Edîp Solmaz li ser gora xwe hate bibîranîn

Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ê ku dema li ser peywira xwe bû di 12’ê Mijdara 1979’an de hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ê ku dema li ser peywira xwe bû di 12’ê Mijdara 1979’an de hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Malbata Solmaz, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, çalakgerên TJA’yê û rêveberiya bajêr a HDP’ê tevlî bîranînê bûn.

Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlplû diyar kir ku ew di salvegera şehadeta wî ya 41’emîn de, Edîp Solmaz bi hurmet bi bîr tînin. Kûlplû diyar kir ku Solmaz 28 rojan li ser peywirê maye û got: “Solmaz ji aliyê dijminên gelê Kurd hate qetilkirin. Kesên ku Solmaz qetil kirin nehiştin ku gelê Kurd xwe bi rê ve bibin. Têkoşîna Solmaz rêya me ronî kir û wê ronî bike.”

Piştî axaftinan qerenfîn danîn ser gora Solmaz.