'Eger PDK bi vî rengî dewam bike, wê derbeke mezin li Kurdistanê bixe'

Nivîskar û çavdêrê siyasî Mesûd Abdulxaliq bal kişand ser xetereya li ser Başûrê Kurdistanê û got, "Em Iraq, Tirkiye û Îranê weke hêzên dagirker pênase dikin, lê belê gefa esasî hikumeta PDK'ê ye ku dike ku dagirker êrişî statuya Başûr bike."

Rewşenbîr, nivîskar, çavdêrê siyasî û Şêwirmendê Dezgeha Stander Mesûd Ebdulxaliq ji ANF’ê têkildarî rewşa Başûrê Kurdistanê nirxandinên girîng kir.

Ebdulxaliq destpêkê işaret bi paşeroja Iraqê û pirsgirêka Serokkomariyê kir û got, “Guhertinên pir mezin di rê de ne, ji bo wê pêwîste Serokkomarê Iraqê kesekî pir şareza be. Ji ber ku di 4 salên bê de çend mijarên weke mijara Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistanê bi taybetî di sala 2023’an de heye.”

‘WÊ ZIRAR Û ZIYANEKE MEZIN BIGIHÎJE HERÊMA KURDISTANÊ’

Nivîskar Mesûd Ebdulxaliq têkildarê lihevkirina PDK’ê bi Tevgera Sedir û bandora wê li ser statuya Herêma Kurdistanê ev hişyarî da, “Niha statuya Herêma Kurdistanê pir lewaz e, bi taybetî piştî lihevkirina PDK’ê ligel Tevgera Sedir ya ji bo pêkanîna hikumeta piranî çêkirî. Ew hemû guhertin nîşanî me dide ku wê zirar û ziyaneke mezin bigihîje Herêm Kurdistanê.”

‘DERBEKE MEZIN LI HERÊMA KURDISTANÊ DIKEVE’

Ebdulxaliq her wiha bal kişande ser lihevkirina şandina petrol û gaza Başûrê Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê û wiha pêde çû; “Mebesta Erdogan ji axaftina ’Min çawa malên Tirkiyê bi petrolê germ kir, ezê bi gazê jî ger bikim’ kirî gaza herêma Kurdistanê ye. Di demekê de ku malên welatiyên Herêma Kurdistanê sar in, ev lihevkirina li ser gazê bertekeke herêmî di asta asayîş û aramiyê bi xwe re anî ku me dît derbeke mezin li Herêma Kurdistanê ket. Eger desthilata herêmê wisa berdewam bike wê derbên mezintir li Kurdistanê bikeve.”

‘METIRSIYA ESAS LI SER HERÊMA KURDISTANÊ DESTHILATA KURDÎ YE’

Nivîskar û şêwirmend û çavdêrê siyasî Mesûd Ebdulxaliq di dawiyê de behsa biyarên dadgeha federal ên li dijî firotina gaz û petrola herêma Kurdistanê ya bi rengekî serbixwe û hewldanên ji bo sînordarkirina desthilatiyên herêmê yên bi rêya yasa û dadgeha federalî kir û got, “Biryarên dadgeha federalî siyasî ne, lê hikumeta Iraqê mafê wê heye ku biryarên dadgeha federal bicîh bîne. Eger dadgeha federal a Iraqê pêşî lê negirtiba wê mijara gaza herêmê weke mijara petrolê badilhewa biba. Biryara dadgeha federal pêşî li badilhewabûna dewlemendiyên herêma Kurdistanê girt. Em her yek ji Iraq, Tirkiye û Îranê weke dagirker û dijminê Kurd pênase dikin, lê metirsiya esas li ser herêma Kurdistanê desthilata Kurdî ye ku şaş dike û hêcetan dide welatên dagirker ji bo êrişî statûya herêma Kurdistanê bikin.”