'Eger li Iraqê koalîsyon ava nebe, dibe ku şerê navxweyî rû bide'

Pêncewînî bal kişande ser rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinê û diyar kir ku eger hikumeteke koalîsyonî pêk neyê, îhtîmala şerê navxweyê zêdetir dibe. Pêncewînî got, "Tirkiye û Îran jî wê zêdetir destwerdana rewşa navxweyî ya Iraqê bikin."

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî derbarê rewşa dawî ya Iraqê ya piştî hilbijartina pêşwext a parlementê, êriş û gefên dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û rewşa koçberên li ser sînorên Belarûs û Polonyayê ji ANF’ê re axivî.

Pêncewînî têkildarê rewşa siyasî û leşkerî ya Iraqê ya piştî hilbijartinê de got, "Beriya her tiştî divê ev yek bê zanîn ku hilbijartina pêşwext a Iraqê ji ber zextê têkoşîna xwepêşanderan pêk hat; li hin bajarên naverast û jêrîn a Iraqê xwepêşandan çêbû û çendî xwepêşander hatin kuştin û hindek jî hatin wendakirin, lê di encamê de karîn hikumet û parlamentê neçarî hilweşînê bikin û hilbijartinên pêşwext were lidarxistin. Wate hilbijartin ji ber zexta têkoşîna xwepêşanderan pêk hat. Ji aliyekî ve divê ev yek bê zanîn ku piştî proseya dagirkirina Iraq ji aliyê Emerîka û hevpeymanên wê, ew hikumet yek li pey yeka din ku li Iraqê pêkhatin nekarîn daxwazên gelên Iraqê pêk bînin û jiyaneke baş ji bo welatiyan dabîn bikin. Nekarîn ji bo ku wan hemû ciwanan ku bi salane yek li pey yekê din li zanîngehên Iraqê dîplomeya xwe distînin derfetên karkirinê çêbikin, ji aliyê din ve jî her ku diçe rewşa xizmetguzariyên ji bo bajarên Iraqê xirabtir dibe, Bexda ku paytexta Iraqê ye weke sergoyê lê hatiye, bajar ser û ber nînin, pirsgirêka av û elektrîkê heye, rê û cade xirabin; ew hemû pirsgirêkane bûn sedem ku welatiyên Iraqê biherikin kolanan û daxwaza hilweşandina hikumet û parlamento bikin."

Pêncewînî di dewama axaftina xwe de bal kişande ser destwerdanên welatên cîranê Iraqê ya di nav mijarên navxweyî yê vî welatî û wiha pêde çû: “Ji aliyê din ve jî dewletên cîran yên wek Tirkiye û Îran destê xwe xistin nav kar û barên hikumeta Iraqê û piştgirî dan gendelkaran. Ev yek jî bûye sedema nerazîbûna gelên Iraqê û gotin Sedam Hisên rûxiya û me Emerîka jî ji Iraqê derxist, êdî nabe dewletên din bên û destwerdana navxweyî ya Iraqê bikin. Heta beriya hilbijartinan dewletên cîranê bi rengekî eşkere destwerdana kar û barên siyasî, leşkerî, aborî û hemû desthilatiyên hikumeta Iraqê kirin."

Têkildarê lihevkirina pêşwext û wan civîna ku beriya hilbijartinê li Urdun û Qeter li ser hilbijartinên Iraqê hatin kirin Pêncewînî ragihand: "Di vê hilbijartinê de biryar hat dayin ku desthilata Îranê ya li naxweyî ya Iraqê were kêmkirin, ji bo vî mebestî li welatên Erebî yên wek Qeter û Urdon bi tevlêbûna hêzên Iraqê civînek hat lidarxistin û biryar hat girtin ku hilbijartinek were kirin ku bi rêya wê bandora Îranê were lewazkirin û desthilatiya wê were kêmkirin. Û parlamentek were hilbijartin ku herî kêm Iraqî be û welatên din nekaribin destwerdanê bikin, parlementeyek ku bikare bi Iraqî bihizire û ne di bin bandora welatên cîran de be. Encama hilbijartinan jî nîşan da ku bi taybetî di nava komên Şîa de tenê Sedir wiha dihizire 'pêwîste Iraqeke Şîa ya Iraqî be, ne girêdayî dewleteke din be' ku di civînên Qeter û Urdonê de jî bi vî rengî lihevkiribûn ku divê Sedir weke Şîa’yên Iraqî dengên herî zêde bidest bixe. Her wiha pêwîste Kurd jî dengên zêde bîne û di nava Kurdan de jî pêwîste Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) dengên herî zêde bidest bixe. Di heman demê de biryar hatibû girtin ku pêwîste Sûnî jî dengên wan pir be da ku di li meydanên siyaset û parlementa Iraqê de tevlêbûna wan a çalak hebe. Bê guman encamên wê jî wisa derket ku li ser wê lihevkiribûn, wate encamên wê wiha ragihandin, êdî nizanim di rastiyê de wiha bû yan na."

