Efrîniya Dersimê

Binevş Rûbarî ku li Efrînê ji dayik bû û li Helebê mezin bû, piştî tecrûbeya xwe ya 12 salan a gerîlatiyê bi gotina "Em sed carî jî canê xwe diyarî gelê xwe bikin kêm e" berê xwe da Dersimê. Di 4'ê Tîrmeha 2007'an de li Dersimê jiyana xwe ji dest dan.

Samiye Oso (Binevş Rûbarî) di sala 1979'an de li Efrînê ji dayik bû û li Helebê mezin bû. Di temenê xwe yê ciwantiyê de PKK nas kir û di sala 1992'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Piştî du salan berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li Heftanînê, Qendîlê, Zapê, Xinêrê, Xakurkê, Metînayê wezîfe kir.

Der barê pratîka xwe ya 12 salan de ya beriya rêwîtiya Dersimê wiha digot: "Bi rastî jî pêvajoyên zehmet bûn û ji bo rêxistinê salên dîrokî bû. Tevî pêşketinên mezin zehmetî jî hebûn. Ez di nava pêvajoyên welê de bûm ku şer gelekî giran bû û rêxistinê zehmetiyeke mezin dikişand. Nizanim ku ewqas sal çawa derbas bûn. Gelek guhertin û pêşketin hebûn..."

Dema ku sala 2006'an xwe amade dikir ku biçe Dersimê wiha digot: "Nizanim ku sibe wê ji bo me rewşeke çawa derkeve holê, lê belê hesta me ya baweriyê mezin e. Hem ji bo rêxistinê, hem ji bo Rêbertî. Ev yek ji bo gerîla girîng e ku nebe nabe."

Ez bi ku ve biçim jî amade me ku tevlî kar bibim. Di salên derbasbûyî de di mijarên leşkerî, siyasî û pratîkê de bûm xwedî tecrûbeyên mezin. Ez ji her tiştî re, ji her pêngavê re amade me. Ji bo me şenseke mezin e ku di bihara 2006'an de ev pêngav dest pê dike û em jî tevlî dibin. Girîng e ku mirov di vê pêvajoyê de xwedî rol û mîsyon bin. Em bi hêvî ne û me amadekariyên xwe li gorî vê yekê kirine.

Ji bo gelê xwe yê ku her roj zilm û zext lê tê kirin, ez ê hewl bidim bibim moral, hêz û bersiv. Gelê me wê heta dawiyê li me bibe xwedî. Ji ber ku em xwedî gelekî bi vî rengî ne em sed carî jî canê xwe diyarî vî gelî bikin kêm e. Em çi bidin vî gelê ku xwedî berxwedaneke mezin e wê kêm be."

Binevş Rûbarî (Saniye Oso) ya PKK'î di 4'ê Tîrmeha 2007'an de li Dersimê dema diçû çalakiyeke li dijî qereqolê jiyana xwe ji dest da.