'Eger rewşa Rêbertî çareser nebe, dibe ku şerekî nû dest pê bike'

Hiqûqnasên Kantona Efrînê Îbrahîm Şêxo û Orîvan Silêman dan xuyakirin ku, heke tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe, wê şerekî nû dest pê bike.

Hiqûqnasên ji Kantona Efrînê, Îbrahîm Şêxo û Orîvan Silêman têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa ANF’ê re axivîn û gotin ku, “Pêwîst e ku rewşa Seroketî û doza gelê Kurd çareser bibe.”

Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo yê ku Berdevkê Mafê Mirovan a Kantona Efrînê ye komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Tu saziyên mafên mirovan rewşa Rêber Abdullah Ocalan li ber çavan nagire û ligel ku her sal ji bo wî çalakî tên lidarxistin jî, tu çareserî ji rewşa Rêber Apo re nehaiye dîtin.”

Şêxo diyar kir ku hemû dewletên cîhanê yên sereke rola xwe di komploya navneteweyî de lîstine û wiha domand:” Rêber Ocalan 20 sal in di zindanê de ye û nahêlin ku kes biçin serdana wî. Heke mirovek cînayetekê bike, mafê wî heye ku derkeve pêşberî dadgehê. Lê a niha bi Rêber Apo re tu hevdîtin nayê kirin û hemû saziyên mafên mirovan bêdeng mane. Em dikarin bibêjin ku vê komploya navneteweyî armanca wê qirkirina gelê Kurd e.”

‘NELSON MANDELA JÎ DERKET PÊŞBERÎ DADGEHÊ’

Şêxo rewşa Nelson Mandela da ber rewşa Serokatî û got: “Ka em rewşa Serok Apo bidin ber rewşa Nelson Mandela. Mandela jî mirovekî aştîxwaz bû lê piştî ku kete zindanê parêzer dikaribûn biçin serdana wî. Sedam Huseyîn jî bi êrîşên kimyewî bi hezaran sivîl kuşt lê dîsa jî derket pêşberî dadgehê. Rêber Ocalan ligel ku mirovekî aştîxwaz e û banga wî projeya Neteweya Demokratîk e, nahêlin ku kes biçin serdana wî. Ji mafê her însanekî heye ku were dadgehkirin û eger dewleta Tirk Serok Abdullah Ocalan dadgeh nake, bila Dadgehên Ewropayê rewşa Serokatî çareser bikin. Em dizanin ku ji aliyê qanûnî ve ger kesek hat girtin, dadgeh dibe û cezaya wî didinê. Lê Serok Apo bûye 20 sal di zîndanê de ye û hetanî niha dadgeh nebûye li gorî min ev neheqiyek e û ger Serok Apo sûcê xwe hebe, sal bi sal ji bo Serokatî gel danakeve qadan û xwe naşewitînin.”

‘HEKE DOZA KURDAN ÇARESER NEBE WÊ ŞEREK DEST PÊ BIKE’

Şêxo di dawiya axaftina xwe de got ku, “Ger ku tecrîda ku li ser Serok Abdulah Ocalan neyê şikandin û ger ku ji doza Kurdan re çareseriyeke cidî neyê dîtin, wê şerek dest pê bike û wê xwîn were rijandin. Ji ber vê jî divê dewletên navneteweyî çareseriyekê ji bo doza Kurdan û Serok Apo re bibînin.”

Hiqûqnas Orîvan Silêman jî derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku: “Tê zanîn ku li gorî zagonên navneteweyî, dadgehkirina siyasetmedaran bi awayekî hiqûqî tê kirin. Di dema dadgehkirinê de pêwîst e ku hemû parêzerên navneteweyî li ser cezaya wî kesayetî îmze bikin. Her wiha dewlet doza gelan li gorî berjewendiyên xwe eyar dikin û ji bo ku ev doz bi pêş nekeve û pirsgirêkên pûç derdixînin. Kurd ji destpêka komployê ku çalakiyan li dar dixînin û li her bajarên cîhanê grevên birçîbûnê didin destpêkirin. Ev tişt dibin sedem ku şoreşa Kurdan ji nû ve dayîk bibe.”

‘DEWLETA TIRK HINCEYÊN PÛÇ DIYAR DIKE’

Di dawiyê de Orîvan Silêman wiha got:”Di demên dawiyê de me dît ku zêdetirî 50 kesî yên ku xelatên NOBEL’ê bi dest xistine, ji bo azadiya Rêber Apo îmze kom kirine, parêzerên Rêber Apo nêzî 800 caran e, ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê em dibînin ku dewleta Tirk her tim hincetên pûç û beredayî diyar dike. Her wiha hêzên desthilatdar yê li ser raya qanûnî disekinin dikarin doza Seraketî ji nû ve nûjen bikin û Serokatî azad bikin lê belê heyanî niha ji bo çareserkirinê neketine nav hewldanan. Va ye li ber çavan e ku şewitandina bedenan û grevên birçîbûnê didomin. Şoreşa ku parlementera HDP’ê Leyla Guven daye destpêkirin va ye didome. Baweriya me bi vî tiştî heye ku gel wê têkoşîna xwe geştir bike.”