'Em ê hesabê komkujiyan bipirsin'

Gerîlayên YJA-Star û HPG'ê diyar kirin ku, têkoşîna Sakîne Cansiz û şoreşgerên din ên li Parîsê hatin qetilkirin ji bo wan çavkaniya îlhamê ye û got, "Em ê hesabê komkujiyan bipirsin."

Gerîlaya YJA-Starê Dunya Havar diyar kir ku, ew şehîdên Parîsê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û ji bo Sakîne Cansiz (Sara) ev tişt gotin: “Têkoşîna hevrê Sara di serî de jinên ciwan îlham daye tevahî jinan. Em hevrê Sara weke sembola jina azad dibînin. Di kongreya damezrîner a partiya me de weke jin cih girtin û her wiha di berxwedana li Zindana Amedê de bi awayekî aktîf cih girtina wê û tif kirina li ser rûyê êşkencekar Esat Oktay, min gelek bandor kir. Hevrê Sara ji bo me jinên ciwan bû îlhama herî mezin a tevlîbûna partiyê. Eger ev têkoşîna bênavber a hevrê Sara nebûya, dibe ku hêj wek jin û ciwan di nava pergalê de em kolebana. Têkoşîna PKK’ê û helwesta Sara ya jinê em ronî kirin.”

JI BO JINAN BÛN ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ

Yek ji gerîlayên YJA-Starê Warşîn Çiya, komkujiya 9'ê Çileyê wiha dinirxîne: “Ez hevrê Sara, Ronahî û Rojbîn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Komkujiya 9’ê Çile bandor li gelê me û me kir. Ji ber ku hevrê Sara hevrêyeke ku ji damezrandina Partiyê ve bi awayekî aktîf pêşengtî kiribû. Hevrê Sara hevrêya ku keda herî mezin di têkoşîn û artêşbûna jinê de da bû. Ji ber kesayetek têkoşer bû navê pirtûka xwe kir ‘Jiyana min timî şer bû’. Pirtûka hevrê Sara dema min xwend gelek bandor li min kir.

Em hevrê Sara wek xwedawenda jiyanê dibînin. Xweşikbûna hevrê Sara di rûyê wê de xuya dike. Dibe ku yekser ligel hevrê Sara me nejiya, lê dilsoziya wê ya bi Rêbertî, Partî û şehîdan re, çi di bîranînên hevrêyên ku dijîn de, çi di pirtûka wê de û çi di pêşengiya wê ya têkoşîna jinê de, em dikarin bibînin. Bi taybetî bi keda xwe ya ji bo têkoşîna jina azad a cîhanê tê naskirin. Ji damezrandina partiyê dest pê kir, berxwedan û serhildana wê ya li dijî zîhniyeta mêr, îlham da jinên ji gelek neteweyan. Bi minasebeta 9'ê Çileyê careke din wê bi bîr tînim."

Gerîla Warşîn, şoreşgerên di 23’ê Kanûnê de hatin qetilkirin bi bîr anî û got, “Ez komkujiya 23’ê Kanûnê hat kirin, şermezar dikim. Dijmin dîsa bi hedefgirtina pêşengên têkoşîna azadiya jinê dixwaze tolê ji jinan hilîne. Dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' li hemû cîhanê belav bûye. Hevrê Sara û Evîn ji ber ku ev dirûşme di jiyanê de kirin pratîkê hedef hatin girtin. Weke şopdarên wan em ê têkoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikin. Di her pêngava me de hevrê Sara ji bo me çavkaniya herî mezin a îlhamê ye. Ez careke din di şexsê hevrê Sara û Evîn de şehîdên Parîsê û hemû şehîdên me bi bîr tînim.”

HEVRÊ SARA HER TIM SERBILIND BÛ

Gerîlayê HPG’ê Firat Amed hestên xwe yên têkildarî qetlîama 9’ê Çileyê wiha tîne ziman: “Ez hemû şehîdên me di serî de hevrê Sara bi bîr tînim. Ji bo hevrê Sara, ez dikarim van tiştan bibêjim. Bi taybetî li Zindana Amedê li dijî êşkenceyên giran berxwedaneke mezin nîşan da û yek ji pêşengên berxwedana zindanê ye. Rêbertî di şexsê hevrê Sara de ev tişt gotin. 'Sakîne Cansiz her tim serbilind bû û bi ti awayî serî li ber dijmin netewand.’ Çiqas êşkence lê hat kirin jî, ji ber ku xwedî îradeyeke mezin bû, ew qelsî nejiya, dijmin qels kir û biser ket.

Hevrê Sara hem li hemberî dijmin û hem jî li hemberî nêzîkatiyên paşverû yên navxweyî her tim navê serhildanê ye. Xeta partiyê esas girt û li ser vê bingehê têkoşiya. Ji bo ku di nava partiyê de lewazî çênebe, her tim xeta partiyê esas girt û vê hişmendiyê li derdora xwe belav kir.”

FEDAÎBÛN DI JIYANÊ DE BI PRATÎK KIR

Gerîla Firat wiha berdewam kir: “Hevrê Sara bi fedaîbûnê beşdarî her xebatê bûye. Fedaîbûnê di jiyanê de bi pratik kir. Bi kûrbûna di xeta azadiya jinê de, di şexsê xwe de kesayetek azad afirand, gelê me ev rastî dît. Jinan dît, lewma hevrê Sara ji bo me pir wate ye. Hevrê Sara ji bo me her tim bûye çavkaniya îlhamê. Her ku tê bîra me, tevlîbûna me ya têkoşînê bi bandortir dibe. Dema em li hevrê Sara dinêrin, em xeta Partiyê dibînin.

Dema komkujiya Parîsê pêk hat, gelê me Hevrê Sara û hevrêyên wê yên din hembêz kir û serhildan çêbûn. Ji ber ku Sara sembola jina azad a hevrêyên partiyê bû. Dîsa ez di şexsê şehîdên Parîsê de hemû şehîdên me bi bîr tînim.”