Egîtîm-Sen: Pirsgirêka nebûna perwerdehiya zimanê zikmakî dibe sedema qutbûna ji perwerdehiyê

Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê tespît kir ku nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, bandoreke giran li perwerdehiyê dike.

Şaxê Amedê yên Sendîkaya Kedkarên Zanistî û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) rapora xwe ya salane ya nirxandina perwerde û hîndekariyê eşkere kir.

Civîn li avahiya Şaxa Hejmara 1'ê ya Egîtîm-Senê hate lidarxistin û Sekretera Perwerdehiyê ya Şaxê Hejmara 1'ê Hatîce Efe axivî. Hatîce Efe bi bîr xist ku di dema şewbê de gelek kedkarên perwerdehiyê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

Efe ragihand ku li tevahiya Amedê nêzî 200 hezar kes, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdeyî 6 milyon xwendekar ji perwerdehiyê bêpar mane.

Di raporê de hate destnîşankirin ku sala 2020'î li Amedê 943 hezar xwendekar hebûn û 195 hezar ji wan ji perwerdehiyê bêpar hatin hiştin.

Efe bal kişand ser pirsgirêka perwerdenebûna bi zimanê zikmakî û got, "Bi taybetî perwerdehiya ji dûr ve ya bi zimanekî li nava malbatê nayê axaftin, ji bo qadên din ên jiyanê nepêkan dike. Ev pêvajo bû sedem ku zarokên me ji pêvajoya perwerdehiyê qut bibin. Mixabin Wezareta Perwerdehiyê ya Milîî nekariye pêvajoyê bi rê ve bibe."