Li gorî Pêncewînî encamên hilbijartinê ne li gorî Îranê bû, ji ber ku planeke nû hatibû amadekirin ku pêwîste desthilata Îranê li ser hikumeta Iraqê were kêmkirin, di encama wê lihevkirinê de işareteke wiha hate dayin ku pêwîste paşerojaIraq bibe 3 îdareyî û hikumeteke cuda be ku li ser Şîî, Sûnî û Kurd de hatibe dabeşkirin; ew hilbijartin jî vê nîşan da, lê Îranê ji mêj ve destwerdana wê kir û ji roja yekem a ragihandina encamên hilbijartinên Iraqê, berpirseke payebilind ê Îranê yê bi navê Qaanî ku niha li şûna Qasim Silêmanî Fermandarê Sipahê Qudsê Îranê ye hate Iraqê, di heman demê de komên Şîî yên girêdayî Iraqê yên wek Esayib Ehlî Heq û Nuceba û hwd ji encamên hilbijartinê nerazî bûn û red kirin, bi eşkereyî dora Herêma Kesk girtin û gotin ‘divê Kazimî ji holê rabe’, di encamê de jî bi balafirên dron mala Kazimî bombekirin.

Di çend rojên bihorî de agahî hat belavkirin ku çend deqe pêş bombebaranê Emerîkayiyan ji Kazimî re gotine mala xwe vala bike, eger mala xwe vala nekiriba wê Kazimî di vê êrişên de bihatiba kuştin. Ew hemû diyardeyên vê yekê ne ku Îran ji vê hilbijartinê razî nîne, lê ji bo ku rewş aram bibe Kazimî û hevalbendên wî bi aqilmendî nêzî rewşê dibin, Îran jî di aramkirina rewşê de xwedî rol bû da ku pirsgirêk bi rêya dadgehê werin çareserkirin, ji ber ku Mistefa Kazimî got ku ez ‘weke kes wan kesên ku êrişî min kirinî nas dikim’.”

Pêncewînî destnîşan kir ku lîstok li vê derê na qede û wiha pêde çû: “Ji ber ku Kazimî û hevalbendên wî hewldidin ku tolê rakin, Îran jî li ser vê yekê bi israr e ku di hikumeta pêşerojê ya Iraqê de milîsên Iraqê xwedî rol bin û cih ji wan re were vekirin. Îran niha li ser xetê ye ji bo wan nîqaşên li Bexda yên di navbera hêzên cuda û komên milîsan berdewam bike ji bo ku hikumeteke koalîsyonî were avakirin û cih ji komên çekdar ên serbixwe were vekirin. Îran li ser vê yekê dixebite ku eger di hikumetê de rol bidin hêzên serbixwe, wê di pêşerojê de pirsgirêkên di navbera Kazimî û wan komên ku êrişkirine ser wî bi rêya dadgehê çareser bibe, dadgeh çi biryarê bide wê ew bipejirînin. Di vê rewşê de komên Şîî, Îran û Kazimî jî alîgirê çareseriya pirsgirêkan bi rêya dadgehê ne û hikumeteke nû di navbera hêzên Iraqê de were avakirin. Eger wiha biçe dibe ku senaryoya lihevkirinê serbikeve, ji ber ku di vê baweriyê de me ku Emerîka jî bi vê yekê razî be ku Îran û Tirkiye zêdetir destwerdanê li kar û barên navxweyî yên Iraqê nekin, ji ber ku hemû komên Sûnî girêdayî Tirkiyê ne û Tirkiye sor dikin ku hemû siyasetên xwe bi rêya Tirkiyê birêve diçe. Ji bo ku rewşa Rojhilata Navîn ji vê zêdetir aloz nebe, îhtîmal heye ku bi qasê 6-7 salan Iraq bi rêya hikumeteke lihevkirî were rêvebirin, ji ber ku niha ji vê baştir tiştek nîne.”

