Elî Ilyas Nasir bû nûnerê nû yê ruhanî yê civaka Êzidî

Mîrên Êzidî, endamên Meclîsa Ruhanî û rûspiyên civaka Êzidî li şûna rêberê ruhanî yê baweriya Êzidî (Babê Şêx), Elî Ilyas Nasir hilbijart.

Piştî ku rêberê ruhanî yê Êzidiyan Babê Şêx Xirto Hecê Îsmaîl ku 1’ê Cotmehê li nexweşxaneya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da, Elî Ilyas Nasir weke Babê Şêx hat hilbijartin.

Mîrên Êzidî û Meclîsa Ruhanî li gorî orf û adetên civaka Êzidî piştî ku Babê Şêx jiyana xwe ji dest da nikare di nava 40 rojan de Babê Şêxeke nû hilbijêre.

Di nava wê pêvajoyê de eger kesên alim û yên ku gotinên wan di nava civakê de tê guhdarkirin ji bo bibin Baba Şêx xwe berendam nîşan nedin vê çaxê Meclîsa Ruhanî û Mîrên Êzidiyan ji nava Îsiyana Babê Şêx û malbata Şêx Şêxilkî de Babê Şêxeke nû hildibijêrin.

Her tim Babê Şêxan ji du malbatên ku neviyên Şêx Fexir El Dîn in hildibijêrin.

Emîrtiya Êzidî ya Cîhanê Cehor Elî Beg bi daxuyaniyekê diyar kir; di civîna şêwirmendan ya li wîlayeta Duhokê hatiye lidarxistin de Elî Ilyas Nasir weke Babê Şêx hate hilbijartin.

Babê Şêx Elî Ilyas Nasir li gorî baweriya Êzidî vê 18’ê Mijdarê roja Çarşemê li Laleşê bi awayek fermî dest bi erka xwe bike.

Di baweriya Êzidî de Babê Şêx, piştî mîrê Êzidî duyemîn erka herî girîng e. Her wiha di kar û merasîmên dînî de meclîseke taybet û fermî heye ku bi Babê Şêx re tevdigere û alîkariyê dide wî.