Efsaneya zindî ya Efrînê: Eşqiya Mîlazim

Eşqiya Mîlazim ê 77 salî, ku hê li Efrînê ye got, "Serdema eşqiya hate girtin, serdema şoreşgera dibiriqîne."

Kurdên bê dewlet, her tim bi dewlet û rêveberiyan re ne li hev bû û ti carî bi sîstemên navendî ve nehatin girêdan. Di dîroka Kurdan de, li dijî zext û zordariya sîstemên navendî gelek raperîn û serhildanan rû dan. Li gel van raperînên neteweyî, di nava Kurdan de kevneşopiya eşqiyatiyê jî heye, ku hem bi rengekî şexsî hem jî komî, serî li ber sîstemê hatiye hildan. Yek ji van eşqiyayan jî Mîlazim ê ji Efrînê ye. Çîroka Eşqiya Mîlazim gelekî balkêş e.

Jiyana Mûhammed Xelîl Sîdo bi navê kod Mîlazim, veguheriye efsaneyekê.

Mîlazim, sala 1940'î li nehiya Şiyê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê ji dayik dibe. Ji ber zextên giran ên li ser Kurdan, jiyaneke bi zor û zehmet dijî. Kurdên ku nû ji polîtîkayên qirkirinê yên Osmanî û T.C rizgar bûbûn, vê carê ketibûn nava lepên sîstema zordar a dewleta Sûriyeyê.

Dewleta Sûriyeyê jî bi rêya axa û begên xwe serweriya xwe li ser Kurdan ferz kir. Axa û began ji gelê xizan bac kom kirin û xwîna gel mêjandin. Mîlazim ê ku di nava şert û mercên bi vî rengî de ji dayik bû, hê di emrê ciwantiyê de bû xwedî kesayeteke serhildêr. Gundiyan gelekî jê hez dikirin. Hê di ciwantiya xwe de çavê axayan tirsand.

GAVA DESTPÊKÊ YA BER EŞQIYATIYÊ

Axayên wê wextê, ku Mîlazim ji bo xwe û sîstema xwe xetere didîtin, bûn yek û xwestin bi îftirayê wî bidin giritn. Mîlazim wê wextê nû bi Feyme zewicî ye. Lê belê wê serî li ber zilmê netewîne. Mîlazim Feyme danî cem diya wê û berê xwe da çiyê. Di emrê xwe yê 20 salî de rahişt çekê û xwe li çiyayên derdora gundê xwe girt.

Dest bi birêxistinkirina eşqiyatiyê kir û tevî çend hevalên xwe li çiyayên li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê jiya.

BÛ ROBÎN HOOD Ê LI SER SÎNOR

Mîlazim di demeke nêz de hem li Sûriyeyê, hem jî li Tirkiyeyê deng veda û bi dehan ciwan hatin cem wî û xwestin pê re şer bikin. Êdî li gel Mîlazim bi dehan ciwan hebûn. Ji bo bersivê bide pêdiviya wan, pêwîstî bi rêxistinbûneke cidî heye. Mîlazim her wiha bersivê dide pêdiviyên gundiyên xizan ên li herêmê. Mîna Robîn Hood û eşqiyayên gelparêz ên navê xwe li dîrokê nivîsandî Mîlazim jî ji dewlemendan digire û dide xizanan. Ev ji bo axayan bû kabûs.

HUKMÊ MÎLAZIM TÊ DAYIN

Navê Mîlazim roj bi roj tirsa dilê axayan mezin dike, rûyê gel jî her dikenîne. Hezkirin û dilsoziya gel zêde dibe û wî weke hêviya berxwedanê ya li dijî zilmê dibînin.

Gel êdî pirsgirêkên xwe nabe ber destê dadgehê. Helw dide bi rêya Mîlazim çareser bike. Navê wî belav dibe û dibe efsane.

Mîlazim êdî hem ji bo dewleta Tirk, hem ji bo dewleta Sûriyeyê, hem jî ji bo axayên li herêmê dibe pirsgirêkeke cidî. Hukmê wî tê nivîsandin, biryar tê dayin; 'Divê serê mar bê eciqandin û pirsgirêk were çareserkirin'.

LI DIJÎ DU DEWLETAN

Sûriye û Tirkiye, ku we wextê qaşo dewletên dijminê hev bûn, ji bo tinekirina Mîlazim dibin yek û li hev dikin. Bi rengekî topyekûn êrîşî Mîlazim û 20 hevalên wî dikin. Mîlazim tevî hevalên xwe li çiyê bi taktîka gerîla bersiv didin dijmin û bi dijwarî li ber xwe didin. Tevî hemû derfetên dewletê jî, li pêşberî çend brexwedêrên Kurd têk diçin.

Dewleta Tirk a dîn û har dibe, ji bo Mîlazim tine bike, balafira şer jî radike. Mîlazim qala wê kêliyê dike: "Ji me, kesek jî birîndar nebû. Lê tevî hemû derfetên xwe jî wan bi sedan kuştî dan."

CINAWIRÊN AMANOSÊ

Piştî vî şerî, rojnameyan li pey hev manşet avêtin û qala 'cinawirên mirovan dixwin ên li Amanosan' kirin. Yek ji van rojnameyan jî rojnameya fermî ya Sûriyeyê ye. Ji bo girtin an jî kuştina Mîlazim xelat tê dayin. Bi rêya pereyan hewl didin xiyanetê bixin dewrê.

