'Em ê Newrozê bikin destpêka pêvajoya pêngavan'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, bi coş li benda Newroz 2017’an e û li ser wê biryarê ne ku Newrozê bikin destpêka pêvajoya pêngavên dîrokî yên nû.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyek belav kir. Fermandariyê di daxuyaniyê de diyar kir , "Em Cejna Newrozê ya ku roja rizgariyê ya gelên bindest e, di serî li Serok Apo yê ku gelê me ji qedandinê rizgar kir û em gihand nirxên me; li hemû malbatên şehîdan, li gelê me yê welatparêz, li dostên gelê me, li rêhevalên me û li hemû gelên ku ji vê çandê bawer dikin re, pîroz dikin. Em di şexsê Mazlum Dogan yê ku Kawayê Hemdem e, hemû şehîdên xwe yên nemir ên ku Newroz gihand wateya wê ya rastîn bi bîr tînin. Ronahiya ku şehîdên me yên qehreman, rêya me ronî dike û ev ronahî me bêtir bi azadî û çanda Newrozê ve girêdide."

‘NEWROZ VEJÎNA HÊVIYÊ YE’

Fermandariyê diyar kir ku, Newroz vejîna hêviyê û meşa mezin a serfiraziyê ya gelan e û got, "Di dîroka Kurdistanê de gelê me li hemberî dagirkeriya mêtinger bi giyanê Newrozê li ber xwe daye û baweriya bi jiyana azad parastiye. Newroz navê parastina hebûnê, parastina hemû nirxên neteweyî û civakî ye, helwesta li hemberî xetereyên li ser wê û hilweşandina van xetereyan e. Di dîroka Kurdistanê de, agirê Newrozê her dem wekî agirekî ku mizgîniya serfiraziyê dide, ber bi asîmanan ve bilind bûye. Ji ber vê jî gelê Kurd, gelê Newrozê ye. Gelê Kurd xwe di agirê Newrozê de afirandiye û hebûn,yekîtî û rêxistinbûna xwe li vê axê mayînde kiriye."

‘DEM DEMA PARASTINA GELAN E’

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniyê de qala van tiştan jî kir:

“Gelê Kurdistanê êdî zilma mêtinger, pergala înkarkirinê , heqaret û bêstatuya ku li Rojhilata Navîn li ser wê tê ferz kirin, qebûl nake. Di vê qonaxê de, êdî tehamula wê nemaye ku rojekê jî di nava vê pergala zilm û înkarê de bijî. Wekî her gelên dinyayê, dixwaze bi awayekî azad bi nasnameya xwe bijî. Ji ber vê jî gelê me li qadên Newrozê bi vêxistina agirê Newrozê, bi slogana “Em ê teqez bi ser bikevin” divê îradeya xwe ya azadî, demokrasî û çareseriyê derxe holê.

Di pêvajoyeke wisa de ya ku wê qedera gelê Kurd diyar bibe, Dehaqên nû yên ku li ber hemberî rastiya azadiya Kurdistanê ditengijin baweriyê bi xwe naynin û dixwazin sîxur û nokeran têxin dewreyê û wisa encamê bistînin. Di vê pêvajoyê de çavê hemû kesan li ser Kurdan e û dewletên mêtinger dixwazin gelê me tune bikin, divê hemû hêzên Kurdistanî û derdorên demokratîk li hemberî van polîtîkayan hişyar bin. Kesên ku ketine faşîzma AKP/MHP’ê wê li hemberî gel û dîrokê hesab bidin. Di vê serdemê de divê hemû hêzên Kurdistanî li hemberî polîtîkayên qirkirinê li ser xeta Kongreya Neteweyî-Demokratîk yekîtiya xwe pêk bînin û li hemberî hemû êrîşan gelên me biparêzin.

Di van demên dawîn de êrîşên bêbext ên li ser gelê me yê Êzidî û Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê, êrîşên provakatîf in ku tu eleqeya wê bi Kurdbûn û nêzîkbûna welatparêziyê tune. Bi ser de tu aliyê wê yê mirovî tune ye ku li hemberî pêşandana aştiyane û sivîl a gelê me yê Şengalê çekan bi kar bînin û rê li ber şehadetan vekin. Kesên ku ev erîşên hanê kirine divê êrîşên xwe yên li ser gelê Êzidî bidin sekinandin û xwe û DAIŞ’ê nekin yek.

‘BI BERXWEDANA HERÎ MEZIN EM Ê BI SER BIKEVIN’

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi coş li benda Newroza 2017’an e û bi biryar e ku vê Newrozê bike destpêka pêvajoya pêngavên dîrokî yên nû. Gerîlayên HPG’ê yên ku Pêvajoya Jinûve Avabûnê ya 4 sal berê dabûn dest pê kirin bi vê Newrozê re bi encam kir; bi performansa serfiraziyê ya ku zeft kiriye, êrîş ji kîjan alî tê bila bê, di wê astê de ye ku bersiva van êrîşan karibe bide. Ji bo ku hewldanên Serokatiya me û keda gelê me berhewa nebe wekî heta îro, wê hêzên gerîla peywira xwe bi cih bînin û bersivê bide vê pêvajoyê. Bi amadekarî û kûrbûna ku Serok Apo û azadiya Kurdistanê bi serfiraziyê werin tacîdar kirin, hêzên me yên ku li benda Newroza 2017’an in, bi performansa xwe ya gerîlatiya modern-profesyonel wê bi berxwedaneke mezin pêvajoyê pêşwazî bike û bi serketinê bike tiştekî teqez. 

Li ser vî esasî, Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê,di vê pêvajoya Newrozê de hemû gelên me yên ku daketine qadan silav dike, ji çiyayên azadiyê bi coşa gerîla û giyanê berxwedanê yê Apoyî careke din Newroza hemû gelê me pîroz dike, ji hemû hêzên têkoşer re di vê serdema nû de serketinê dixwaze."