'Em ê rengê jinê yê li qada siyasetê zêde bikin'

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Elkê Sabûha Akdag ragihand, wê di siyasetê de rengê jinê mezintir bikin.

Sabûha Akdag (25) di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Akdag ku ji beşa aborî ya Zanîngeha Şirnexê mezûn bû, exlaqa partiyê ya ji malbata xwe ya welatparêz wergirtî, di dema xwendinê de xurtir kir û cihê xwe di nava rêxistinên civakî yên sivîl û gelek projeyên civakî de girt.

Akdag piştî ku mezûn bû giranî da ser karên partiyê û got, "Sedema bingehîn a cihgirtina min li nava vê partiyê, têkoşîna partiyê ya ji bo jinê ye. Bi hêz û enerjiya vê yekê, bawerim em ê hîn bêhtir guh bidin dengê jinên li herêma me. Daxwaz û pêwîstiyên wan wê daxwaz û pêwîstiyên me be."

Akdag bi dewamî got, "Em bawerim ku em ê karibin ji binê vî barî rabin. Em ê rengê jinê yê li qada siyasetê zêdetir bikin" û diyar kir, wê gel xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Akdag bi bîr xist, yek ji deverên ku qeyûman herî zêde êrîş li wê derê li dijî jinan kir, Elkê ye û got, "Piştî ku saziyên me hatin girtin, jin bêdeng bûn, pirsgirêkên xwe nema karîbûn parve bikin û çareser bikin. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Navçeya me biçûk e, lê belê xwedî girîngiyeke mezin e. Ji aliyê çandiniyê ve derfetên me zêde nebin jî, em ê bi derfetên ji bo karê sewalkariyê re aboriya xwe xurt bikin û jinan jî bêhtir aktîf bikin."