Egîtim-Sen: Divê hemû gel bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe

Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê got “Divê li ser vê axê hemû gel karibin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin.”

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) ya Amedê tekildarî zimanê dayikê û dersên bijarte li avahiya xwe ya Şaxa Hejmara 1’an a li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafê hemû gelan ê" dinivîsand hat daliqandin. Endam û rêveberên sendikayê jî di daxuyaniyê de amade bûn. 

Daxuyanî ji aliyê Endamê Lijneya Şaxa Egîtîm Sen a Amedê ya Hejmar 2’yan Fesîh Zîrek ve hat xwendin. Zîrek, bi lêv kir ku ziman nasnameya gelan e û ji bilî zimanê zikmakî tu zimanek nikare bibe weke zimanê zikmakî ya kesekê/î. Zîrek, girîngiya perwerdeya zimanê dayikê destnîşan kir û axaftina xwe wiha domand: "Lewma di Hevpeymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de, perwerdehiya bi zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn ê kesan tê pejirandin û astengkirina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî ji yek binpêkirinên mafê mirovan ên herî mezin tê hesibandin. Ji bo pêşketinên civakî û aborî yên welatekî, divê derfetên ku qirnê nuh karibin bi gencîneyên çand û zimanê xwe mezin bibin, bên avakirin. Bi vî rengî pêşvebirin û xwepêşxistina civakê pêkan e. Lewma desthilatdaran ji bo rê li ber guherîn û pêşxistinên civakî bigrin, berên xwe dane perwedehiyê û gencîneyên çandî. Pê re jî perwerdehî û hînbûyina ji bilî 'zimanê fermî' qedexe kirine.

Li welatê me bi taybetî zarokên zimanê wan ên zikmakî Kurdî, Erebî, Lazî, Ermenî, Hemşînî, Çeçenî û Suryanî û gelên din ji zimanê xwe tê qutkirin. Qedexekirina bikaranîna zimanê zikmakî bandorê li her kesî bike jî bêtir bandorê li ser zarokan dike. Ji aliyê zimanzaniyê, perwerdehiya zanistî, pedagojî û însanî ve girîngî û pêwistiya zimanê zikmakî ji bo zarokan dîyar e. Bêparhiştina ji vî mafî ya zarokan encamên neyînî bi xwe re tîne û bandorek jiyanî ya neyînî li zarokan dike. Ev ne qeder e, divê ev bê guherîn. Em diyar dikin; çawa ku me di rêziknameya xwe de jî diyar kiriye, li ser vê xakê divê hemû gel bi zimanê xwe ê zikmakî perwerdeyê bibînin. Ji bîlî vê tu çareseriyên din nabin bersiv ji bo jiyandina zimanan." 

DERSÊN BIJARTE

Zîrek bal kişand ser dersên bijarte û pirsgirêka dersên bijarte wiha diyar kir:

* Rêvebir û burokrat bi xebatên ku dikin pêşî li ber digirin ku ev ders bêne bijartin.

* Heman kes ji bo ku ji bilî van dersan, dersên din ên ku rêveberiyên dibistana diyar dikin bêne bijartin têkoşîneke mezin didin.

* Di tijekirin û gihandina daxwaznameyan de gelek pirsgirêk derdikevin.

* Dema ku ders tên bijartin jî bi sedama ku mamosteyên van dersan tune ne ev vebijêrk tên piştguhkirin û dersên din têxin şûna wan.

* Ji aliyê wezaretê ve bi qasî hewcedariyan mamoste nayên peywirdarkirin. Weke mînak sala par tenê 3 mamoste hatin peywirdarkirin.

Em ji niha de hemû rêvebiran hişyar dikin ku li gor rêgezan tevbigerin û tenê peywira xwe bikin. Her nerazîbûnên li ser van mijaran bên ber destê me, em ê heta dawiyê şopdarê wan bin û ji aliyê hiqûqî ve jî em ê dozê li wan kesan vekin.”