Siyasetmedar û Nivîskar Mihemed Emîn Pêncewînî di dawiya vê beşa nirxandinên xwe de diyar kir: “Eger hat û li ser hikumeta Iraqê bi rengê koalîsyonî li hev nekin, îhtîmal heye ku li Iraqê şerê navxweyî çêbibe, îhtîmal heye di navbera komên Şîî de şer biqewime; ji bo ku pêşiya şerekî wiha were girtin, plana herî bihêz a niha dubare avakirina hikumeteke koalîsyonî ji bo çend saleke din e.”

Pêncewînî têkildarê rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê û êrişên dewleta Tirk yên li ser wan herêman jî nêrîn û nirxandinên xwe parvekir û got, “Tirkiye plan dike ku hemû Kurdistana Iraqê yanî jî beşeke mezin bi rêya leşkerî ve dagir bike, beşê din jî bixe bin sîbera beşa ku dagir kiriye. Ev bername û plana Tirkiyê ye û li ser vê yekê ku çawa berê wîlayetên Mûsil û Heleb di dema beriya Sayks Pîko, Sewr û Lozan ku ayîdê Osmaniyan bû, û piştre di navbera Îngilîz û Fransayê de li ser Iraq û Sûriyê hatin dabeşkirin wegerînin ser Tirkiyê dixebitin. Di heman demê de li Lîbya û Yemenê jî hewldidin, li hin cihên parastina wê hebû, raya giştî piştewanî nekir, lê tevî wê jî hin tişt kirin bi taybetî li Kurdistanê. Ji ber ku civaka navdewletî li hemberî êrişên wê xwe bêdeng kirine; ji bo Rojavayê Kurdistanê jî hin herêmên ku ketiye bin kontrola di navbera Rûsya, Emerîka û Tirkiyê de ye, ev bû ku Rûsyayê bi armanca ku wê dema pêş Tirkiye Idlibê vala bike ku wegerînin, rê da Tirkiyê ku êrişî Efrîn, Serêkanî û Girê Spî bike, niha jî ew kirîn û firotin didome. Ji niha ve li ser wê dixebitin ku Tirkiye Idlibê vala bike û li beramberê wê jî Tirkiye bê û Til Rifat û navçeyên din dagir bike. Lê ji bo vê mijarê heya niha Emerîka erê nekiriye, ez nizanim bê ka wê bide yan na. Wate rewşa Rojavayê Kurdistanê bûye mijara kirîn û firotinê di navbera Emerîka, Rûsya û Tirkiyê.”

Pêncewînî di beşek din de jî wiha qala rewşa Başûrê Kurdistanê û êrişên dewleta Tirk ên li ser wê dike: “Di dema hatina artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê beşek ji Kurdên vê derê bêdengî esas girtin, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê Kurdan şer kir, berdêl dan û li berxwe dan, lê li vê derê bêdengî hebû û dibe ku xweşiya hindekan jî biçe. Tirkiye niha di rewşeke aborî ya pir xirab de ye, lîreya Tirkî mîna tûmenê Îranî şkestiye û bê nirx bûye. Aboriya Tirkiyê di rewşeke wiha xirab û giran de çawa li ser pêyan dimîne? Ew bi gaz û petrola Başûrê Kurdistanê wê pêk tînin, ji bo wan ne girînge bê ka kê desthilat e û kê Başûrê Kurdistanê birêve dibe, qet wê nafikirin û ji bo wan ne girînge, tenê gaz û petrola Başûrê Kurdistanê ji bo wan girînge, çawa aboriya xwe rast bikin û çawa xwe bigihînin bîrên petrolê yên Başûrê Kurdistanê. Weke mînak li Başîqa ne PKK heye û ne jî Kurdên Bakurê Kurdistanê, lê mezintirîn baregeha leşkerî ya Tirkiyê li wê herêmê heye. Tankên Tirkiyê dikarin bi çarêkekê bigihîjin nav Mûsilê, armanca Tirkiyê eve ku destpêkê Mûsilê dagir bike û piştre Hewlêr û Kerkûkê. Niha ew projeya wan wê encam bigire? Wê rê bidin wê yan na ez nizanim, lê ya Tirkiye bi nav dike ne raste, ji ber ku gerîla şerê çekdarî yê partîzanî dike waye niha li herêmên Avaşîn, Zap û Garê hin lûtkeyên giran dagirkiriye lê quntarên wan de gerîla hene û nikarin pêşiya tevgera gerîlayan bigirin. Şer berdewame û rojane cenazeyên leşkerên Tirkiyê li wan herêman dibe xwarina çeqel û teyran. Dibe ku armancê Tirkiyê dagirkirina navenda Mûsil, Hewlêr û Kerkûk be, lê nizanim wê kengê be ku tevdigerin, wê rê bidin wê û wê bikarin yan na ez wê jî nizanim.”

