'Em ê Şirnexê ji zaliman paqij bikin'

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Nûrcan Alturk got, ji bo Şirnex ji zalim û kiryarên wan bê paqijkirin gelê Şirnexê wê biçe ser sindoqan û bersiva pêwîst bide.

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Nûrcan Alturk diyar kir, wê Şirnexê bi rengê jinê bixemilînin.

Nûrcan Alturk zewiciye û dayika 3 zarokan e. Emrê wê bi temamî li Şirnexê derbas bûye.

Nûrcan Alturk li ser namzetiya xwe got, "Li dijî kiryarên qeyûm ku dijminatiyê li jinan dike, em ê qadeke berfireh a têkoşînê ava bikin. Tevî gelê xwe, em ê di hilbijartinê de bersivê bidin û bajarê xwe ji zaliman paqij bikin."

Alturk diyar kir, wê şaredariyê hîn bêhtir bi rengê jinê bixemilînin û got, "Em ê bi gelê xwe re rûnên û li ser pêwîstiyên xwe biaxivin. Bêyî ku hewcedarê kesî be, Şirnex wê bi xwe li ser piyan bimîne."