'Em ê bi azadiya Şengalê bersiveke dîrokî bidin dagirkeran'

Şervanen YBŞ'ê li ber êrîşên dewleta Tirk rabûn û gotin, ew ê bi ti awayî rê nedin hewldaneke dagirkeriyê.

Nerazîbûna civakê ya li dijî êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên şer a li dijî Şengalê, zêde dibe. Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî destnîşan kirin, ku ew ê bi ti awayî destûrê nedin hewldaneke dagirkeriyê û bang li ciwanan kirin, ku tevlî nava refên berxwedanê bibin.

Ji şervanên YBŞ'ê Kendal Çiya diyar kir, planeke nû ya dagirkeriyê, ya dagirkerên Tirk û nokerên wan hatiye amadekirin, li Xanesorê hatiye ceribandin û got, "Hêzên dagirker, ku ji ber berxwedana me û gelê me nekarîn encamekê bi dest bixin, neçar man bi balafirên şer êrîş bikin."

Çiya bibîr xist, ji roja avabûna YBŞ'ê û heta niha, hewl hatiye dayîn bi serkêşiya PDK'ê bi planên qirêj û amûrên şerê taybet têkoşîn were tinekirin û got, "Bi rêya derewan, tirsandina çavê gel, bi ambargo û karên sîxuriyê re dixwestin gel ji têkoşînê sar bikin, ji YBŞ'ê qut bikin û bi vî rengî Êzidiyatiya azad tasfiye bikin. Ev yek bi ser nexistin. Ji ber ku nekarî pêşî li piştgiriya gel û mezinbûna YBŞ'ê bigirin dest bi êrîşên leşkerî û planên dagirkeriyê kirin. Dewleta Tirk ji xwe bi rengekî vekirî got, 'eger PDK encamê bi dest nexe, em ê bikevin dewrê'. bi vî awayî hem niyeta xwe, hem jî mîsyona PDK'ê raxist pêş çavan."

ÇAWA KU ME DI 3'Ê TEBAXÊ DE LI BER XWE DAN, DIVÊ EM BI HEMAN RUHÎ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ JÎ LI BER XWE BIDIN

Çiya destnîşan kir, wan pêşî li êrîşên hatin kirin girtin û anî ziman, vê rewşê di nava gel û şervanan de rê li ber moraleke mezin û baweriya bi xwe vekir.

Kendal Çiya işaret bi xeteriyan kir û got, "Weke gel û şervan, divê em ji êrîşên nû, tifaqên qirêj ên nû re amade bin. Ku em bersiveke dîrokî bidin, em vê firsenda xwe ya dîrokî ji bo azadiyê û serketina civakî bi kar bînin. Lewma divê gelê me zanibe; em xwedî wê hêzê ne ku dikarin bê tirs pêşî li hemû êrîş û hewldanên xiyanetê bigirin. Lazim e gelê me xwedî li berxwedana xwe û çiyayê Şengalê yê pîroz derkeve. Di 3'ê Tebaxê de çawa ku me bi hemû kêmasiyên xwe dîsa jî li ber xwe dan û teslîm nebûn, divê em bi heman ruhî li dijî van êrîşên ji bo temamkirina fermanê tên kirin, li ber xwe bidin. Û divê ti kes ji bo hesabên madî nekeve xefika dijmin, li dijî şerê taybet ê Tirk û PDK'ê hişyar bin û têkoşînê geş bikin. Di serî de ciwan, divê tevahiya gelê me xwedî li YBŞ'ê derkeve û bi tevlîbûna li nava refên wê re YBŞ'ê mezin bikin."

EM FERMANA ŞEHÎDÊN XWE BI CIH BÎNIN, YBŞ'Ê MEZIN BIKIN

Şervanekî din ê YBŞ'ê Egît Botan jî nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li Qereçox û Şengalê hate kirin da anî ziman, bi van êrîşan xwestin vîna gel teslîm bigirin.

Botan got, "Em êrîşên li Şengal û Qereçoxê bi hêrseke mezin şermezar dikin. Bi rêya van êrîşan xwestin vîna gelê me bişikînin, mîna berê teslîm bigirin. Bersiva herî rast a ji van êrîşan re bê dayîn; tevlîbûna li nava refên YBŞ û YJŞ'ê ye, geşkirina berxwedana me ya li dijî êrîşan e. Li ser vê bingehê divê em bidin ser şopa şehîdên xwe û ber bi Şengal a azad ve bimeşin. Ji bilî mezinkirina têkoşîna me, şerê me, ti rêyeke rizgariyê nîne. Ya ku Şengalê û tevahiya Kurdistanê rizgar bike, ev xeta têkoşînê ye. Li ser vê bingehê, em xwedî wê hêzê ne ku bersivê bidin hemû êrîşan, li dijî êrîşan heta dawiyê li ber xwe bidin û xwedî biryardariya şer in. Em ê bi hemû hebûna xwe, xwe ji bo gelê xwe feda bikin. Lê belê em ê rê nedin ferman û dagirkeriyeke din. Hemû ciwanên Êzidî, divê bi mîsyona xwe ya şer û pêşengiyê zanibin û hîn bi xurtî tevlî nava refên YBŞ'ê bibin. Dîrok û şehîdên me vê fermanê didin me."

EM Ê BI HER AWAYÎ LI BER XWE BIDIN

Şervanê YBŞ'ê Ezdîn Şoreş diyar kir, ji bo civaka Êzidî nebe xwedî hêz, ji bo nikaribe xwe bi rê ve bibe dijminên Êzidiyan serî li her rê û rêbazê diidn û destnîşan kir, ku êrîş ji ku tên bila bên ew ê heta dawiyê şer bikin.

Di dewama axaftina xwe de Şoreş got, "Di 3'ê Adarê de êrîşên giran li gelê me hatibûn kirin. Weke şervanên YBŞ û YJŞ'ê me bersiveke tund da bûn van êrîşan. Piştî ku dîtin encama dixwestin bi dest nexistin, dest bi konsepta êrîşa bi balafirên şer ên Tirk kirin. Bi balafirên şer li nuqteyên YBŞ'ê xisitn. Lê belê hewldana wan dîsa pûç bû û encama dixwestin bi dest nexistin. Ji niha û pê ve êrîş ji ku tê bila bê, em ê li ber xwe bidin, em ê li ser axa xwe rê nedin ti hewldaneke dagirkeriyê.

Ji bo gelê me xwe bi rêxistin neke, xwe bi rê ve nebe û YBŞ û YJŞ mezin nebe, çi ji destê wan tê dikin. Dijminên gelê me, xwînmêj ji bo tasfiyekirina gel û têkoşîna me, serî li her rêbazê didin. Li dijî vê yekê me ê bi hemû hêza xwe, ji bo ax û gelê xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em ê rêxistinbûna xwe, hêza xwe mezintir bikin. Gelê me jî bi heman rengî, bi heman biryardariyê destnîşan dike, ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bide û axa xwe neterikîne. Weke şervanên YBŞ'ê, weke zarokên vî gelî li dijî her şêwe êrîşan, em dixwazin gelê me desteka xwe ya ji bo têkoşînê û xwedîderketina li Şengal a pîroz mezin bike. Di vê serdema dîrokî de em bang li ciwanên xwe dikin, ku bi tevlîbûna li nava refên YBŞ'ê re bersiva herî rast bidin xayinan. Li dijî van planên qirêj divê gelê me netirse. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî dagirkeran şer bikin û axa xwe teslîmî dagirkeran nekin."