Elçî li cihê lê hat kuştin, hat bîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, di salvegera duyemîn de li ber kolana ku Minareya Çar Ling lê ye ku lê hat kuştin, saet di 10:53'an de hat bîranîn.

Serokê Baroya Amedê û parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî, li ber Minareya Çar Ling a Sûrê ku du sal berê di dema daxuyaniya çapemeniyê de lê hat kuştin, hat bîranîn. Girseya gel xwest li Kolana Yenîkapi cihê Elçî lê hat kuştin daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê belê polîsên Tirk nehiştin.

Merasîma bîranînê, ji ber Rewşa Awarte bi destûra taybet a ji Walîtiya Tirk a li Amedê hate wergirtin, li pêşiya kolana ku Elçî lê hat kuştin, pêk hat.

Hevsera Elçî Turkan Elçî, parlamenterên HDP û CHP'ê, serokên baroyê, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, rewşenbîr, nivîskar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, tevî gelek parêzeran tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de pankarta ji wêneyê Elçî û nivîsa "Em ê te ji bîr nekin" a bi Kurdî û Tirkî hate vekirin.

Di dema çalakiyê de li dengê Elçî yê daxuyaniya çapemeniyê ya beriya bê kuştin, hate guhdarîkirin. Saet di 10:53'an dema kuştina Elçî de, girseya gel deqeyek rêz girt. Piştre Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî da çapemeniyê.

Ozmen diyar kir ku êş û hêrsa di dilê wan de di nava 2 salan de qat bi qat zêde bûye û bi bîr xist, tevî ku 2 sal di ser sûîqestê re derbas bûne jî hê kiryar nehatine tespîtkirin.

Ozmen got, "Li şûna ku bi hesasiyeteke mezin dosya Tahîr Elçî were lêkolînkirin, hewl didin ku bikin dosyayeke ji rêzê. Serokwezîr û Wezîrê Edaletê yê wê demê soz dan ku wê kiryaran bibînin û eşkere bikin. Lê belê berevajî vê soza xwe tevgeriyan. Ev rewş me bixe nava fikaran jî, em hê jî bi hêvî ne ku edalet wê bi cih bê. Heta ku ev sûîqest bê ronîkirin wê mêzîna edaletê ya sîstema hiqûqa Tirk ne hevseng be."

Ozmen da xuyakirin ku ew serokê baroya xwe ku dijberê şîdet û şer bû û alîgirê demokrasî û aştiyê bû, careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û got, "Em ê têkoşîna wî yıa ji bo aştî, demokrasî, azadî û mafên mirovan bidomînin."

Piştî axaftinê, hevsera Elçî û girseya gel a pê re, qurnefîlên sor danîn ber bendên polîsan ku pê dor li kolanê girtibûn.

Elçî her wiha wê li ser gora xwe û li gelek cihên din bê bîranîn.