'Em ê pêngava xwe bi ser bixînin'

Gerîlayên tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz bûn gotin, wan li Lêlîkanê qîrewîr û reva leşkeran dîtine. Gerîlayan gotin, "Li her devera ku dijmin dibêje 'me qedand' em derdikevin holê."

Gerîlayên HPG/YJA Starê Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz û çalakiyên di vê çarçoveyê de li dar dixin, nirxandin. Gerîlayan anîn ziman ku cihê dagirkeran li ser xaka Kurdistanê nîne û wê pêngava xwe bi ser bixînin.

Ji gerîlayên ku tevlî pêngavê bûne û birîndar bûye Hawar Bedran axivî û bal kişand ser teknîka ku dagirker pişta xwe pê qayîm dike. Bedran destnîşan kir ku teknîka dagirkeran bi rêbazên şer ên gerîla ditevize.

'TEKNÎKA MIROVAN DAGIRKERIYÊ TÊK DIBE'

Gerîla Hawar Bedran got, "Tevahiya zivistanê hêzên dagirker xwestin ji herêma Kanîreşê dest pê bikin û heta devera Biradostê dagir bikin. Erka me jî ew e ku em pêşî li wan bigirin û rê nedin dagirkeriyê ku li herêmê mayinde bibe. Di vê pêvajoyê de ji her alî ve amadekariyên me jî hebûn. Ji xwe rastiya şer a dewleta Tirk tê zanîn. Şerekî ku pişta xwe dide teknîkê. Bi teknîka xwe dixwazin xwe li ser lingan bigirin. Ya herî girîng jî ew e ku teknîka herî mezin mirov bi xwe ye. Ji ber ku yên vê teknîkê diafirînin mirov bi xwe ye. Em jî vê teknîkê bi tecrûbeyên xwe, bi rêbazên gerîla ditevizînin. Me bi biryardarî, hêzeke mezin û moralê dest bi pêngavê kirin. Derbên pir xurt li dijmin hatine xistin. Me rewşa perîşan a leşkeran li Girê Lêlîkan dît û me şahidî ji qîr-wîra wan a li vir re kir. Direviyan. Serketinê ji bo hemû hevrê û şervanan re dixwazim."

'SERKETINA LI SER ŞOPA ŞEHÎD PÎROZ'

Gerîlaya YJA Starê Zerya Şemzînan ku di çalakiyên destpêkê yên pêngavê de cih girt anî ziman ku wê pêngavê di kesayeta fermandara YJA Starê Pîroz de bi ser bixînin. Şemzînan got, "Kurdistan welatek e ku tim bi dagirkeriyê re rû bi rû maye. Welatek e ku zarokên wê tim li dijî dagirkeriyê qîr kiriye, her wiha bûye welatek ku li hemberî her komkujiyekê deng ji kesê nehatiye. Em weke zarokên vî gelî heta ku em hene em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bi pêngavan derbên gira li dagirkeran dixin. Weke gerîlayên YJA Starê yê li ser şopa Şehîd Pîroz em ê pêngava xwe bi ser bixînin. Di vê mijarê de em bi biryar in. Di vê pêvajoyê de ji hemû hevrêyên ku bi erk û berpirsyartî tevlî vê pêngavê bûne serketinê dixwazim."

'JI BO GEL QEHREMAN E, JI BO DIJMIN JÎ KABÛS E'

Gerîlayê HPG'ê Zana Serhed ê di çalakiya li Girê Lêlîkanê de cih girt, bal kişand ser Fermandar Agirî yê pêngav li ser navê wî hatiye destpêkirin û ev nirxandin kir: "Pêngava me li ser navê du fermandarên bi navê Fermandar Agirî û Pîroz dest pê kiriye. Heval Agirî fermandarê qada Xakurkê bû. Piştî şehîdbûna Hevrê Agirî plansaziyeke berfireh a çalakiyan hate amadekirin. Bi vê çalakiyê serketinên mezin hatin destxistin. Hevrê Agirî bi navê xwe di nava gel de qehreman bû, ji bo dijmin jî tirs û kabûs bû. Çalakiyên me wê li dijî dagirkeriyê dom bikin. Li cihê ku dijmin bêje 'qediya' em ê derkevin holê. Dewleta Tirk dixwaze gel bixapîne, lê gel rastiya wan dibîne. Biryardariya me ya sala 2018'an di serî de rizgarkirina Rêbertiya xwe, azadkirina gel û qezençkirina statuya wê ye. Em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne rakin. Bi vê biryardariyê serketinê ji hemû hevrêyên tevlî pêngavê bûne re dixwazim."