'Em bi PKK'ê xwe hê bêhtir bi rêxistin bikin'

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, di sala nû ya têkoşînê ya PKK'ê de banga rêxistinbûn û têkoşîneke xurtir kir.

Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê got, "Partiya me PKK, ji destpêkê ve bi lehengiyên mezin, afirîneriyên xweser, pêngavên wêrek, vejîn û berxwedana herî bi heybet bû navê serketinê. Em sala 40'î ya partiya xwe bi serbilindÎ, kêfxweşî, bi rûmet û hêviyeke mezin pîroz dikin. Di serî de hevrê Hakkî Karer, em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bi minetdarî bejna xwe ditewînin.

Em Rêber Apo bi rêzdarî silav dikin ku di zemîneke ku bi navê Kurd û Kurdistanê xeyala tiştekî nedihate kirin jî tespîta 'Kurdistan di bin mêtingeriyê de ye' kir, bi tena serê xwe gav avêt, kom ava kir, bi PKK'ê re kir partî, PKK mezin kir û ligel derfetên kêm jî bi analîzên xwe yên zanistî PKK veguherand hêviya rizgariyê ya tevahiya mirovahiyê. Bi bîr û baweriya ku azadiya Rêber APo azadiya Kurdistan û tevahiya mirovahiyê ye, em soz didin ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa tengav û xitimandî ya pergala kapîtalîst û hêzên mêtinger û hat gotin, "Hewldanên çareserkirina krîzên 25 salên dawî encameke berevajî derxistine holê û veguherîne kaosê. Ji ber ku hebûna van hêzan sedema kaosa heyî ye, nepêkane ku bibin hêza çareseriyê. Di vir de, PKK a ku ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, yekane hêza rêxistinbûyî ya derketina ji kaosê ye. Gelên ku di nava neçareserî û mêtingeriyê de dinalin û parçe bûne, berê xwe dane PKK'ê û hêviya xwe bi berxwedana PKK'ê mezin kirine. PKK veguheriye yekane hêz û rastiya ku mirovahiyê rizgar bike."

Însiyatîfê ragihand ku çeteyên bê esîl ên dewleta Tirka  paşmayî, faşîst, nîjadperest û qirker vê rastiyê dibînin û bi serkeşiya AKP'ê bi rê û rêbazê ne însanî êrîş dikin û bi vî rengî hewl didin emrê xwe dirêj bikin.

Însiyatîfa gel diyar kir ku bi rêya sîstema Îmraliyê hewl tê dayin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hevrê û gel bê qutkirin, ji hiş û mejiyan bê derxistin û wiha dewam kir: "Bi hemû hêza xwe ya şer li dijî hêza parastina gel, hêza gerîla dest bi êrîşeke mezin kirine. Wekî din, bi êrîşên psîkolojîk û fîzîkî dixwaze gel bitirsînin. Rewşa wan a panîkbûyî jî nîşaneya herî mezin a qelsiya wan e."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dema herî tarî de PKK mîna rojê li ser gelan hilatî ye û hat gotin, "PKK Mazlûm Dogan e ku bi berxwedanê bi ser ketiye, Mehmet Tûnç e ku bi serînetewandinê re bûye çavkaniya serbilindiyê, Çiyager e ku çi dibe bila be encam kiriye bêhempa. PKK navê wê jinê ye ku bi fermandar Gulnaz û Delalan re şer kiriye, bi şer re azad bûye û bi azadbûnê re bedew bûye. PKK navê canbexşane û fedakariya mutleq e."

Di dawiya daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê de wiha hat gotin: "Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku li dora PKK'ê bicivin û xwe bi rêxistin bikin. Girîng e gelê me bi vî ruhê têkoşînê sîstema Îmraliyê hilweşîne û bi Rêber Apo re li Kurdistana azad bicivin. Em pê piştast in ku gelê me wê li ser vê bingehê xwedî li partiya xwe PKK'ê û nirxên xwe derkeve û mêtingeriya dewleta Tirk a faşîst nîjadperest parçe bike. Di sewrî de Rêber Apo em hemû hevrêyên xwe û gelê xwe yê berxwedêr silav din û salvegera damezrandina partiya xwe pîroz dikin."