊ YÊN HATINE XITIMANDIN VEKIN'

Arslan diyar kir, ew dixwazin sîstemeke xweseriya demokratîk ava bikin û got, "Ji bo perspektîfa neteweya demokratîk bi pêş bikeve, bi rêxistin bibe, em ê siyasetê bikin. Li Tirkiyeyê siyaset hatiye xitimandin. AKP ji bo dawî li rewşa xwe ya xitimandî bîne, êrîşî siyaset û saziyên Kurdan dike. Ji ber vê yekê jî di nava salekê de bi deh hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin. AKP partiyan nagire, lê belê ji bo bê bandor bike, dest bi pêla girtinê kiriye. Hewl dide me ber bi derveyî qada siyaseta demokratîk dehf bide. Wê demê divê em kadroyên xwe bafirînin û rêyên siyasetê yên hatine xitimandin vekin. Em sîstemeke demokratîk ji bo Tirkiyeyê pêşniyar dikin. Sîstemeke ku civak tev karibe xwe bi rê ve bibe." Arslan destnîşan kir, ku DBP wê ji niha û pê ve hewl bide nêrîneke nû bide siyasetê.