Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

'Eger berxwedan nebûya wê hê bêhtir mirov bihatina kuştin'

Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk bi wesîleya salvegera berxwedana xwerêveberiyê ji ajansa me re axivî û diyar kir, qedexe li Şirnexê dewam dike. Bîrlîk xwest, dest ji rêbazên 'ewlekariyê' bê berdan.

Piştî ku pêvajoya 'çareseriyê' ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve ji holê hat rakirin, li bajarên Kurdistanê şerekî giran dest pê kir. Silopiya û Cizîr ji wan navçeyan e ku şerekî giran lê qewimî. Qedexeya derketina derve ku di 14'ê Kanûna 2015'an de dest pê kir û di 2'ê Tebaxa 2016'an de bi dawî bû, 79 rojan dewam kir. Di nava vê demê de şêniyên bajê neçarî koçberiyê hat hiştin û tevî pitika 3 mehî Mîray, gelek zarok hatin kuştin. Bi dehan xanî û kargeh hatin hilweşandin. Di dema şer de li kolanên Bostanci, Narîn û Akdenîzê zêdeyî 300 kes hatin kuştin.

Yek ji şahidên vê yekê Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Lela Bîrlîk e. Bîrlîk, berxwedana xwerêveberiyê ya li gelemperiya Şirnexê ji ANF'ê re vegot.

Bîrlîk da xuyakirin, ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê, ku beriya wê pêvajoya 'danûstandinan' û Mutabaqata Dolmabaheçyê ji aliyê AKP'ê ve hat redkirin, zext, zordarî, binçavkirin û girtin li gelemperiya Kurdistanê bi taybetî li Şirnexê zêde bûn.

Bîrlîk destnîşan kir, gelê Kurd jî li dijî van êrîşên AKP'ê biryara berxwedanê da.

'DEWLETA TIRK DEMEKE DIRÊJ BERIYA QEDEXEYÊ DEST BI AMADEKARIYAN KIR'

Leyla Bîrlîk, berî destpêkirina qedexeya derketina derve ya li Silopiya û Cizîrê, dewleta Tirk gelek leşker û alavên leşkerî li Şirnexê bi cih kiriye, bi dehan xebatkarên nû aniye Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, stokên xwînê zêde kiriye û li dibistanan jî ji bo 'hêzên ewlekariyê' karibin bi mehan lê bimînin; kinc, xwarin, vexwarin û pêdiviyên mîna van, bi cih kiriye. Bîrlîk diyar kir, ev amadekarî nîşaneya kirina komkujiyê ye û li ser bûyeran wiha axivî.

"Li Cizîrê, di 24 saetên destpêkê yên qedexeya derketina derve de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da bûn. Hêzên ewlekariyê dest danî bûn ser hemû nexweşxaneyên li bajarê Şirnexê. Pêkanîneke welê bû, ku di şerê mezin de jî nedihat dîtin. Hiqûq, mafên mirovan bi temamî ji holê hatibûn rakirin. Hemû erk radestî hêzên ewlekariyê hatibûn kirin. Di dema vê veguhastinê de gelê Şirnexê banga aştiyê dubare kir, lê di heman demê de ragihand, ku ew ê ji ber van êrîşan ti carî Şirnexê neterikîne. Bêguman gelê Şirnexê jî li dijî van amakariyên li dijî xwe, dest bi amadekariya xweparastinê dikir."

'BI SEDAN WELATÎ BI SAXÎ HATIN ŞEWITANDIN'

Leyla Bîrlîk li ser êrîşên giran ên 3 mehan, ev agahiyên têkildarî Cizîr û Silopiyayê parve kir:

"Gelê Şirnexê bi şev agir da da, da xuyakirin ku ew ê ti carî taxên xwe neterikîne û dest bi berxwedanê kir. Di nava sê mehan de bi çekên giran û topan êrîş li Silopiya û Cizîrê hate kirin. Bi fîşekên rastî û bombeavêjan davêtin cihê sivîl lê bûn. Di şerê ku 400 rojî dewam kir de, li Cizîrê 260, li Silopiyayê 54 bi giştî 304 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Di roja 40. a qedexeyê de li taxên Sûr û Cizîrê, welatiyên sivîl û rêveberên partiya me yên ji ber bomberdûmana giran xwe li jêrzemînên 3 avahiyan girtin, bû hedefa êrîşên li dijî mirovahiyê. Tevî hemû hewldanên me yên ji bo rizgarkirinê jî, bi sedan welatî bi saxî hatin şewitandin."

'CIZÎRÊ SERÎ LI BER ÎNKAR Û ZILMÊ NETEWAND'

Bîrlîk bal kişand ser çaakiyên di wê demê de ji bo şikandina dorpêçiya li Cizîr û Silopiyayê hatin lidarxistin û got, "Eger berxwedan nebûya, wê hîn bêhtir mirov bihatina kuştin, wê hîn bêhtir avahî bihatina xerakirin."

Bîrlîk wiha dewam kir: "Mirovan ji bo xwe bigihînin Cizîr û Silopiyayê bi rojan li navenda Şirnexê çalakî lidar xistin. Weke ku hûn jî dizanin, gelê Şirnexê ji bo piştgiriyê bide Cizîr û Silopiya ya berxwedêr, tevî ku rê girtî jî bûn, ji astengiyan derbas bû û di ser Çiyayê Cûdî re berê xwe da Cizîrê. Bi şev bi hezaran kesî xwe gihandin Çiyayê Cûdî. Lê belê bi obusan êrîşî wan kirin. Gelê Şirnexê dabû xuyakirin, ku ew ê Şirnexê neterikîne. Li dijî êrîşên bi rojan dewam kirin, jin, ciwan, zarok, extiyar, her kesî li her cihî li ber xwe da. Destaneke berxwedanê ya ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin, li kolanên Cizîrê hat nivîsandin.

Mehmet Tûnç û hevalên wî gotin, ew ê bêrûmetiyê, ew ê teslîmiyetê qebûl nekin û serî li ber vê zilm û înkarê netewînin. Ev sekna wan, dîrokî bû."

'EGER BERXWEDAN NEBÛYA WÊ MIRIN Û TALAN ZÊDETIR BÛYA'

Parlamenter Leyla Bîrlîk destnîşan kir, ku hiqûq, wijdan û hemû nirxên mirovahiyê di nava salekê de li Şirnexê bi erdê re bûn yek û got, "Lê li hemberî vê yekê li Şirnexê berxwedaneke bêhempa hat kirin. Tevî her tiştî jî mirov li tax û malên xwe man û li ber xwe dan. Gelê Şirnexê gelekî berxwedêr û polîtîk e. Botanê di herikîna dîrokê de ti carî bîat nekiriye. Armanca bingehîn, jihevxistina vê taybetmendiya gel bû. Amadekariya vê jî beriya 7'ê Hezîranê hatibû kirin. Eger ev berxwedan nebûya; we hê bêhtir mirov bihatina kuştin û avahî bihata xerakirin. Di hesabê wan de berxwedan tine bû. Hejmara mirovên bên kuştin û bên koçberkirin ji berê ve hatibû diyarkirin. Dema mirov ji vî alî ve binirxîne, hingî derdikeve holê ku vê berxwedanê pêşî li felaketên mezintir girtiye."

Parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk di dawiya axaftina xwe bal kişand ser zextên li gelê Şirnexê tê kirin û xwest, rêbazên 'ewlekariyê' derhal bên terikandin.