Gelek bîranînên Mîlazim ên li ser wê demê hene. Dewleta Sûriyeyê li herêma Mîlazim û hevalên wî lê ne gelek mirovên xwe bi cih dike û kemînê datîne. Bi şev li benda Mîlazim in. Mîlazim bi jîr û zîrekiya xwe, her carê bi rengekî serketî ji kemînê rizgar dibe.

ZEXTA SÎXURIYÊ LI GUNDIYAN TÊ KIRIN

Rejîmên Tirk û Sûriyeyê ku ji Mîlazim û hevalên wî derbên giran xwarin, roj bi roj hê bêhtir har bûn. Rejîm, gundiyan li hev dicivîne û ji ber ku Mîlazim îxbar nakin, êşkenceyê li gundiyan dike. Mêran li meydana gund tazî dike û bi ço li wan dide. Hin ji gundiyan nikarin li pêşberî vê êşkenceyê îdare bikin û soz didin ku wê Mîlazim îxbar bikin. Lê dîsa jî Mîlazim nadin girtin.

BIRÎNA 15 FÎŞEKAN

Bi demê re, gelek caran kemînan datînin pêşiya Mîlazim. Di van kemînan de 15 fîşek li cihên cuda yên bedena wî dikevin. Tevî vê yekê jî her carê ji kemînan rizgar dibe.

VÊ CARÊ BI GIRANÎ BIRÎNDAR DIBE

Rojekê Mîlazim tevî hevalekî xwe dadikeve gund. Êşkenceya giran encamê dide û yek wî îxbar dike. Jendermeyên ku hîn dibin wê dakeve gund, li gel gundiyên noker kemînê datînin. Vê carê Mîlazim bi giranî birîndar dibe. Li hespekê siwar dibe û ji cihê kemînê rizgar dibe. Diçe cem hevalekî jê bawer dike, ji bo birîna wî bipêçe. Hevalê wî çi ji dest tê dike, lê nikare xwîna ji birînê tê bisekinîne. Divê tavilê wî bigihînin nexweşxaneyê, naxwe wê bimire. Mîlazim bi destê xwe dibe teslîm dike.

LI GIRTÎGEHÊ JÎ RÊXISTINBÛNÊ DIKE

Mîlazim piştî ku tê dermankirin, bi 15 salan tê cezakirin û wî dixin zindanê. Mehkûm dema navê wî dibinîzin gelekî hurmetê didin wî. Mîlazim li vir jî dest bi karê rêxistinbûnê dike. 17 ciwanan bi rêxistin dike û dest bi kar dike, debara xwe bi xwe dike. Her wiha bala mehkûmên Elman û Fransayî jî dikişîne. Piştî derketina ji girtîgehê dixwazin fîlmê wî bikişînin.

Dema ku ji girtîgehê derdikevin, adres û nûmareyên xwe yên telefonê ji Mîlazim re dihêlin. Mîlazim lênûsa telefonê dide hevsera xwe Fehîme. Lê belê Fehîme ji tirsa tenêmayinê vê defterê dişewitîne. Êdî Mîlazim nikare bi kesên ku fîlmê wî bikişîne têkiliyê deyne.

KURÊ WÎ; ŞEHÎD DELÎL

Mîlazim dema ji me re qala çîroka xwe dike, hêsir dikeve çavên wî û dibêje "Kurê min şehîd e." Hevsera wî ku dibîne em matmayî dibîne ji me re dibêje "biraziyê wî ye" û qala Delîl dikin.

Dema dikeve girtîgehê, kekê wî dibe qurbanê kuştinên kiryar nediyar. Mîlazim li girtîgehê ye û 3 zarokên wî ji hevsera wî Fehîme heye. Lê belê kurê kekê xwe yê tê kuştin jî dike kurê xwe. Dema li girtîgehê ye, biraziyê wî li cem hevsera wî mezin dibe. Mîlazim gava ku sala 1990'î ji girtîgehê derdikeve, di nava 5 salan de hewl dide ku êşa bê bav mayinê bi biraziyê xwe nede jiyîn. Tenê 5 salan dimîne, ji ber ku Delîl jî mîna wî serê xwe li ber zilmê radike. Serhildana xwe mezintir dike û tevlî nava refên PKK'ê dibe.

Delîl, sala 1995'an piştî Lubnanê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Mîna apê xwe dibe kabûsê dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê. Sala 2010'an tevlî nava karwanê nemiran dibe.

Mîlazim bi biraziyê xwe serbilind e û dibêje, "Wî dît ku hêviya rastî li ku ye û bê teredût bû parçeyek ji wê."

ÊDÎ SERDEMA ŞOREŞGERAN E

Mîlazim niha 77 salî ye û tevî malbata xwe li Efrîn/Şiyê dijî. Hem bi biraziyê xwe yê şehîd; Delîl hem jî bi Şoreşa Rojava ya gelê xwe serbilind e. Wiha dibêje: "Êdî pêwîstî bi eşqiyatiyê nîne, lê şoreşgerî divê. Şoreşa me pêk hat; êdî edalet û azadî heye. Lê êdî jî tên kirin. Berxwedana li dijî van êrîşan wezîfeya me hemûyan e. Divê ti Kurd bi xemsarî tevnegere û pêwîstî pê hebe canê xwe feda bike. Serdema eşqiyatiyê qediya ye, lê belê serdema şoreşgeran dibiriqîne."