Pêncewînî îşaret bi çawatiya sekinandin li hemberî dagirkeriya Tirkiyê kir û anî ziman, “Ya li ser Kurd erk e ku ev pêvjoya siyasî û destketiyên me ji dest neçin eve ku pêwîste beriya her tişî hemû hêzên Başûrê Kurdistanê li ser yek gotinê li hevbikin bê ka çawa bi Tirkiyê, Îran û Iraqê re siyaset dikin û ew çi ji wan re dibêjin, piştre jî pêwîste bi hêzên din ên beşên din ên Kurdistanê li hev bikin. Heta ku hemû hêzên siyasî yên desthilata Başûrê Kurdistanê û muxalefet û hemû hêzên din li hev nekin û li hemberî her sê paytextan Enqere, Tehran û Bexda yek gotinê wan nebe, metirsiyên li ser Kurdistanê wê xilas nebin, ji ber ku tenê bi yekîtî û yekgirtinê dikarîn zexteke navnetewî li ser dewletên dagirker çêbikin. Heya ew yekîtiye pêk neyê wê metirsî timî berdewam bin.”

Pêncewînî her wiha ev jî li nirxandinên xwe zêde kir û wiha dewam kir, “Bi rêya têkiliyên navnetewî yên heyî em çendîn car bi nûnerên welatan û hevpeymanan rûniştin û me nîqaş kiriye. Ew yek pirsê ji me dikin û dibêjin çima her yek ji we axaftinekê dike? Çima hûn li hev nakin? Çima axaftineke we yê hevgirtî nîne ku daxwaz ji civaka navnetewî bikin? Çima hûn bi yek dengî naçin Bexdayê? Hemû ew kesên ku wan pirsiyaran li me dikin dibêjin çima hûn nabin yek? Di parlementoya berê ya Iraqê de Kurd 3-4 parçe bû û her roj wê li dijî yê din û filan kes li dijî filan kesê din diaxivî, bi rengekî ku êdî hêzên Iraqî jî ji me bêzar bibûn û sebra wan nema ku guh bidin me. Eger Kurd dest ji kevneperestî û xweperstiya xwe neyîne wê rewş ji ya heyî xirabtir bibe û îhtîmal heye ku ev pêvajoya siyasî ya Başûr û Kurdistanê jî ji destê me biçe.”

Nivîskar û Siyaetmedarê navdar ê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncewînî di mijara dawî ya nirxandinên xwe de bal kişande ser trajediya koçberên Kurd ên Başûrê Kurdistanê yên niha li ser sînorê Belarûs û Polonyayê têkoîşîna man û nemanê didin û got, “Ciwanên Kurd mîna giştî ciwanên Iraqê ji proseya siyasî û desthilatdarî ya Başûrê Kurdistanê bê hêvî bûne, heya niha 5 caran ciwan ji zanîngehê mezûn bûne, lê tu kes ji wan nebûye xwediyê karekî, ti karek ji wan re nehatiye dîtin. Heya niha li Başûrê Kurdistanê hikumeteke wisa ava nebûye ku ji ciwanan re bêje em ji bo we dixebitin ku ji bo ciwanan derfetên karkirinê peyda bibe. Ciwan hikumetê wek nûnerê xwe nabînin, hikumetê bêhn û derûniya ciwanan çikandiye û hilweşandiye, ji ber wê bawerî bi vê desthilatê nema ye. Desthilat li şûna ku bi çêkirina senaryo û propagandayê ve mijûl be, baştire ku ji bo rewşa ciwanan û koçberan ku niha di demsaleke sar de li daristanên Belarûsê diqefilin hizreke cidî bike."