Mûhammed Ahmet ê wek nûnerê gelê Tirkmen ê li Şehbayê tevlî Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bûye, li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk a Bakurê Sûriyeyê û gefên ku dewleta Tirk li Minbicê dixwe nerazîbûn nîşan da. Mûhammet Ahmet got, tercîha Tirkmenan ne sîstema mirin û hilweşînê ya Erdogan e, ji bo sîstema federaliya demokratîk e ku siberoja gelên Sûriyeyê ye.
‘JI BO SÛRIYEYÊ DESTPÊKEK NÛ’
Diyar kir ku Hevpeymana Civakî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û belgeya wê ya Feraseta Siyasî, di serî de gelên Şehbayê, ji bo tevahî gelên Bakurê Sûriyeyê gelekî girîng e û wiha axivî; “Di vê hevpeymanê de mafên tevahî gelan, komên baweriyê, jinan, zarokan û ciwanan tê nasîn. Dîsa, azadiya fikrînê jî dinase. Yekgirtina nirxên gerdûnî ya bi xwişk û biratî, lê li ser xweseriyê esas e. Dema em krîza 5 salan a Sûriyeyê û dramên ku bi serê gelan, jinan, zarokan de hatî bînin ber çavên xwe, wê demê em dikarin bêjin ev hevpeyman xwedî nirxekî gelekî mezin e. Her wiha, Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji bo Sûriyeyê destpêkek nû û ronahiyek e.”
‘NE SÎSTEMA BI XWÎN A ERDOGAN, ME FEDERALÎZMA DEMOKRATÎK HILBIJART’
Mûhammed Ahmet, îfade kir ku wek Tirkmenên Şehbayê, siberoja xwe di sîstema federaliya demokratîk de dibînin û wiha pê de çû; “Ez bi xwe wek nûnerê gelê Tirkmen ê li Şehbayê tevlî 2’yemîn Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bûm. Hûn dizanin, herêma me ji hêla OSO, DAÎŞ’ê hat dagirkirin. Niha jî li cem van dagirkeriya dewleta Tirk heye. Em dixwazin Şehba hem ji çeteyan hem jî ji dewleta Tirk bê rizgarkirin. Yê DAÎŞ û van çeteyên din kirin bela serê me, dewleta Tirk bû. Ji meha Tebaxê û vir ve bi xwe jî ket nav xaka Şehbayê. Wek li Tel Afer a Iraqê hat dîtin, Erdogan her xwest me Tirkmenan ji bo siyaseta xwe bi kar bîne. Lê wek Tirkmen em vê qebûl nakin. Em parçeyek ji gelên Sûriyeyê ne. Em ne sîstema bi xwîn, paşverû ya Erdogan, lê Sûriyeyek federaliya demokratîk dixwazin.”
‘GEFÊ LI MINBICÊ DIXWE, LÊ WÊ JI ŞEHBAYÊ DERKEVE’
Mûhammed Ahmet di axaftina xwe de bal kişand li ser dagirkeriya dewleta Tirk a herêma Şehbayê û gefên Erdogan a li ser Minbicê û wiha dewam kir; “Dewleta Tirk di bin navê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ket Şehbayê. Lê her kes dizane, tevahî çete ji hêla Tirkiyeyê hatin mezinkirin û bûn bela serê me. Dîsa, di bin navê têkoşîna DAÎŞ’ê de hewl da qetlîamê li dijî gelê Şehbayê bike. Yekane armanca wî esas dixwest sîstema me ya federal a xwe dispêre azadiyê û yekgirtinê û her wiha xwerêveberiyê bi dawî bike. Berê jî Efrîn, Minbic tehdîd dikir. Erdogan, van rojan jî gefa dagirkirina Minbicê dike. Wek Tirkmen, em van gefan ti carî qebûl nakin. Eger Tirkiye vê dagirkeriya xwe bidomîne, wek Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermenî, Çerkez, Suryanî, em ê hemû li gel yek li dijî vê şer bikin. Bixwaze Minbicê dagir bike, em ê wê ji Şehbayê jî derxin. Meclîsa me MSD heye, QSD jî hêza me ya parastinê ye. Bila ji Sûriyeyê xwe bikşîne û bi pirsgirêkên xwe re mijûl bibe. Eger Tirkiye sîstema me ji bo xwe neke mînak, mafê gelên xwe nenase, wê demê Tirkiye nikare li ser piyan bimîne.”
‘EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ŞER BIKIN’
Mûhammed Ahmet got li ser navê Tirkmenên Sûriyeyî bang li tevahî cîhan û gelan dike û wiha dawî li nirxandinên xwe anî; “Dewleta Tirk qatil e. Hem li Tirkiyeyê qetlîam kirin hem jî li Sûriyeyê. Îro Heleb bûye bajarekî kavilbûyî. Li vir rola Tirkiye heye. Bila cîhanê berê xwe bidin Nisêbînê, Sûrê jî. Ji ber Erdogan, ti ferqa wan deran ji Helebê nemaye. Bi tankan, topan navçe, bajar hilweşandin. Dewleteke ku li welatê xwe hilweşînek wisa dike, ji bo gelên Sûriyeyê tenê dikare hilweşîn û mirinê bîne. Wek gelên Sûriyeyê, bi saya Tirkiyeyê em gelek caran bû şahidê vê hilweşîn û mirinê. Wek Tirkmenên Sûriyeyê tercîha me ne xwîn û hilweşîn e. Me tercîha xwe ji bo Federalîzma Demokratîk a ku wê rê li ber bihara gelan veke bi kar aniye. Li vir jî em ê heta dawiyê li dijî çeteyên paramîlîter ên Erdogan û artêşa wê ya şêrê qaxizî li ber xwe bidin. Û wê ti carî nikaribin îradeya me têk bibin.”